Peyrewa Navxwe

Yekem: Pirensîpên giştî
Madeya yekem: 
1.Nav Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan û kurt bûyê wê YNK’ê
2.Sînorê çalakî : Herêma Kurdistan,navçeyên qutbûyî,navçeyên din yên Îraqê û derveyî welat


Madeya 2: Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê partiyeka sosyal demukrate, xebat dike bo bich anîna aştî û xurt kirina nirxên azadî, demukrasî,welatîbûn, mafên mirov,mafê çarenivîs û baweriya wê bi çanda wekhevî û lêborînê heye.
1.diruşmeyan : aştî ,azadî,demukrasî, demukrasî,welmafên mirov,mafê çarenivîs û dadperwerîya civakî.
2. Logo Dsetek gula Lale çiqilek Zeytûn û gula Genimeka bilind kiriye.
3.Sirûda Meşxelan sirûda fermia YNK’ê ye.




Madeya 3:

peyrewa navxwe bilindtirîn destûra kar ya rêxrawa YNK’ê ye endam û organan di her pileyekê de bindivê pêbenda wê bin.


Madeya 4:

ji komîte heya asta serkirdayetî di nav hemû organan de rêjeya jinan divê herî kêm ji %20 nebe 


Madeya 5:

civîna organên YNK ê rêjeya yasayî werdigre bi amade bûna piraniya reha 1+50


Duyem Endamtî


Madeya 6 
1.Her welatiyekî Kurdistanê ,li deverên din yên Îraq’a federal û derveyî welat ku bawerî bi program û peyrewa YNK’ê hebe dikare bibe bi endam.
2.Rêxistin û endam bûn liser bingeha cografya û pîşeyî yan navendî tê hilbijartin.Her endamek di dema veguhestin yan guhertina cihê akincîbûnê yan cihê pîşeyî dikare daxwaz li organa xwe bike jibo veguheştinê. 

Madeya 7: Mercên endamtiyê 
1.Endam temenê ji 18 kêmtir nebe û her welatiyek ji 15 salî ve yek ji rêxrawên ser bi YNK’ê tê wergirtin.
2.Daxwaziyek bi nivîskî pêşkeş bike.
3.Pabendê peyrew be bû cîbicî kirina program têbigoşe.
4.Di organên YNK’ê de çalakî nîşan bide.
5.Nav û navbangê baş be û herî kêm hişyarîya siyasî û nîştimanî hebe.
6.Abone bide.



Madeya 8:Mafên endam.

1.Hemû endamek mafê heye di çerçoveya peyrewa navxwe de beşdariya hilbijartinan bike û xwe bo organên YNK’ê berbijar bike.
2.Pirsyar û pêşniyar kirin û rexne kirin li her endam û organekê YNK bi devkî yan bi nivîskî liser her mijareka siyasî û rêxistin û aborî bi rêya organên xwe ve di çerçoveya YNK’ê de.
3.Hemû endamekî behremend ,di warê nivîs û huner û spor de di dema pêdvî de mafê xwe ye daxwaza alîkarî û piştgîrî ji YNK’ê bike.
4.Her emdamekî YNK di dema nexweşî ,bûyer,karesat û bûyera nexweşî ya neçaverî kirî de bo heye daxwaza alikariya maddî li YNK’ê bike.
5.Hemû wan endamên ku kadirên pîşeyîn mûçeya wan ya mehane li gorî sirûşta karên wan tê dayîn,hemû mafên wan li gorî berçav derbas kirinê wekhev tê dabîn kirin û bi pey temen û nexweşî tê xanenişîn kirin.
6.ev endamên demeke endamin û gelek xizmeta YNK’ê kirine,li gorî bernameyeka taybet ku komîteya serkirdayetî lê berpirse ,ji aliyê maddî û menevî rêza wan digre.
7.Endam mafê parastina xwe heye.


Madeya 9:Erkên endam.
1.Bi dilsozî kar bike jibo cîbicî kirina armancên YNK'ê.
2.Yekîtiya di nav rêzên YNK'ê de biparêze.
3.Li dijî grûpgerî ,navçecîtî û hozegerî raweste.
4.Hewl jibo bilind kirina asta hişyarî , siyasî û netewî ya xwe bide.
5.Nehêniyên YNK'ê biparêze û rastiyan ne veşêre.
6.Bername û siyaset û serweriya YNK'ê biparêze .
7.Berjewendiyên YNK'ê bixe pêşiya berjewendiyên xwe û berjewendiyên gel û nîştiman bixe pêşiya hemû berjewendiyan.
8.Hewl bide dost û alîgir û dengder peyda bike jibo YNK'ê.
9.Parastina serweriya yasa û mafên mirovan û xweza bi erkê xwe bizane.
10.Divê hemû endamek mehane aboneya endam bûnê bide û mekteba rêkxistin ysaya taybet jibo çawanî wergirtinê derbixe.

Madeya 10: Ji dest dayîna endamtî û ceza kirin
Endam ji endamtiya YNK’ê dikeve ji ber mirin,dest jê berdan an derkirin.


Madeya 11 : Ceza kirin û sêweyên wê
1.balkişandin: komîte û melbendan li sînorê çalakiyên xwe her yek li gorî asta xwe di dema pêwîst de,dikarin bi nivîsekê bala her endamekî bikşînin kû di karên xwe de xemsare an karek ne baş kiribe û hêjayê ceza kirin be.
2. Helpesardin: di dema berdewambûna endam li ser xemsarî û bin pê kirin piştî agehdar kirin li ser pêşniyara melbend,mekteba rêxistin dikare derbarê wî de biryara ragirtina endamtiyê bide bo 3 – 6 mehan li gorî bin pê kirina wî der bike.
3.pile daxistin : Piştî balkişandin û agehdarî û ragirtinê di dema berdewam bûna endam li se bin pê kirinan li gorî bin pê kirina kû kiriye melbend pêşniyar dike û mekteba rêxistin dikare biryara pile daxistin an kêm kirin a pileya wî bide.
4. Der xistin:



Sedemên derxistin : 
Endam di van waran de tên derxistin û avêtin:
1.Kar kirin li dijî berjewendiyên bilinda gel û nîştiman.
2.Peywendî kirin bi her aliyeka din a siyasî.
3.Kar kirin li dijî siyasetên YNK’ê û hewildan bo têkdana nav refên wê.
4.Berjewendiyên taybet yên xwe li ser berjewendiyên YNK’ê be.
5.Vegotina nihêniyên (tistên veşartî) YNK’ê.
6.Kar kirin li dijî berbijar û bernameyên YNK’ê di dema hilbijartinan de.
7. Ji peyrew û pirograma YNK’ê dûr bikeve.
8. Her endamekî YNK’ê di her pileyekê de be eger tawaneka bê exlaqî bi ser wî de hat selmandin û bi biryareka dadgehê enccam dabe mafê endamtî ji wî tê wergirtin.

Madeya 12 :
Biryara derkirin ji komîteya serkirdayetî derdikeve.


Sêmîn : Kongre 

Madeya 14:
Kongre bilind titÎn desthilata YNK’ê ye kû her 3 sal carekê tê saz kirin û kongreya dahatî pêwîste di meha 10 an ya 2013 an bê lidarxistin.


Madeya 15:

Nabe li her warê de hejmara giştiya endamên kongirê 1000 endam derbas bike. Endamên kongirê pêktên li :
A.Nûnerên rêkxistinê ku bi hilbijartin dibe,li gorî ev rêjeya ku bo wan hatiye diyar kirin.
B.Endamên komîteya serkirdayetî û civata navendî.
C.Endamên berê yê mekteba siyasî û komîteya serkirdayetî.
D.Endamên mekteb û dezgah û pêşmergeyên 1976,pêşmergeyên dêrîn,girtiyên siyasî,rêkxistinên dêrîn,partîzanan û kêm endaman bi bê hilbijartin dibin bi endam li gorî rêjeya ku jibo wan hatiye diyar kirin.
E.Sikirtêrê giştî bi şêwirî digel komîteya serkirdayetî 120 endamên kongirê diyar dike.
F.Rêjeya % 20 endamên kongirê ji jinan pêk tên.
G.Komîsyona bilinda amadekarî rêjeyeka endamên kongirê diyar dike bo firakisyona YNK'ê li parlemana Kurdistanê û Îraq'ê û welatên derve û wezîran û balyoz û dezgahên hikûmî û rêkxistinên din.
H.Hemû endamên din bi rêya hilbijartin dibin.

Madeya 16:
100 çavdêrên li kesên pisporê warê cuda cuda dibe bê bangiheş kirin bi biryara sikirtêrê giştî û şêwirî digel komîteya serkirdayetî bo şêwir kirina karûbarên kongirê ku mafê dengdanyan nabe.

Madeya 17:

1.Komîsyonek bi navê komîsyona bilind a amadekariya kongirê bi biryara komîteya serkirdayetî tê pêk anîn.
2.Şeş mehan beriya kongirê komîsyona bilind a amadekariyan bi alîkariya dezgeha hilbijartina amadekariyên pêdvî dike jibo kongirê.
3.Komîsyona bilind a amadekariya dezgeha hilbijartinan berpirsên li encam dana karê şopandina lîsta endamên hatine hilbijartin û destnîşan kirin bo kongirê li gorî pêvana li peyrew de hatiye diyar kirin .


Madeya 18:
Ji ber her sedemekê kongire di dema xwe de nehatibe encam dan divê bê encamdan,bi tenê pilînyom dikare bo dema (3 _ 6) mehan bo yek car kongrê paşde bixe.Di dema lidarnexistina kongrê di wê demê de serkirdayetî şer’îyeta xwe li dest dide.


Madeya 19:
1.Eger zêdetir ji nîva hejmara endamên kongirê a
Madeya kongirê bûn,kongire rewaya pêdvî verdigre. 2.Pejirandina raport û biryardan li kongirê de bi piraniya sade dibe.


Madeya 20: erk û desthilatên kongrê
1.Hilbijartinê sikirtêrê giştî.
2.Hilbijartina komîteya serkirdayetî û endamên civata navend .
3.Nirxandin û pejirandina rapora sikirtêrê giştî.
4.Ber çav derbas kirin û guhertin û pejirandina program û peyrewa navxwe.
5.Nirxandina siyaseta YNK’ê di navbera du kongrê de û biryar dan liser siyaseta nû bo cîbicî kirina rêbaza YNK’ê.
6.Gotûbêj kirin liser wan mijarên ku kongire bi pêdvî dizane biryar iıser bide.
7.Biryar dan liser rexne û pêşniyarên ku hatine pêşkeş kirin.
8.Nirxandina karûbarên hukûmetê.
9.Der kirina ragihandina dawî.

Madeya 21: Kongireya awarte
1.Kongireya awarte di demekê de tê lidarxistin ku kirîzek yan bûyereka girîng bibe.
2.Liser daxwaza sikirtêrê giştî 3 _ 4 endamên komîteya serkirdayetî yan 3_4 endamên civata navend kongireya awarte lidardixe.
3.Meher beriya lidarxistina kongireya awarte dema birêveçûna kongirê tê diyar kirin.
4.Kongireya awarte heman desthilatên kongireya asayî heye.
5.Endamên kongireya asayî ya berê dibine endamên kongireya awarte. 

Madeya 22:Civîna berfireh (Pilînyom):
1.Bi mabesta ber çav derbas kirina karûbarên YNK’ê û wergirtina nêrînên piraniya endamên berpirs û liser daxwaza sikirtêrê giştî 2 yan 3 endamên komîteya serkirdayetî 2 yan 3 endamên civata navend civîna berfireh saz bike.
2.Beşdarbûyên civîna berfireh pêk hatiye li sikirtêrê giştî,komîteya serkirdayetî,civata navend ,endamên mekteb,dezgahan û civata malbendan.
3.Kongire hemû desthilatekî heye bi tenê nikare pirogram û peyrew û sikirtêrê giştî biguhere.
4.Dikare 1 yan 3 endamên komîteya serkirdayetî û civata navend biguhere. 
5.Pêkhateya komîteya serkirdayetî(civata serkirdayetî)

Madeya 23:
Komîteya serkirdayetî pêk hatiye li sikirtêrê giştî û endamên komîteya serkirdayetî. 

Madeya 24:Sikirtêrê giştî:
Sikirtêrê giştî raste rast di kongirê de tê hilbijartin. 

Madeya 25:Mercên xwe berbijar kirina bo posta sikirtêrê giştî:
1.Temenê li 40 sal biçûktir nebe.
2.Nav û navbangî başî hebe û şarezayê cîhana siyasetê be û xizmeta gel û nîştiman û YNK'ê kiri be.
3.Herî kêm 10 sal endamê YNK'ê be.

Madeya 26:Hilbijartina sikirtêrê giştî:
1.Eger bi tenê yek berbijar hebe bo posta sikirtêrê giştî,raste rast dibe bi sikirtêrê giştî.
2.Eger du berbijar yan bêtir hebû bo wê postê bi piraniya dengên endamên kongirê tê hilbijartin.Eger her yek ji wan berbijaran piraniya dengan bi dest ne anî ji wan berbijaran 2 kesên ku piranî deng bi dest anîne di kevine nav hilbijartinan kê ji wan piraniya dengan bi dest bîne tê bi wê wateyê ku serkeftin bi dest aniye.


Madeya 27: Erk û desthilatên sikirtêrê giştî:

1.Berpirse ji cîbicî kirina biryar û siyasetên YNK'ê.
2.Ji endamên komîteya serkirdayetî cîgir jibo xwe diyar dike û dikare beşek ji desthilatên xwe bide bi wan.
3.Berbijarên desteya kargêrî pêşniyar dike bo komîteya serkirdayetî.
4.Nûneratiya YNK li gişt semîner û civînên siyasî de dike.
5.Fermana danana endamên komîteya serkirdayetî û berpirsên dezgehan li postê xweyan de derdixe.
6.Berpirse ji cîbicî kirina biryarên kongirê û civata serkirdayetî.
7.Serokatiya civînên komîteya serkirdayetî dike.
8.Daxuyanî bi navê YNK'ê dide.
9.Endamekî komîteya serkirdayetî bo peyvdarê komîteya serkirdayetî diyar dike. 
10.Berpirse ji rêkxistina karûbarên aborî,dahat,serpereştî kirina dezgeha çavdêriya aborî û dezgehên taybet.
11.Di dema wekheviya dengan de li komîteya serkirdayetî ,sikirtêrê giştî ji kîjan alî be ,ev aliye bi piranî ye.
12.Serpereştiya hemû peywendiyên Kurdistanî,nîitimanî û navdewletî dike.
13.Dikare civateka şêwirmendî çê bike ku ji 5 kesan pêk bîne.
14.Raporta giştî jibo kongirê û civînên berfireh amade bike.


Madeya 28:
1.Di dema dest ji kar berdana sikirtêrê giştî bi her egerekê be divê di dema 2 mehan de kongireya awarte bê lidarxistin.
2.Cîgirê sikirtêrê giştî heya lidarxistina kongireya awarte erkên sikirtêrê giştî cîbicî dike.


Madeya 29:Komîteya serkirdayetî:
1.Kongire endamên komîteya serkirdayetî ku ji 50 endaman pêk hatiye hildibijêre.Ji wan jî 45 endam bi sikirtêrê giştî ve t3e hilbijartin û 5 endam jî liser daxwaza sikirtêrê giştî yê komîteya serkirdayetî tên diyar kirin.Her hûsa kongire 5 endamên yedek ligorî rêzbendiya dengan diyar dike.
2.% 20 endamên komîteya serkirdayetî jin be.
3.Xwe berbijar kirina endamên komîteya serkirdayetî bi awayê tak dibe.


Madeya 30:
Berbijarên komîteya serkirdayetî divê ev mercane di nav de hebin.
1.Divê temenê ji 25 sal biçûktir nebe.
2.Nav û navbangî başî hebe,xwendevanî û hişyariya siyasî di asteka guncaw de be.
3.Alîkariya rêjîma berê nekiri be. 

Madeya 31:
Hilbijartina endamên komîteya serkirdayetî bi piraniya dengan dibe.

Madeya 32:Erk û desthilatên komîteya serkirdayetî.
1.Komîteya serkirdayetî di warê cîbicî kirina erkên YNK’ê de di navbera du kongire de bilindtirîn desthilate.
2.Cîbicî kirin û şopandina biryar û raspardeyên navbera du kongire.
3.Dariştina siyaseta giştî liser asta navxwe û derve û pêşve birina peywendiyên YNK’ê digel aliyên din. 
4.Danana bername û plana pêdvî bo beşdarî kirin di hilbijartinên giştî de û çawanî hevpeymanî digel aliyên din bikin.
5.Damezrandina grûpeka şêwirmendî li kesên pispor û şareza bo sûd wergirtin li şiyana wan bo dema pêdvî.
6.Danana bûdceya salane bo mekteb û dezgehan li gorî şiyan û pêdvî.
7.Diyar kirina peywendiyên navbera partî û hukûmetê.
8.Ji bilî wan desthilatên li serve,komîteya serkirdayetî wan desthilatên din birêve dibe ku di wê peyrewê de pê hatiye dayîn.


Madeya 33:
1.Komîteya serkirdayetî du meh carek civîna xwe ya asayî dike. 
2.Liser bangiheşta sikirtêrê giştî an herî kêm nîvî endamên serkirdayetî dikare civîna awarte bike.


Madeya 34:
Endamên komîteya serkirdayetî nikarin desthilatê xwe bo hîç çalakiyeka bazirganî jibo bi dest anîna qezenca madî bi kar bînin ,yan li her çalakiyeka bazirganî û projeyeka aborî de bibin bi şirîk. 

Madeya 35:
Civata serkirdayetî , bi rêjeya 2 / 3 yê dengên endamên xwe dikare her endamekî ku peyrewa navxwe ya YNK'ê û peyrewa karê civata serkirdayetî bin pê kiri be rabigre. 

Madeya 36:Mekteba siyasî:
1.Pêkhate:Mekteba siyasî pêk hatiye li (9 – 11) endamên komîteya serkirdayetî ku sikirtêrê giştî wan berbijar dike û komîteya serkirdayetî deng bi wan dide .
2.Erk û desthilatên wê:
A.Cîbicî kirina biryar û raspardeyên komîteya serkirdayetî li navbera du civînan de.
B.Serpereştî û rênmayî kirina organên partî , nexşe danan bo pêşve birin û nirxandina organan ji aliyê rêxrawî ,siyasî,fikrî û cemawerî ve.
C.Peşve birina peywendiyên YNK digel aliyên din.
D.Sikirtariyetek li 7 kes bi serpereştiya endamekî serkirdayetî bo agadar bûn û bi hevre girêdana karûbar û poste û biryarên mekteba siyasî û organên YNK’ê tê pêkanîn.
3.Desteya Kargêrî:
A.Sikirtêrê giştî 3 endamên mekteba siyasî destnîşan dike bo pêkanîna desteya kargêrî ku yek ji wan dibe bi berpirs bo cîbicî kirin û çavdêrî kirina biryarên mekteba siyasî û birêvebirina karên rojane ya mekteba siyasî.
B.Kargêr nabe hîç postên din werbigre.
5.Civata navend:


Madeya 37:
1.Civata navend ji 101 endaman pêk hatiye,ku ji wane 81 endam bi hilbijartin dibin bi endam û 20 endam jî ji aliyê sikirtêrê giştî ve tê destnîşan kirin li gorî deverên cuda cuda û kesayetî û pisporî û şarezayî yên cuda.

3.Civata navend di nav endamên xwe de sikirtêrek û du cîgir û biryarderek hildibêjêre. 
4.Nabe temenê sikirtêrê civata navend ji 40 sal biçûktir be. 
5.Nabe temenê endamên navend ji 25 sal biçûktir be. 
6.Nabe sikirtêr û sikirtariyeta civata navend hîç postekê din hebin. 
7.Nabe endamên civata navend di hîç organ û dezgehên din yên YNK’ê de berpirsyarî hebe û kar bike.


Madeya 38:
Peywendiya organî ya raste rasta sikirtêrê civata navend digel sikirtêrê giştî de dibe û liser daxwaza siyasî di dema pêdvî de dikare beşdariya civînên mektebê bike. 

Madeya 39:
1.Erkê çavdêrî kirina birêve çûna karên organan û derkirina yasayên taybet bo çawanî rêkxistina karûbarên organan di stûyê de ye. 
2.Peyrewa kar ji bo xwe datîne. 
3.Tû endamek bi bê razîbûna civata navend nabe bi endam mekteb. 
4.Bi piraniya deng dikare di dema pêdvî de her endam mektebek helpesêre yan ji kar dûr bixe.

5.Dikare bi nivîskî daxwaza rûnkirin liser her meseleyek li her organekê bike.Her wûsa di çerçeveya organên xwe de dikare nûner bo organek bişîne.
6.Liser daxwaza 2 / 3 endamên berpirsê her organek bo pirsyar lê kirinê û vekolînê bangiheşt bike.
7.Ev rêketinên girîng ku peywendî bi meseleya neteweyiye çarenivîsan ve heye û berjewendiya bilind a YNK û hevpeymanî ya hilbijartin ve heye.Ku komîteya serkirdayetî bi şêweyekî destpêk îmzeyan dike.Piştî razîbûna 2 / 3 civata navend karyan pê dike.
8.Pejirandina lîsta berbijaran jibo hilbijartinên gistî û civata parêzgeh û saredariya civata xweciyan. 
9.Pejirandina peyrewa karê mekteb û dezgehan.

 

Madeya 40:
Her endamekî civata navend di çerçeveya peyrewa karê civatê de azadiya raderbirîna wî heye di warê bîr û nêrînên xwe de tû berpirsyartî li nav civatê de nakeve liser stûyê wî.


Madeya 41:
1.Di dema binpê kirina peyrewa navxwe ya YNK û peyrewa karê civata navend ji aliyê sikirtêr û endamên sikirtariyet û her endamekî civata navend bi piraniya dengên 3 / 2 yê endamên civatê endametiya wî tê ragirtin. 2.Di dema çêbûna valahiyek di hejmara endamên civata navend de ev kesên ku di kongirê de piraniya dengan bi dest anî bûn valahiyê tijî dikin.

 

Madeya 42:
Ev komîsyonên li xwarê ser bi civata navend dibin û raporta demsala wan dibin. 
1.Komîsyona mafên mirovan. 
2.Komîsyona dest pakî. 
3.Komîsyona rexne û vekolînê. 
4.Komîsyona peyrewa navxwe. 
5.Civata navend mafê xwe ye ligorî pêdvî komîsyanên pispor damezrêne.


Madeya 43:
Komîsyona mafên mirovan li 5 heya 7 endaman pêk hatiye û erkê çavdêrî kirina rewşa mafên mirovan di nav organan de girtiye stûyê xwe.


Madeya 44:
Komîsyona dest pakî pêk hatiye 5 heya 7 endaman û erkê çavdêriya xerab bi karanîna postan bo berjewendiyên taybet digre stûyê xwe û sûd li raportên çavdêrî û darayî û lîjneyên vekolînan werdigre.


Madeya 45:
Komîsyona rexne û vekolînan pêk hatiye li 3 endamên yasayî û şareza û erkên wan:
1.Yek alî kirin û biryar dan liser pirsgirêk û rexneyên endaman.
2.Vekolîn û biryar dan liser pirsgirêkên ku komîteya serkirdayetî yan civata navend yan wekû mekteb û dezgehan bo wan şandiye.

Madeya 46:
Komîsyona peyrewa navxwe pêk hatiye li 5 endamên cvata navend û erkê wan:

1.Çavdêrî krna asta guncana biryarên ku hatine peyrew kirin digel madeyên peyrewa navxwe a YNK’ê de.
2.Şirove kirina peyrewa navxwe digre stûyê xwe.
3.Nivîsîna reşnivîsa peyrew hat pêşniyar kirin jibo kongireya dahatî.
4.Çavdêrî kirina rewşa karûbarên organan û şopandina karên wan û vekolîn kirin derbarê kêmasiyan.

5:Mekteb û dezgehan:


Madeya 47: Mekteb û dezgehan:
1.Mekteba rêkxistin.
2.Mekteba darayî û îdareya giştî.
3.Dezgeha çavdêriya darayî.
4.Mekteba rêkxirawên demokratîk.
5.Mekteba şehîdan.
6.Dezgeha xizmeta pêşmerge û tekoşerên dêrîn.
7.Mekteba peywendiyên giştî.
8.Dezgeha hilbijartinan.
9.Mekteba ragihandinê.
10.Mekteba çavdêrî û li dîv çûnê.
11.Mekteba civakî.
12.Akademiya hişyarî û perwerde kirina kadroyan.


Madeya 48:
1.Berpirsên mekteb û dezgehan endamên serkrdayetî dibin.
2.Berpirsê mekteb di dema pêdvî de yek ji endamên mekteban wek alîkar destnîşan dike bo alîkarî kirina xwe.
3.Nabe berpirsên mekteb û dezgehan tû karên din bike.
4.Berpirsên mekteb û dezgehan li pêşiya desteya kargêrî de berpirsyarin.
5.Her mektebek û dezgahek piroje û peyrewa kar bo xwe ku guncaw be digel peyrewa navxwe de amade dike û pêdviye ji aliyê civata navend bê pejirandin.
6.Her mektebek û dezgahek bo gotûbêj kirina erkên xwe û danan nexşeya guncaw bo pêşve birina dezgahên xwe konferansa salane saz dike.
7.Eger her berpirsekî mekteb yan dezgah dest li kar berda û dest li kar berdana wan hat pejirandin heya dema komîteya serkirdayetî berpirsek bo mekteb yan dezgahan dest nîşan dike alîkar kar bi rêve dibe. 
8.Her mektebek yan dezgahek dikare civatek pêk bîne.
9.Her mektebek dikare di dema pêdvî de şêwirmend dayne.

Madeya 49 : 
1 .mekteb ya dezgeh pêk tê ji çend endamek ku berpirsê mekteb wan berbjar dike ligorî şarezayî û pisporî.
2 . berbijarkirina her endamekî bo posta endamê mekteb yan dezgeh bi nivîsekê dibe ku berpirsê wî dişîne civata navend bo wergirtina rezamendî.
3 .di demekê de civata navend berbijar red kir mekteb yan dezgeha wî dikare daxwaza dubare kirinê bike.
4 .eger civat bo cara duyemîn daxwazê red kir biryara civat pileya dawî werdigre.


Madeya 50 :
1. mekteba rêxistin bilindtirîn desthilata rêxistine û erkê wê rêvebirina organên rêxistin û danîna nexşeya giştiya rêxistin digre ser milê xwe û ji 9 endaman pêktê ku 2 ji wan jin dibin.
2 .organên mekteba rêxistin ji melbend,komîte,kert yan bazina cugrafî pêktê her wiha her organeka din ku mekteba rêxistin b pêwîst bizanibe.
3 .beşên mekteba rêxistn pêktê j rêxstn,çavdêrî û helsengandin,amar,rêvebirin û darayî û ragihandin û ronakbîrî.

Madeya 51 : erk û desthilatan
1 .rêberatî kirina rasterasta rêxistinan di warê rêxiraweyî,siyasî û çalakiyên girseyî de. 
2 . helsengandina rêxistinan di hemû waran de. 
3 . pêşniyarkirina vekirina melbenda nû û yekxistina melbendan bo komîteya serkirdayetî. 
4 . derkirina rênmayên pêwîst bo çawaniya pêkanîna komîte û kert û bazineyan an her organeka pêwîst yan din. 
5 . polînkirina endaman ligorî pile û erkên wan.

 

Madeya 52 : civata melbend.
1. civata melbend bilinditrîn desthilat li melbendê ye ku erkê wê cîbicî kirina pilana giştiya rêxistin û çalakiyên (YNK)ê birêve dibe.
2 . civat ji berpirs ,alîkar,kargêran,berpirsê komîte,ji bilî berpirsê melbend,endamekî serkirdayetî dibe pêk tê û hemû di konferansa melbend tên hilbijartin.
3 .berpirsê melbend di rêvebirina karubarê rêxistin li sînorê desthilata melbend û danîna bernameya pêwîst bo pêşxistina erkên melbend di rêxiraweyî ,siyasî,fikrî,girseyî û ronakbîrî.
4 .melbend li sînorê çalakiyên xwe nûneratiya YNK’ê dike.
5 . desteya kargêrî pêk tê ji 7 endam û divê 2 ji wan jin bin bi piraniya deng li konferansa melbend tên hilbijartin.
6 .melbend pêk tê ji van beşan rêxistin,çavdêrî,helsengandin,rêvebirin û darayî,amar,peywendiyan,ronakbîrî û ragihandin.
7 .melbend dikare pêşniyara vekirina komîte û kerta nû bo mekteba rêxistin bike.

 

Madeya 53 : komîte
1 . komîte pêk tê ji çend kertek yan ji çend bazineyan û erkên serperstî kirina çalakiyên YNK’ê li sînorê xwe. 
2 . komîte dikare pêşnyara vekirina kert û bazineya nû bo melbend bike. 
3.civata komîte pêk tê ji berpirsek û du kargêr û berprsên kertan yan bazineyan ku b hilbijartin tê? diyarkirin.

Madeya 54 : mekteba darayî û îdareya giştî
1 . mekteba darayî û îdareya giştî pêk tê ji 7 endam serpereştiyê karên îdarî û darayî û aborya YNK’ê dike.
2 . erkê damezrandin û perepêdana pirojeya aborî û çavkaniyên dahate bo YNK’ê dike.
3 . pêwîste agehdarî tevahiya dahat û xerciyê YNK’ê be li welat û derveya welat.
4 . di meha kanûna yekem de raporta salaneya xwe pêşkêşê sikrtêrê gistî dike û kopiyek ji raporta xwe dide komîteya serkirdayetî.


Madeya 55: dezgeha çavdêriya darayî
1 . dezgeha çavdêriya darayî pêk tê ji 7 endam dezgeh bi berpirsê xwe ve ku hemû pisporin di wê warê de. 
2 .çavdêriya çawaniya dahat û xerc dike li tevahiya organ û mekteb û dezgehên (YNK)ê. 
3 .peywendiya rasterast b sikrtêrê giştiyê (YNK)ê dibe.

4 .raporta demsalî û salane pêşkêşî sikrtêrê giştî dike.

Madeya 56: mekteba rêxirawên demokratîk
1 .mekteba rêxirawên demokratîk pê tê ji 7 endaman.
2. erkê serpereştî kirina rêxirawên pîşeyî û demokratan digre ser milê xwe.
3 .hemahengî digel sazî û sendîkayên civaka sivîl çê dike.
4. ji endamên mekteba rêxirawên demokratîk û berpirsên rêxirawa pîşeyî û navendên demokratîk civatek bi navê civata rêxiraweyan tê pêkanîn û her sê mehan carekê bi ser pereştiya mekteb dicivin û lêkolîn ji kar û barên taybet bi rêxiraweyan dikin.
5. li sînorê erdnîgariya liq yan baskên rêxiraweyan de ku ji 6 liqan kêmtir nebin navenda rêxirawên demokratîk tê pêkanîn.
6. navend hemahengiya demokrasiya temam digel melbend û komîteyan çê dike.

Madeya 57: mekteba şehîdan
1.mekteba şehîdan j 7 endaman pêk tê.
2. erkê wê serpereştî kirina kar û barê girêdayî şehîdane.
3. erkê wê dabînkirina mafên şehîdane,ligorî wan yasayan ku li sazî û dezgehên (YNK)ê û hukûmet wan destnîşan kirye.
4. bername bo ragrtina serwerî û bîranîna şehîdan û tomarkirina dîroka xebata wan çê dike û pilana cîbicî kirina wan amade dike.
5.beşeka taybet vedike bo serpereştî kirina kar û bar û pêdawîstiyên newiyên şehîdan, ku ji aliyê newiyên şehîdan bi xwe ve tê birêvebirin.

Madeya 58: dezgeha xizmeta pêşmerge û têkoşerên kevin (dêrîn)
1.dezgeha xizmeta pêşmerge û têkoşerên kevin ji 5 an 7 endaman pêk tê.
2. pêşkêşkirina xizmet û rêzgirtina pêwîst û hêja bo pêşmerge û rêxistina kevin û zîndaniyên siyasî.
3. lidûvçûna daxwaziyên wan bo dabînkirin û cîbicîkirina mafên wan ligorî yasa û rênmayiyan û berçav derbas kirina wekhevî.
4.dakokî kirin ji serwerî û berhema xebat û têkoşan.
5.pêşmerge û têkoşerên kevin bi hukma wê yekê li her sazîyekê bin dema bin pê kirina mafê، yasayî mafê wan heye bi rîya vê saziyê berevanî ji xwe bikin.

Madeya 59: mekteba peywendiyên giştî
1.mekteba peywendiyên giştî ji 9 endamên mektebê pêk tê.

2.mekteba peywendîyan erkê wê rêxistin û pêşvebirina peywendiyên (YNK)ê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê û Îraq û welatên derve digre serxwe.
3.ji çend beşan pêk tê û her beşek endam mektebek wê bi rêve dibe.

Madeya 60: dezgeha hilbijartin
1.dezgeha hilbijartin pêk tê ji 5 an 7 endaman û amadekarî û serpereştiya hilbijartinan bi hemû qonaxên wê dike,ku pêktên ji amadekirina lîsta dengderan û berbijaran,raghandina pirensîp û yasayên bangeşeyên hilbijartinan,rêxistina pêvajoya dengdan,cuda kirina dengan,hûrbûn ji gilî û gaznan û raghandina encamên hilbijartinan.
2.dezgeha hilbijartin serpereştiya hemû wan hilbijartinan dike ku di destûra îraqî û yasayên hilbijartinên parlemana îraqê û parlemana Kurdistanê amaje bo wan hatiye kirin,digel hemû hilbijartinên nav (YNK)ê bi xwe û rêxirawên demokratîk di hemû qonaxan de.
3.dezgehên hilbijartin di peyrewa karê xwe de wan beş û erkan diyar dike ku di komîsiyona hilbijartinan de li kongre hatiye pejrandin.

Madeya 61: 
divê komîteya serkirdayetî di warê teknîkî û darayî de hemû pêdawîstiyên karkirina dezgeha hilbijartin amade bike û hemû pêdawîstiyên fêrbûn li derve û navxweya welat bo pêgihandina kadroyên vê dezgehê dabîn bike.

Madeya 62: mekteba ragihandin
1.mekteba ragihandin ji 7 endaman pêk tê.
2.erkê mekteba ragihandin gihandina bîr û nêrînên Yekîtî û belavkirina rewşenbîrî û lêburdeyî û mafên mirov û demokrasî bi awayekî ku canê biratî û nîştiman serwerî û hesta welatî bûn dike,bi rîya amêrên xwendinî û dîtinî û ragihandin digre ser milê xwe.
3.serpereştî dezgeha navendiyên ragihandinê dike.
4.rewabûnê dide cudahiyên Yekîtî digel aliyên din di nav raya giştî de dide.
5.stratejiya wekheviya civakî ronî dike.

Madeya 63: mekteba çavdêrî û dûvçûn
1.mekteba çavdêrî û dûvçûn ji 7 endamên mektebê pêk tê.
2.erkê wê çavdêrî kirina rewşa kar û barê organan û dûvçûna karên wan digre ser mlê xwe.
3.lêkolîn ji kêmasiyan dike û raport di wê derbarê de amade dike û bo komîteya serkirdayetî dişîne.

Madeya 64: mekteba civakî
1.mekteba civakî ji 5 bo 7 endaman û endamekî komîteya serkirdayetiya wê dike.
2.hewl dide bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û xurt kirina peywendiyên navbera çînên cuda yên civakî bi merca berçavan derbaskirina çespandina yasa û rêgirtin ji her serpêçî kirinek ji bingehên yasa.


Madeya 65: akadîmiyaya hşyarî û pêgihandina kadroyan
Pêkhate û erkên akadîmyaya hişyarî û pêgihandina kadroyan 
1.ev akadîmiya ligorî pêwîstî pêk tê ji çend kadroyên şareza û pispor.
2.vekirina xul di warê cuda cuda de bo kadroyên، (YNK)ê li welat û derveyî welat.
3. rêxistina erşîv û dîkomênt kirina dîroka (YNK)ê
4.derkirina kovareka fikrî.
5.girîngî dan bi lêkolîn û hizir û rewşenbîriya serdemî û sazkirina panel û konferansan.
6.amadekirina lêkolînan derbarê bûyerên navçe cîhan û arasteyên raya giştiya xwemalî ku taybete bi endamên komîteya serkirdayetî û organan,bingeha veguhestinan.

Madeya 66:
Derbarê heykelê rêxistina melbendan desthilat tê dayîn bo mekteba rêxistin û komîteya serkirdayetî bo danîna heykelê guncaw di heyama (6) mehên de berçav derbas kirina bajar û qeza û navçeyan û navçeyên qutbûyî û cihên cuda cudayên din.

Madeya 67: 
Her biryarek an birgehek ji biryarên organ û mekteb û dezgehên berê digel vê peyrewê de guncaw nebe kar bi wê nayê kirin.

Madeya 68:
Ev pirogram û peyrewa navxwe ji ber wê yekê di 3’mîn kongreyê de hatiye pejrandin tê cîbicî kirin.
 

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî