Mela Bextiyar

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan

  2019-12-21 13:22      76 Car hatiye dîtin        Şîrove

Rewşenger û siyasetmedar Mela Bextiyar, li hola Dr. Îzedîn Mistefa Resûl li Hotel Grand Mîlenyum li Silêmanî, (09-11-2019) di panela “Bandora cîhangîrî û sosyal medyayê liser serhildananan” de gotarek pêşkêş kir û bi hûrgilî ronahî xist liser vê mijarê. 
Mela Bextiyar di despêkê de bal kişand liser pirtûka xwe “Şoreşa Kurdistan û Guherînên Serdemê” ku di salên 1988 -1989’an de nivîsandiye û got:
Di vê pirtûkê de du heqîqet hene. Yekem – Paş şerê sar, şoreşa çekdarî wek stratejî di dîrokê de bi dawî bû. Ligel ku 30 sal bi ser wê pirtûkê re derbas bûye, em dibînin ku çi şoreşeke çekdarî stratejiya xwe nekariye bibe ser”. Duyem – (Xebata çiyayan, yan serhildanên bajaran bi  têzekî nû bi navnîşana “serhildana berdewam”)... Rasterast, derket ku eger rêbaza şaş hatibe peyrewkirin, çekên gran û karîna xurt, milletan rizgar nake! Lê, eger rêbaza rast hatibe peyrewkirin, millet bi berxwedêriya xurt, rizgar dibe.
Şoreşa çekdarî, xelkê nedaye bi serhildanê, belku daye bi erdê. Serhildana berdewam, bingeha xwe heye û nabe çi cûrek, ne pêş û ne paş serhildanê bi xebata çekdarî ve bê grêdan. Gelo, niha li Bexdad, Lubnan, Cezaîr, Sûdan û Şîlî xebata çekdarî heye? Wa em dibînin, yek çekdar, pêşmege û gerîlla nîne, lê serî hildane; li hinek ji wana hikûmet guherandin e û li yên din jî diguherînin”.
Cîhangîrî sînoran radike û jiyanê bilez diguherîn e
Dema min ew pirtûk nivîsand, mijarek bi navê “cîhangîrî” nebû û hêj sîmaya serdemeke nû li cîhanê, ji aliyê teorîsyen û sîyastemdar û serkirdeyên mezin ve, kêm kêm axaft liser dihat kirin û dihat gotin; “sîstema nû a cîhan ê”. Sîstema nû ya cîhanê, gellek dem nexwar pêşkevt ji bo global û piraniya cîhangîriyê; paş peydabûna înternet û pêşkevtina înternetê ber bi sosyal medyayê ve, êdî cîhangîrî tefna xwe bi ser cîhanê de hûnand. Bi kurtî, cîhangî ewe; sînorê aborî, siyasî, yasayî, civakî, ragihandin û peywendiyên tak û malbatê jî nahêle. 
Cîhangîrî, hêdî hêdî, sînorê niştimanî ji holê radike û xebata neteweyî û pîrozî neteweyî diguherîne. Xebata cînayetiyê jî qet û qet wek xwe namîne. Civakan diguherîne, peywendiyê tak û malbatê re, bi sistem, bi civak, bi çînayetî, bi welatên xwe, bi welatên derdorê û hêmû cîhanê re diguherîne. 
Paş şerê sar çarîkek sedsal bi ser cîhangîriyê de derbas dibe û em dibînin ku em hemû di jêr bandora cîhangîriyê de ne. Cîhangîrî û sosyal medya, sosyal medya û cîhangîrî, du ruyên yek arastayê ne, em nikarin bi çi awayekî wan herdu rûyan ji hev cûda bikin. Ne mumkune em sosyal medyayê ji cîhangîriyê derbixin û ne mumkune cîhangîrî bikare bandora xwe neke û nikare bi çi awayekî deriyan ji bo xwe veke û berjwendiyên xwe û bazaran kontrol bike û wiha bike ku hemû takek bibe bazara saxkirina alavên (berhemên) cîhanê. Belku, her civakek, çîn û tebeqeyek û grûbek dixwazin bi rêya înternet û onlaynê bi reya hûrgiliyên teknîkê, sîstema nû ya cîhanê bi ser hemû cîhanê bisepînin. 
Nerînên cûda liser cîhangîrî heye; nerîna liberalan, çepgîran, nerîna îslamî û nasyonalîstan yên sereke ne. 
Çi takek bi gelenperî liser cîhanê nîne ku neketibe jêr bandora sîstema cîhangîrî û alavên nû yên cûrbicûr yên sermayedarî û şîrketên niha bikar ne anî be. Cûdahiyê vê dinyayê û şoreşa me jî di vê de ye; di şoreşê de me bi teter (nûçevan, nûçegihêner bi rêya mirov) kar dikir, lê niha bi twîterê îş dikin.
Cîhangîrî, tenê bêrîk, berjewendî, grîngiya neteweyî, çînayetî, bîrdozî û felsefeya me naguherîne, belku çawanî biryardana me diguherînê û biryara çarenivîsê dide me.
Serhildêr dijî gendeliyê serî hildan e 
Eger di nêv serhildana İraqê de rapirsiyek bê kirin, wê piraniya xwepêşanderan bêjin ne felsefe, ne bîrdozî, ne partî û ne karîzmayeke me heye. Wê bêjin, çi serkirdeyek, wezîr û serokwezîrek ne bi dilê me ye. Lê, hun bipirsin tu dijî gendeliyê ye? hemû dê bêjin: “belê”.
Ev hemû, dînamoya dijayetiya gendeliyê ye û daxwaza adaletê dikin. Wate, êdî pêwîstiya siyaset, hatine ser cade, serhildan, xwepêşandan, guhertina hevkêş û sîstem û hikûmetan bi rêxistina şane, pol, liq û navçeyê nemaye ji bo kom bike. Ne telavîzyon, ne radyo, ne malper û ne rojnameyên xwepêşanderan heye; lê, bêrîk û înterneta wan heye, feysbûk û twîterên wan hen e. Ev yek ji destê çi serkirde û karîzmayekî tê ku niha li Lubnan, İraq û Cezaîrê heyê û li Sûdanê jî hebû?
Netewa Kurd nikare nekeve jêr bandora sosyal medya yê
Em wek neteweyek, em bixwazin yan nexwazin, bi praktîkî em mehkûmin bi van guherînan, bi zanyariyên we, bi teknîk, bi propaganda, bi medya, bi aborî, bi sîstem û bi arasteya wê jî û bi çi awayekî em nikarin ji mehkûmiyeta cîhangîrî û ji bandora sosyal medya derbaz bin. Ya ku dimînê ewe; partiyên me, hikûmeta me, gelo çaverê dikin li vê Rojhilata Navîn, rûdaw me bicîh bihêlin! Yan, bi lêkolînkirin, bi rexne lixwegirtin, bi darijtina programekî saxlem, bi têgîhiştin ji serdemê û nerînên wê, ji pêdivî û bandora serdemê, em dikarin bi hevahengî van guherînan biguherînin. 
Eger, em biguherînin, bê guman emê pêşkevin û dikarin pirsgrêkên xwe çareser bikin. Naguherin, vêca her hikûmet û partiyek neguhere, ne şert e bi serhildanê jinav bê birin; belku, bi hilbijartin dawî lê bê, bawerî jê bê wergirtin. 
Partî û hikûmetên neçin nav guherînan dê wêran bibin
Di vê serdemê de ev nemaye ku teknîka wê bikar bîne û felsefeya wê bikar neyne; bandora wê ya siyasî û civakî bê pişguhxitin. 
Di siberojê de guherînên gellek cûrbicûr ji yên niha zêdetir bên rojevê; lewra, divê hikûmeta me, wezaretên xwendina bilind û perwerdê divê neslên me bi vê dinyayê aşna bikin û ji bo tûşî şok nebin û biçin nêv vê dinyayê, pêwîste hem bi pîskolojî û hem bi civakî amede bike. Her welatek, grûpek, bajarek, dewletek, sîstemek, hikûmetek û parlementoyek bixwaze neçe nêv wan guherînan ku dinya tefn kiriye, bê guman dê wêran bibe.
Ev guherînên hanê qedera me ye û ev qeder jî wekî qedera dagirkeriya kevin nîne ku bi tevgerekî îslamî û çekdarî durust bikin û ligor xwasta xwe arasteya wê ya siyasî û neteweyî û niştimanî diyar bikin. Yan partiya çînayetî û partiya neteweyî hevkeşan bi kêfa xwe biguherînin. Wiha nabe, partî û sîstem jî divê biçin nêv wan guherînan; çunkî çi keresteyekî (amûrekî) vê serdemê nîne, hikûmet û dewlet bikaribe pişguh bixe û partî jî divê perwerdeya fikrî û felsefî amade bikin. Gumana we nebe, her partî û deshilatek ku dijî van guherîn derbikeve, ew partî û ew dewlet  û ew sîstem û ew hikûmet, bi temamî dê bişkê.
Partiyên Kurd dive xwe ligel guherînan biguncînin
Şertûmercên cîhanî, jiber encamên cîhangîrî û sosyal medyayê ew metirsî nîne ku trajediyên mezin bi ser me de bên, wekî enfal û kîmyabaran, ew metirsî di dîrokê de kota bûn e. Ligorî baweriya min li vir û li Rojava jî her wiha ye û derket, dema Amerîka biryar da hêzên xwe vebikşîne, çi givaş û nerazitî bi ser Serokê Amerîkayê de durust bû. Lewra, raya giştî rayekî pir ji sozeyê beramber me û xwendina min wiha ye ku trajediya mezin rû nade. Lê, em jî nikarin bi hizra kurdayetiyê ya klasîk ya serdemêkê, partiyên hemû beşên Kurdistanê, guherînen vê serdemê yên cîhangîrî û sosyal medyayê bixwînin ku cade û zîhniyeta guherî ya xelkê, pîskolojî û berjewendiyê xelkê guherindiye û nerîna neteweyî û çînayetî wekî caran nemaye; hemû partiyên beşên Kurdistanê divê bizanin xwe çawa xwe ligel van guherînan biguncînin. Lewra, her serkirdeyek ji serkirdeyên beşên Kurdistanê, hizrê li wê yekê neke, beşekî grîng ya stratejiya xwe ligel van guherînan biguncîne, vêca bê guman derfet her wê bê û ji destê me biçe. Lê, eger, em biguherin ligel guherînan, emê ji derfê sûdê werbigrin. Wa guherin, me bicîh dihêlin û salên bê jî dê salên guherînan be. 
Ev karînên li beşên Kurdistanê hen e, çi karîna şorgeriyê u hêza çekdarî ya şoreşgeriyê ku maye, paşmayê dawiya dawîn qonaxa xebata şoreşgeriya me ye û kota enerjî û dawîn derfeta sûd wergirtine ji bo xebata şoreşgeriyê. Eger, arasteya, ev xebata me ya şoreşgeriyê ku heye, em partiyên me ku hen e, ev îdolojî û felsefeya me ku heye, ev soza me ya neteweyî ku heye, ligel arasteya guherînan neguncînin ku ji niha û pêve li hemû beşên Kurdistanê guherîn derdikevin pêş û li hemû wan welatên beşên Kurdistanê di nêv de ne, eger bi aliyê demokrasiya nû xwe neguncînin û netamînin, emê şikest bixin.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye‬ Mela Bextiyar
2020-02-16 20:22      58 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      62 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      78 Car hatiye dîtin

Dawî bi gotara kevn hatî ye‬ Mela Bextiyar
2019-11-07 02:01      82 Car hatiye dîtin

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!‬ Mela Bextiyar
2019-11-02 16:37      83 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      96 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      128 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      119 Car hatiye dîtin



Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan‬ Mela Bextiyar
2018-12-05 13:44      150 Car hatiye dîtin

Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      145 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      143 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      116 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      142 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      152 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      145 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      181 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      235 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      227 Car hatiye dîtin

YNK û destbidestkirina deshilatê‬ Mela Bextiyar
2018-01-11 02:17      228 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      210 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      240 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      196 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      233 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî