YNK nexweşxaneyeke taybet bi tûşbûyên koronayê pêşkeş bi xelkê Kerkûkê dike

  2020-03-18 21:00      93 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK li Kerkukê nexweşxaneyekê ji bo tûşbûyên koronayê ava dike

Malbenda Kerkûkê a YNKê, avahiyêkê, ji bo durustkirina nexweşxaneyeke taybet bi êşa koronayê, pêşkêş bi Rêvberiya Tenduristiyê a Kerkûkê dike.
Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî lêçûnên, avakirin û pêwîstiyên nav nexweşxaneya taybet bi nexweşiya koronayê, digrin stuyê xwe. 
Berpirsê Malbenda Rêxistina Kerkûk a YNKê Mihemed Osman, ragihand; Malbenda Kerkûk a YNKê, avahiyêkê pêşkêş bi Rêveberiya Tenduristiyê a Parêzgeha Kerkûkê kiriye ku ji bo bibe nexweşxaneyek taybet bi vîrusa COVID-19 li parêzgeha Kerkûkê. 
Berpirsê Malbenda Kerkûk yê YNKê, aşkere kir ku hevserokên YNKê, mesrefên avakirina nexweşxaneyê û dabînkirina alavên pêwîst yên nexweşxaneyê, girtine stuyê xwe. 
Mihemed Osman, da zanîn ku nexweşxanê di dema nêzîkî heftiyekê de bê durustkirin û dê bikaribe 150 heta 200 nexweşan li xwe bigre. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî