Serokkomarê İraqê, Mihemed Tewfîq Ellawî erkdar kir bi pêkanîna hikûmetê

  2020-02-01 18:37      91 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dr. Berhem Ehmed Salih, bi resmî Mihemed Tewfîq Ellawî, ji bo avakirina hikûmeta İraqê, erkdar kir

Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Ehmed Salih, bi resmî Mihemed Tewfîq Ellawî, ji bo avakirina hikûmeta İraqê, erkdar kir. 
Mihemed Tewfîq Ellawî di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku fişara çi aliyekî siyasî ji bo wergirtina postên wezarî, qebûl nake û eger xwe li ser ferz bikin, dê dest ji kar bikşîne. 
Adil Ebdulmehdî ku niha serokatiya hikûmeta karbirêker dike, 2 heyv beriya niha dest ji kar kişandiye. 
       Mihemed Tewfîq Ellawî 1954’ê de li navçeya Kerade ya Bexdadê hatiye Dinyayê û 1977’ê de İraq bicîh hiştiye û çûye Lubnan ê.
Li Beyrûtê, li Zanîngeha Amerîkî beşê endazyariya bînasaziyê xwendî ye. Li Brîtanya û Lubnanê jiyaye. Endamê aktîf yên Encumena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) bû ye. 
Şêwirmendê Rêkxirawa Mafên Mirov a NY bû, endamê Partiya Dawa ya Îslamî bû. Ligel Eyad Ellawî lîstekî liberalan bi navê “İraqiye” di sala 2005’ê de pêk anî bû û sala 2006’ê bû bi parlementer.
Di salên 2006 – 2007’an de di kabîneya Malîkî de wezîrê veguhestin û gîhandinê bû. Sala 2010’ê di kabineya duyem ya Malîkî de cardin wezîrê veguhestin û gîhandinê bû. 
Sala 2012’ê, jiber nekokiya di nêvbera wî Malîkî de dest ji kar kişandî bû. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî