Encumena Serkirdayetiya Giştî a YNKê, danîna sekreter û deshilatên sekreter diyar kir

  2020-02-05 18:01      128 Car hatiye dîtin        Şîrove
Maddeyên taybet bi jiyana hizbî hatine pesendkirin

Civîna îro (05-02-2020) a Encumena Giştî a Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), taybet bi sererastkirin û pêdaçûna peyrewa navxwe, bi dawî bû. 
Mistefa Çavreş ku bi demkî serpereştiya civînan dike, ragihand; peyrewa navxwe jiyana hizbiye û ew maddeyên hatine pesendkirin, peywendiya wan bi jiyana hizbî a YNKê, erk û deshilatên Encumena Serkirdayetiya Giştî ve heye. 
Mistefa Çavreş, aşkere kir ku awayê danîna sekreter û deshilatên sekreter jî hatiye diyarkirin. 
Mistefa Çavreş, da zanîn ku Şemiya bê, civînên Encumena Giştî a Serkirdayetiya YNKê, taybet bi sererastkirin û pêdaçûn û paşê pesendkirina maddeyên peyrewa navxwe, dê berdewam bin.
Peyrewa Navxwe a YNKê ji 77 maddeyan pêk tê.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî