Encumena Serkirdayetî Peyrewa Navxwe a YNKê pesend kir

  2020-02-18 15:10      80 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyrewa Navxwe a YNKê ku ji 77 maddeyan pêk tê, bi koma dengen hat pesendkirin.

Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi koma dengan, peyrewa navxwe pesend kir. 
Paş zîncîreyek civînên taybet bi sererastkirin û pêdaçûnê bi maddeyên peyrewa navxwe, Encumena Serkirdayetiya YNKê, îro (18-02-2020), li Silêmanî, Peyrewa Navxwe a YNKê, pesend kir. 
Peyrewa Navxwe a YNKê ku ji 77 maddeyan pêk tê, bi koma dengen hat pesendkirin. 
Endamê Encumena Serkirdayetiyê Rizgar Elî, ragihand; ewê berdewam bin li ser peyrew û sembola YNKê ku Serok Mam Celal dibêje: “serweriya me, geşbûna me, grêdayî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye”.
Rizgar Elî, got: “YNKê biryar daye ku rûpelekî nû ya karkirinê di navxwe YNKê û peywendiyên ligel aliyên siyasî yên Kurdistan û İraqê de  veke. Ev peywendî jî dê li ser bingeha yekrîzî û giyanê hevalene be, daku beşek bin ji aramiya İraqê û çespandin û cîbicîkirina Destûra İraqê”.
Di derbarê hilbijartina hevserok û peykerê nû yê YNKê  de Rizgar Elî aşkere kir ; lijneyek hevbeş ji Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyê û Encumena Serkirdayetiyê hatiye pêkanîn û ewê biryara dawî li ser hilbijartina hevserok, organ û peykerê YNKê bidin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî