YNK erkdarkirina Ednan Zurfî ji bo pêkanîna hikûmeta İraqê, erênî dinirxîne

  2020-03-17 23:04      72 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyivdarê YNKê Emîn Babeşêx

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), pêşwazî li erkdarkirina Ednan Zurfî ji bo pêkanîna hikûmeta nû a İraqê dike û dê gotûbêjê ligel hêzên din yên kurdistanî û niştimanî bike ji bo diyarkirina helwestekî yekgirtî. 
Peyivdarê YNKê Emîn Babeşêx, ragihand; YNK pêşwazî li raspartina Endan Zurfî ji bo pêkanîna hikûmeta nû a İraqê dike, wek mafekî destûrî. 
Emîn Babeşêx, da zanîn ku YNK dê ligel hêzên din yên kurdistanî û niştimanî gotûbê bike ji bo yekxistina helwest û tekez kir û got: “gotûbêj, dê li ser pêwîstiya pişgirîkirina reformên tê xwastin ji bo xizmeta hevwelatiyan, pêkanîna daxwazên wan, mîsogerkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û gîhiştin bi hilbijartineke demokrasiyane û rûbirûbûna pirsgrêkên rastî İraqê hatine be”.

Puknow

Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî