Geşt û seyran li Herêma Kurdistanê hat qedexekirin

  2020-03-21 23:05      45 Car hatiye dîtin        Şîrove
Arşîv - Ji bo rêgirtin li zêdetir belavbûna COVID-19 geşt û seyran li Herêma Kurdistanê hat qedexekirin

Her hevwelatiyekî bi armanca geşt û seyran ji  mala xwe derkeve, dê dest bi ser otomobîla wî de bê girtin.
Wezareta Navxwe a Herêma Kurdistanê, îro (21-03-2020), li hejmara xwa a taybet ya di tora civakî feysbukê de ragihand ku her hevwelatiyek bi armanca geşt û seyranê ji malê xwe derkeve, dê dest bi ser otomobîla wî de bê girtin û xwediyê wê bê cezakirin. 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna nexweşiya koronayê (COVID-19), biryara qedexeya derketina derve ragihandiyê û ev biryara dawî jî di wê çarçoveyê de hatiye standin. 

Herwiha, çayxane, kafeterya, aşxane ku qerebilixiyê durust dikin, hatine daxistin û geştûgazar û hatûçûna geştiyar ji deriyên gumrikê û bi rêyên asmanî, hatiye rawestandin.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî