Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din ku bi vîrusa COVID-19ê ketibun baş bûn e

  2020-03-23 18:53      38 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bi giştî ji 77 kasan, 22 kesên bi nexweşiya koronaya nû ketibûn, baş bûne

Li Silêmanî 9 kesên din baş bûne û li Duhok 1 û li Hewlêrê jî 12 haletên nû yên tûşbûn bi vîrusa koronaya nû, hat tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê, ragihand ku 9 hevwelatiyên bi nexweşiya koronaya nû (COVID-19) ketibûn, baş bûn e.
Li Parêzgeha Silêmanî, 9 nexweşên din ku bi nexweşiya koronaya nû ketibûn, baş bûne û dê vegerin malên xwe. 
Heta niha, li Parêzgeha Silêmaniyê bi giştî 22 kesên bi vê nexweşiyê ketibûn, baş bûne. 
Li Hewlerê jî 12 haletên nû yên tûşbûn bi koronaya nû, hatine tomarkirin û bi vî awayî li Hewlêrê hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine gîhişt 22 kesan.

Li Duhokê jî kesekî din bi vîrusa koronoya nû ketiye ku berê jî 1 kes hatibû tomarkirin. 

Li Herêma Kurdistanê, bi giştî 77 kes bi vê nexweşiyê ketine; li Duhok 2 û li Silêmanî jî gîhiştiye 53 kesan.

Heta niha, li Herêma Kurdistanê, ji 77 kesan, 22 kes baş bûne û  kesekî jî jiyana xwe ji dest daye. 
Wezareta Tenduristiyê jî di çarçoveya stratejiya xwe parastin ji vîrusa koronaya nû de rêkarên pêwîst digre ber û daxwaz ji welatiyan dike ku ji malên xwe dernekevin. 
Heta 1’ê Nîsan 2020’ê jî qedexeya hatûçûnê li Herêma Kurdistanê, tê cîbicîkirin.
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî