Ji 97 kesên tûşî nexweşiya koronayê bûne, 27 kes baş bûne

  2020-03-24 22:47      64 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ji 97 kesên bi vîrusa Covid-19 ketine, 27 jê baş bûne û 2 jê mirne

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku rewşa 5 tûşbûyên vîrusa koronaya nû (Covid-19) baş bûye û ji bo malên xwe hatine şandin.
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn, îro (24-03-2020), li Silêmaniyê, ragihand ku 5 kesên din yên bi nexweşiya koronayê ketibûn, baş bûne û vegeriyane malên xwe. 
Li Herêma Kurdistanê bi pakbûna van 5 kesan ji vîrusa koronayê, hejmara kesên tenduristiya wan baş bûne û vegeriyana jiyana asayî, gihîşt 27 kesan.
Wezareta Tenduristiyê a Herêma Kurdistanê jî ragihand ku li navçeya Derbendîxan ya ser bi Parêzgeha Silêmanî, 6 kesên din bi nexweşiya koronayê ketine. 3 ji wan jinin, 2 jê zarokin û yê din jî zilamek e.
Hejmara giştî ya kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, gihîştiye 97 kesan.
Li Herêma Kurdistanê, 2 kesan jiber vîrusa COVID-19,  jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyê din ve, navçeya Derbendîxan a serbi Parêzgeha Silêmanî û komelgeha Sêbîrana ser bi navçeya Xebat ya Parêzgeha Hewlêrê, hêj di karantînayê de ne; tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê, rêkarên pêwîst ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê, cîbicî dikin. 
Puknow
Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî