Li Silêmaniyê 12 kesên din ji êşa vîrusa koronayê rizgar bûn

  2020-03-27 00:41      76 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li Herêma Kurdistanê 104 kes bi êşa koronaya nû ketine

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê a Parêzgeha Silêmaniyê, ragihand ku 12 tûşbûyên bi koronaya nû (COVID-19) baş bûne û 1 haletêkî nû tûşbûn bi bi vê nexweşiyî.
Rêveberê Giştî yê Tendirustiyê Dr. Sebah Hewramî, da zanîn ku li Parêzgeha Silêmaniyê 12 kesên bi nexweşiya COVID-19 ketibûn, baş bûne û bi vî awayî, hejmara kesên baş bûne, gîhiştiye 39 kesan.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê a Herêma Kurdistanê, bi giştî 104 kes li Herêma Kurdistanê bi êşa koronaya nû ketine û 2 ji wana mirne.


Li Parêzgeha Kerkûkê jî îro (26-02-2020), haletekî din ya tûşbûnê bi vîrusa koronaya nû hatiye tomarkirin.
Rêveberiya Tenduristîyê ya Kerkûkê, aşkere kir ku kesek 74 salî li Nahiyeya Leylanê bi vîrusa koronayê ketiye. 
Di çarçoveya kar û çalakiyên ji bo rêgirtin li vîrusa koronaya nû de Nahiyeya Leylan, her evroj hatiye karantînakirin û tîmên tenduristiyê rêkarên pêwîst digrin ber xwe.
Heya niha, li Parêzgeha Kerkûkê 11 kes tûşî vîrusa koronaya nû bûne û ji wana 1 kes mirye û 6 kes jî bi temamî baş bûne.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî