Li İraqê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin

  2020-03-27 00:56      55 Car hatiye dîtin        Şîrove
Li İraqê qedexeya derketina derve heta 11ê Nîsan 2020ê heta dirêjkirin

Li İraqê qedexeya derketina derve hate dirêjkirin
Civata Wezîran a Iraqê di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtin li belavbûn û kontrolkirina vîrusa koronaya nû de qedexeya derketina derve heta 11ê Nîsanê dirêj kir.
Civata Wezîran a İraqê, îro (26-03-2020), biryar da ku qedexeya derketina derve, heta 11ê Nîsan 2020ê bê dirêjkirin. 
Ligorî amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê a Iraqê; heta niha 346 kes li Iraqê tûşî vîrusa koronaya nû (COVID-19) bûne ku  29 kes ji wana jiyana xwe ji dest dane û  103 kes jî baş bûne.
Hikûmeta İraqê, pêştir wek pêngavekê ji bo rêgirtin li vîrusa koronaya nû, ji roja 17ê Adarê ve bo dema 10 rojan qedexeya hatinûçûnê ragihandibû ku ev qedexe, îro (27-03-2020) bi dawî dibe.
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî