Parêzgarê Silêmaniyê spasî Hevserokê YNKê kir

  2020-03-27 23:23      64 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK piştevaniya temam dide ji bo serkevtina bername û planên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Silêmaniyê

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî, îro (27-03-2020), serdana Parêzgariya Silêmaniyê kir û ji aliyê Parêzgarê Silêmanî Dr. Heval Ebûbekir ve, pêşwazî lê hate kirin. 
Di hevdîtinê de ku Qaymeqamê Navendî yê Silêmanî Awat Mihemed jî amade bû; gotûbêj li ser rêgirîkirin li belavbûna vîrusa koronaya nû (COVID-19), hate kirin. 
Lahur Şêx Cengî di axaftina xwe de  spasî hikûmeta xwecîhî ya Silêmanî kir û got: “Em wek YNKê piştevanin ji bo rêgirtin li ber belavbûna vîrusa koronayê û derbasbûna ji vê rewşê”.
Parêzgarê Silêmaniyê jî spasî piştevanî û hevahengiya hevwelatiyan û hikûmet, aliyên siyasî, sazî û dezgehên hikumî û taybet û rêxistinê civaka sivîl kir ku wek yek tîm ji bo nehiştina vê rewşê kar dikin. 
Herwiha, bi taybetî jî spasî Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir ku piştevaniya temam dane bername û planên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Silêmaniyê. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî