Peyama YNKê, xurtkirina aştî û yekrîzî ye

  2020-05-12 23:05      55 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK ligel Yekgirtiya Îslamî, Neslê Nû û Partiya Sosyalîst Demokratîk civiya

Serdanên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi armanca xurtkirin û dariştina peywendiyên xwe ligel hêz û aliyên siyasî, berdewam e.
Di vê çarçoveyê de wefda YNKê bi serokatiya Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya YNKê Qadir Ezîz,  îro (12-05-2020), li Silêmanî, serdana Yekgirtiya Îslamî, Neslê Nû û Partiya Sosyalîst Demokratîk ya Kurdistanê kir.
YNK û Yekgirtiya Îslamî tekezî li ser xurtkirina peywendiyên nêvbera xwe dikin
Wefda YNKê bi serokatiya Qadir Ezîz, serdana Yekgirtiya Îslamî kir û ji aliyê Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî Selaheddîn Behadîn ve pêşwazî lê hat kirin. 
Di civînê de Qadir Ezîz, tekezî li ser grîngîpêdana serkirdayetiya nû ya YNKê ji bo xurtkirina peywendiyên herdu aliyan û tev hêz û aliyên siyasî kir û got: “Yekgirtiya Îslamî di qada siyasî de hêzekî grînge û divê rêz li nerîna wê bê girtin”.
Qadir Ezîz, ragihand ku ji bo avakirin û dariştina peywendiyên rast û durust, xurt û hevçerx, sardanên YNKê ji bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û İraqê, dê bidomin.
Qadir Ezîz, bal kişand li ser rewşa jiyan û debara hemwelatiyan ku ji qonaxekî dijwar re derbas dibin û diyar kir ku divê, YNK û tev aliyên din yên siyasî, hemû hêz û karînên xwe ji bo çareserkirina pirsan, dosyayên hilwesîmayî yên nêvbera Hewlêr û Bexdadê û mîsogerkirina miaş û budceya Herêma Kurdistanê, bixin ger.
Selaheddîn Behadîn jî di axaftina xwe de ragihand ku ewê, peywendiyên xwe yên ligel YNKê, xurtir bikin; li parlementoya Herêma Kurdistan û İraqê jî dê Fraksiyonên Yekgirtiya Îslamî têkiliyên xwe ligel Fraksiyonên YNKê xurt bikin.
Selaheddîn Behadîn, tekez kir ku pêwîste hemû alî bi hev re karbikin ji bo çareseriyê û aliyên siyasî li ser nemerkeziyetê kok in ku di bernameya hikûmeta Herêma Kurdistanê de cîh digre û di berjewendiya Herêma Kurdistan û şêniyên tev bajaran de ye.

YNK grîngiyê dide bi peywendiyên xwe yên ligel aliyên siyasî
Wefda YNKê, her îro, serdana Neslê Nû kir û ji aliyê serkirdayetiya wê partiyê ve pêşwazî lê hat kirin.
 Di civînê de Wefda YNkê tekez kir ku YNK bê cûdahiya bîrûra, grîngiyê bi peywendiyên xwe yên ligel tev partî û aliyên siyasî dide û peyama YNKê jî parastina yekrîzî û aştiya nêvbera aliyan û çareserkirina pirsgrêkan e.

Qadir Ezîz û Mihemed Hacî Mehmûd peywendiyên du alî nirxandin
Wefda YNKê bi serokatiya endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoyê Qadir Ezîz, her heman roj, serdana Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd civiya. 
Herdu aliyan, ji bilî xurtkirina peywendiyên navbera YNKê û Partiya Sosyalîst Demokratîk, gotûbêj li ser pirgrêkên ku di rojeva Herêma Kurdistan û İraqê de ne, kirin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî