Program

Derî

Di şert û merceka cîhanî ya guhertî de , di rewseka siyasiya guhertiya Îraqê û heta astek li navçeyê jî siyasî,aborî,teknolojî û medyayî bi ser tevahiya cîhanê belav bûye: ev golobalîzm, piştî wê yekê di sed sala 18 an de şoreş û pêvajoya demokrasî gihande asteka bilinda aborî,siyasî,civakî,mafê jinan û serbestiyên tak û kom: heya niha, tevî kirîz û astengiyan û cudahiya çewsandina çînayetî, nek demokrasî û burjiuwazî,tûşî herfîn û jinavçûn nehatin , belkî stratejiya demokrasî û bazarê azad, pêşkeftinê gihstiye aştekê û araşteyekê, êdî nikarin deştkeftên şarstanî ya demokrasî, di çerçoveya rojava de monopol bikin:belkê dibe piştî şerê sar, bo tevahiya cîhanê jî veguhezin.
Ev jî ne bi tenê ji ber wê yekê demokrasî û mafên mirov û azadiyan, bo tevahiya mirovatiyê girîngin, belkî ji ber wê yekê jî kû koma sîstema burjuwazî di parastin, pêşketina demokrasî, azadî û ewlehiya cîhanê jî pêwîstî bi belav kirina teknolojya û şaristaniya nû ya demokrasî heye, bo cîhanê.
Cîhan seranser , ji bakur û başûr ve bo rojhilat û rojava ya topa erdê. Di şert û merceka wsa tevlihev de cîhan û globalîzmê rojên( 1 - 14 \6 \2010 ) li bajarê Silêmanî Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê sêyemîn kongreya xwe di bin diruşma (ber bi guhertin û bicih kirina yekîtî dinav yekîtî de) bo (1671) endamên kara yên xwe saz kir. 

Têde ev peyrew û pirogram hate pejrandin.bi vê yekê jî heya 3 salên din ev peyrew û pirogram dûrnemaya felsefîk,îdolojîk,siyasî û heykela rêxrawî ya Yekîtiye: kû di encama diyaloga azadane zêdetir ji (1000) endamên kongre, dinav kongrê û komîteyên kongreyê de hatiye pejrandin.

lihember danîna mijariya birgeyên vê peyrew û pirogiramê digel peyrew û pirogirama duyemîn kongreya yekîtî bi hêsanî guhertina tev alî derdikeve û van guhertinan jî daxwaziya bi salan ya binkeyan û dilsoziya yekîtî bûn ku bi kêfxweşî gihişt encama xwe. niha dimîne soz : heya çaremîn kongirê asta pêbendbûn bi peyrew û pirogiram û biryar û raspardeyên kongireyê: belkî çawaniya cîbicîkirina wan bo xebat û kiryar erka dîrokiya organên yekîtîye ji heval sekrtêrê giştî bo serkirdayetî.bi vê yekê jî em dikarin peyman û peyama kongireyê di nav rencderên bîr û hêz di nav cemawer, di xebata siyasî û civakî û hizrî de weke hêzeka sosyal – demokrat ku xwedan bername û statuya civakiya cudaye jibo tevahiya erkên pêvajoya demokrasî û berdewam bûn.
ber bi dadperweriya civakî jî ,bi kar û encama demokrasiyane ya rasteqîne di nav gelê me de biselmînin.bê guman bo hêzeka dîrokiya çarenivîs saz ya weke yekîtî jî di rewşa îro ya cîhanê û navçeyê û Kurdistanê de jî bo yekîtiya ku heya niha pêşenga mînakên erkên siyasî û civakî kareka ne dijware.lê yekîtiyeka şoreşger ya demokrat kariye: di rojên bê hêvî bûnê hêviya serkeftinê bide jiyan kirin.lihember karesat û kîmyabaran veguhestin û surgun kirinê lihember xwe daye ,berya şerê îraq û îranê û piştî rêketina wan jî stoyê xwe xwar nekir û xebatê berdewam bike.otonomî d destpêka salên 80 an de bixe nav çala berfê û stratejiya çareya xwenivîsîn bike armanc,rola herî bi bandor di destpêkirnia serhildanê de bilîze,ezmûna federalî kiribe rastîyeka dîrokî,dînamoya herfîna faşîzman bûbe,lihember çekdarên selefî de ,metirsî liser demokrasî nehêştibe,yekemîn rojnameya rojane derxistibe û yekem kenala televziyoniya Kurdistanî damezrandibe,karîbe berxwe bide lihember destwerdanên herêmî û pîlanên wan,bi bandortirîn hêza demokratîkxwaz û azadî û serbestî be,yasaya rewşa kesayetiya jinan guhertibe,jibo ava kirina îraqa demokratîk de,hêzeka sereke be,ji eniya Kurdistanî ve bo hevpeymaniya Kurdistanî,yekîtî her yekîtî be,mezintirîn qulibandina tevlihev kirina raya giştî,tûşî şikestê nekribe,encama pêbendbûn bi demokrasî û azadî û civaka sivîl,bi endamiya hertimiya sosyal enternasiyonal ,hatibe wergirtin,daxwazîyeka pîşeya zaf heya niha sendîkayan çêkiribe,yekîtiyek li çiya û bajar nan û azadî bo nivîskaran dabînkirbe,di 3 mîn kongreya xwe de jî (%20) ya jinan û çendîn genc baweriya serkirdayetî û civata navend wergirtibin....yekîtiyeka wisa ya demar çeqandiya xwedan destkeft û guhertinên dîrokî,bê guman hevalên wê dikarin biryar û bernameyên wê , di nav civakê de cîbicî bikin û çi jî pêwîst bike,bo rastkirina kêmasiyan,xemsarî û gendelî bo bastirkirina xizmetkirina civak û gel encam bidin.
em hêvîdarin.

hevalên yekîtî,yekîtiya pêşenga nû,yekîtiya bedîhênera destketên dîrokî: yekîtiya parêzer û pêşveberê demokrasiyê: yekîtî ...weke hêzeka berdewam ya dîrokî,hevalên wê bê du dilî,xebat bikin û di nav xebat de jî bername û pirograma 3 mîn kongreyê,bikin rênîşandera xizmet û uslub û helmet...di şiyar kirina gel de d berevanî kirina mafên gel de,di çûna nav rencder û kedkarên bîr û hizir de, bo nav tax û bajar û bajarokên dûr bo gundan heya bikarin qonaxa dijwarên din yên xebatê,bi serkeftî derbas bikin.

êdî bo pêşve ber bi dijwariya demokrasî û sîstemeka sekolar û civaka sivîl û di pêşerojê de bo bi dest anîna civakeka wekheviya civakî....mekteba siyasî

1-Qonaxa derbas kirin

Kurdistana îraqê di qonaxeka îdarî,siyasî,civakî ,aborî,çandiya hestyar de derbas dibe,ku qonaxeka veguhestinê ye û hêj bingehên aborî,rêzbendiya çînatî û arasteyên wê yên rewşenbîrî ,bi temamî pêk nehatine.

ligorî wê yekê jî hêj hevrikiyên navbera tezên cuda cuda,ji bo formûla qonaxê bi germî di rojevê de ye.

golobalîzm jî bi aliyên xwe yên geş û tarî de,tezên serdest û beşek ji bingehên wê li Kurdistanê çê bûne.
ev qonax derbas bûna avakirina ezmûna demokrasî li Kurdistanê ye,beruvajiya serdema şerê yekem ya cîhanê,ku kurdistan hate dagîrkirin û dabeskirin,herwiha cuda ji serdema şerê cîhanya duyem jî ku tu mafên demokrasî bo kurdistanê rewa nehate dîtin, komara rojhilata kurdistanê jî mameleyên destpêkê yên bilokên şerê sar û di serdema şerê sar jî tu netewe û nîştimanek li rojhilat ,li ser destê bilokên rojava û rojhilat ,biqasî neteweya kurd tûşî karesat nehate kirin,heta ku bi awayekê eskere li pêşya rojhilat û rojavayê cîhanê serê jinavbirina neteweya kurd gihandin serê cînosayd û kîmyabaran.
ezmûna niha ya kurdistanê beruvajiya tevyahiya serdemên din, ketiye serdema golobalîzm û di vê serdemê de jî yekemîn care pêla demokrasî ji rojava dighêje rojhilat,ji bo cara yekeme ku aliyên geş yên serdemê hevahenge ligel stratejiya rizgarî û demokrasya kurd û kurdistan,ji bo wê yekê kurdistana îraq ku beşeke ji îraqê,weke dewleteka pir netewe û pir olî û pir mezhebî li ser bingeha federalî û demokratîk û parlemanî bingehên avakirinê hatye çêkirin,lê di mesandina arasteyeka serbixwe de, ji avakirina civakeka bi vê rengî ku mîna dewlet – netewe be azad û dest vekrî nîne,jber ku eu rê ,jbo kurdistana îraq, bi dehan rêgirên siyasî û destûrî hatye girêdan,ev jî wisa kiriye rewta geşekirina tev alî û serxwebûna kurdistan karek gelek dijwar be û d encam de nikarin pênaseyeka temam serbxwe bo wê bê krn,d warên cvakî de jî ,cudahyên çînatya kurdistana îraqê, dibin bandora aborî û rewta golobalîzmê de bilez pere sendiye,destpêka bingehên rêzbendîyeka çînatiya nû derxstiye pêş û bi vê yekê pêkhatina bingehên seretayên çîna navîn,bûye cumgeyeka girîng ya guhertinên civakî, ji vê yekê jî di nav tevgera civakiya nûya kurdewarî de tevgereka nûya karker jî, li ser bingeha xebata pîşeyî û sendîkayî û reformiya hevdem heta ku tê,pêş dikve.
her çiqas ew cudahiya çînatî têde nîne,xesleta komelekin,hêj bi temamî weke civakeka pênase kiriya serbixwe nehatine xemlîn,çîn û cudahî û hevrikiyan di bilindbûn û daketinê dene,ji bo wê yekî herî kêm dikarin bêjin: di warê aborî û civakî de bi giştî nehatiye xemlandn,lê ev nexemlandn nebûye sedema vesartina tistên navbera çînan û berjewendiyên nakokên wan.

ev kelîna çînatî jî tevî pêwîstî yên aborî yên dîrokî ya wê, di niha de li pêşiya avakirina civakeka asûde û wekehev û sûdmend bi aştiya civakî ku wekhevî fersenda çawaniyekê çêbike, bûne rêgir.

2-Rizgarya Kurdistan

Ji aliyekê din ve Kurdistana Îraqê di warê siyasî de xwedan tevgereka rizgarîxwaze weke xeyatê nîştimanek ku hatiye dagîrkirin û perçekirin û ji mafên demokrasiyê hatye bê parkirin ku beşek ji armancên wê hatine bi dest xistin lê digel wê yekê de jî gelek armancên me mane,ku nehatine bidest xistin û di demên pêş de serkeftina tevgerê û taybetmendiya siyasî û aboriya her beşek ji kurdistanê heya astekê çemka kar pêkiriya me jî bo tevgera rizgarî xwaz û demokrasî bixe bin pirsiyarê, diyare di heman demê de jî vê taybetmendî jî bo stratejî û siyaseta yekîtî ji stratîj û siyaseta gelek aliyên din li perçeyên din yên kurdistanê cuda dike,eger çi ji wê yekê jî bi bawerin ku întima bo nîştiman û netewe hêj bo çemka rizgarî cuda nebe,hêj tevgera rizgarî l kurdistana îraqê pêwîstî bi berdewam kirina xebata destûr û şaristanî heye.hevdem temambûna erkên tevgera rizgarîxwazî li kurdistana îraqê take metirsî nîne li ser tevgerê belkî rewş û paşeroja îraq û rewşa navçeyê jî ku herî dawî kurdistan di pirsgirêka hevbeşa dijwar deye bihêz û amadeye,metirsiyên dinin lihember paşeroja tevgerê û pêvajoya demokrasî jî li navçeyê .
hêj li kurdistan ne di warê rastî û ne di warê teorî de jî li pêşberiya vê qonaxa derbasbûna demokrasiyê rêzbendiya çînatiye hêj nehatiye xemlandin,eniya sosyosyasyan bi tevahî helawibirid nebûn,ku ev bi tenê bi helumercên qonaxên veguhestin bo modernîte nehatne grêdan,belkî bi hev pirsgrêkên siyasî yên navçeyê bi şert û mercên çandî û aborî û siyasî yên navxwe jî girêdaye,çêdibe şert û mercên siyasya qonaxa rizgarîxwazî vê fakterê bi bandor be ku sînorên cuda yên çînatî û hevrikiyên çînatî navbera çînên ku hêj nehatine xemlandin di warê aborî çandî sosyolojî û saykolojî de di aştî de hêştibin an hevrikiyên navbera wan bi nermî birêve biçe,lê egera wê yekê heye di dahatû de hevrîkiyên çînatî tundtir rubirûya hevdu bibin,wê demê jî civak di hizra temam nekirina erkê rizgarîxwazî bi awayekî demkî veguheze bo hizrên civakî.
di warê aborî de jî kurdistan niha di qonaxa pêşketin deye û ew pêşketin jî bi tenê ya qonaxekê nîne,belkî çêdibe bêgotin pêvajoya sermayedarî jî di qonaxa veguhestinê de bê ku zemîneyeka mijarî ya aborî û yasayî bo bikarxistina wê sermayeya xwemalî hatibe amadekirin daku beşdarîyeka karatir di mameleyên darayî yên navçe û cîhanê de bike.
yanî nebûna wê zemînê ye heya astek rêgire li pêş besdarbûna kara ya sermayeya serhevketiya navxwe.
di pêvajoyên geşepêdana aborî û guhertina kenalên dahatûya kurdistan,ku hevkariya hikumet di birêvebirina pêvajoya aborî û civakî bike.
niha sermayeya serhev kom bûy dikare baştir erkên aboriyên xwe cîbcî bike û karatir di piroseya geşepêdana aborî û çêbûna edaleta civakî,bi rîya ji nûve dabeşkirina dahata beşdar be,ji bo vê yekê jî pêwîste sîstema bac guncawtir bê rêxistin.
bi awayekê ku ew sîstema bac hertim ligorî berjewendiya kêm kirina navbera samana sermayedarên mezin û karkeran û kedkaran be û cudahyên çînatiyên çewsîner gav bi gav bên kêm kirin

3- Serdemên zordarî

zêdetir ji (70) salan siyasetên alyên serkeftyên şerê yekem û duyem ya cîhanê heruha di bin siya şerê sar de kurdistana îraqê kiribû beşek ji dewleteka bê bingeh,me di wan 70 salan de û bi taybet piştî duyemîn hatina ser kar ya partiya Baas (partiya Baas ya îstirakî) di temûza 1968 an de bilezgînî an hêdî bi siyaseta çewaşekarî bi şer û kuştin û terorkirin û cînosayid,an bi manora siyasiya berdewam dewleta îraq stratejiya helandina neteweya kurd kiribû armanc û ligorî wê wisa bû ku bi tenê jiber helandna wê neteweyê dikare dewletek pêkbîne ku bikaribe serokatya ereb bike,jibo kongreya partiya Baas ya sosyalîsta erebî bi eskere dîtina wê partiyê derbarê ew neteweyên wan ku dibêjn ku di nîştimana ereb de dijîn kurd jî dinav de sax kiriye û kirbû bi stratejiya partîye nasyonalîstê weke Baas.
vê stratejiya şovînî wisakiribû ku dewleta îraq bi tenê dewleteka polîsî ya xwînrêj nebe belkî bingeha îdolojî û siyasetên liser demarê faşîzm şîn bibû,ku wan bingehan encama komkujiyên Helepçe û veguhestin û enfal jê derket.
enfal bi tenê bingeha berevaniya pêşmergane li kurdistanê çênekir belkî eniya peresendin û guhertinên nav civakê jî bilnidkir bi taybet piştî enfalan ku piraniya gundên kurdistan û beşek ji bajar û bajarokan jî wêran kir,welatîyan jî mecburî kamp nişînî û belavbûnê dinav tax û kolanên bajaran kir,eger serhildan çend salên din paşde biketiba an qet çê nebiba wê demê bê guman niha behs kirin ji komela kurdistan mjareka din bû.
.
ew guhertinên ku di heyama nêzîk bi sê salan de ji enfalê heya serhildanê di asta civakî de rûda,bandora wan liser rewta geşe kirina kurdewarî tirsnak bû,ku hêj sirovekirina zanstiya pêwîst bo nehatine kirin.
ewê ku divê livir bilez bê behs kirin ewe ku ew guhertinên bi awayekî çêbûn ku gesekirina civakê tûşî cureyek ji têkdanê kir,ku arasteya geşe kirina aloza tîjbi girêk û gol bû.
bûyerê piştî serhildanê û piştre jî şerê navxwe,rewşê aloztir kir û digel aloziya siyasî de aloziya civakî jî bibû sîmaya civak di wê qonaxê de heya piştî herfîna rejîma Sedam û pêkanîna dewleta nû ya îraqê ev dewlet beruvajiya destpêka çêbûna wî di sala 1921 an de di bin siya wê rewşê de hel u mercên pştî 2002 an li cîhan û navçe û îraqê çêbû,kurdistan ku wê demê û niha jî besa herî aram û pêşketiya dewleta îraqê ye bi awayekî rêjeya ber biçav aramî û baweriya siyasî û civakî bixweve dîtye,ku bûye sedema wê yekê bingeha çînatî heya astek tevlihev ya siyasî û civakî serdema berê şîn bibe nexşeya çînatya civak baştir xwe derbixe bi awayekî ku di 7 salên rabihurî de guhertinên bingehîn d pêkanîna civaka kurdistanê de çêbûne.
niha wan çînan heya astek ji hev tên cudakirin û bi wê corê jî berjewendiyên çînayetî jî derketî tirin,her çiqas hêj wan çînan aramanca wan bi wê qasê ne eskereye,daku liser wan sînoran baxive ku dinavbera çînan de ber bi çêbûneka diyartir û serbxwe tirin,lê çîna navîn jiber bazara azad û azadya têkelbûn bi bazarên navçeyê û derve,herwha jiber destpêka sîstema bankî û baweriya bankan bi sermayedarên kurdistanê û sedemên aborî yên din,di aliyê hejmar de derketina çînatiya berçav û hêdî hêdî bandorê liser jiyana civakî û siyasî û aboriya kurdistanê bicih dihêle.
bê guman di pêşerojê de jî werçerxaneka tev aliya şarstaniya sermayedarî çêbikin.

4- Cîhangîrî û bandora civakî

Serdema gilobalîzeysin: di vê serdemê de eger li cîhana sermayedariya pêşketî de çîna navîn heya astek lihember monopoleyên cîhangîrî de bi ziyan be,wê demê li welatên weke kurdistan berjewendiyên cîhanî û peresendina sermaye bo welatên paşdeketî bi taybetî di hezareya sêyem de heya asteka diyar digel berjewendiyên çîna navîna nû şînbûy hev berjewende,ev jibilî wê yekê ku ev çîn ligorî lojîka guhertina serdemeke û pêwîstiya sermayedarî û peresendiya rojava bi bazara sermayedariya nû ya pêgihştiya rojhilat çîna navîn hem li bazara azad cihekê bihêz heye û hem di nav ezmûna nîştimanî û demokrasiya kurdistanê de jî li nav civakê hêj nakokiya bingehîn nîne,jiber ku hêj erkê rizgarîxwazî û pêvajoya demokrasiya nûya nû avabûy,herwha jêrxana bazara azad ya kurdistan pêwîstiyeka dîrokî bi çîna navîn heye û ev çîn divê rehenda aborî û siyasî û dîrokî temam bike,çîna navîna kurdistan niha çîneke li bazarên kurdistanê û navçe û cîhanê jî çapuke senga aborî û civakiya taybet heye,jibo wê yekê dikare gelek pirs bixe aliyekê,bi taybet di sîstemeka demokratîk de her jibo wê yekê wê çîn bibe cihê temaha hêzên pêşketinxwaz û hêzên konserfatîvên kurdistan,nebûna aramî bûna rewşa aloz ya hevrikî û bilind bûn û daketina nirx û bihayê kelûpelan û bazarê azad di warê mijarî de bo wê rewşa aborî û rêzbendiya çînatî vedgere,ev jî yanî di dahatûyeka nêzîk de ew çîna serîhildaye ya herî zêde dilve li kurdistanê.
b taybet di çend salên dahatî de nihênya velivîna wê çînê jî di wê yekê deye ku hêzên wê nû bûn dinav dilê wê çînê de.
lê ew çîn bê metirsî jî nîne,jiber ku çîn eger çî giranîyeka civakiya wê ya berfreh hebe lê hêzeka civakî û teorîyeka yekgirtî nîne,jiber ku di çend beşek pêktî û cudahiya dahat di nav besa wê bilind de digel besa herî cudaxwaz de cudahiyeka zaf heye.
bi awayekê din ew çîn hêj çîneka aram û yekgirtî nîne.
her çiqas jî beşek ji giraniya yekîtiya nîştimaniya kurdistanê di vê qonaxê de dinav wê çînê deye jiber ev çîn hem bo jêrxana aborî û hem jî bo riskana çînatî hevdem bo pêşketina civakê jî herwha bo ji dayikbûna guhertinên meznên aborî û civakî û teknolojiya jî,belkî bo dahênan û bo dahênera wan hizir û fikir jî girînge,lê digel wan rastiyan jî di niha de û bo pêşerojê jî pêwîste yekîtî lihember giranî û bandor û mafên karker û kedkaran şiyar be ku nebin qurbaniya berjewendiyên teng ya çewsandina çînatî,di roja îro ya kurdistanê de,berê xwedana wê çînê,berê xwedana karekterên civakî yên pêşketin û nû bûnê.

yanî parêzvanî kirin ji berjewendiyên civakî û dîmografiya wê çînê,bo vê qonaxê û bo temam kirina pêvajoya aborî û civakî,tezeka pêşketinxwaz ya civakiye jiber ku her guhertinek bi aqareka tengbûna wê çîne bi wateya berfirehbûna beşa hejaran, her weke rojhilatê ewropa beşa hejar jî ji hebûna berfrehiya çîna navîn jibo çalakiya bazar û zêdebûna kompanî û warê karên zêde xelkê hejar,asta jiyan û garantiyên civakî baştir dibe û ya herî kêm jî bi hejarî dimîne.
ew jî ewên ku dikevin bin hêla hejarî yan birçîbûnê ye ew jî wan kesanin ku bêkar yan nîv bêkarin û weke bêgariya jiyan dibin şerî û nikarin dahateka ewqas ya xwe mehane peyda bikin,ku digel astên dahata tak li kurdistanê yan digel standartên cîhanê ,ku banka dewletî bo ser hêla hejarî diyarî dike hev bigrin,evya jiblî wê yekê di nêrîna dîrokya qonaxê jî ,rê girtin ji peresendina çîna navîn ku erkên aboriyên qonaxê hêj derbas nekiriye ev di nêrîna zanstiya aborî û civakî de diçe ser keveneperestiyê.

5-Paşmayên eşîretî

girupên civakî yên weke eşîret,tayfe,hoz her çiqas weke pêkhateyek paşmayên xwe nîşan didin lê liser qewareya sîstema axatiya xwe nemaye û jiber gelek sedeman xwe derxistineka derveye,yek ji wan sedema nemana tu bingeheka aboriya axatîye,sedemeka din jî ewe ku hêdî hêdî yasa serwertir bûye û takên eşîretê bo xwe parastin û parastina mala xwe, pêwîstî bi girêbesta civakî derebegî û axatiya berê nemaye ,yan kêmtir bûye,eger çi regeza xwîn jî hêj weke xwe maye sedemeka din jî ewe ku ligorî pêsketina sermaye û serbixwe ya tak îmkaniyeta newiyên takên eşîret jî dahatûya serbixweya xwe ji derveyî her peywendiyeka aborî û derebegatî hebe,wê demê tak gerayî weke encameka sermayedarî di nav zarokên eşîretan de jî weke sazîyeka civakî heta astekê baştir kiriye,diyare ev diyarde diyardeyeka pozetîv û cihê kurdistan weke hêzeka sosyal demokrat li ser bê rawestandin û ber bi werçerxaneka girînga jiyana civakiya kurdistan biçe û rê nede tu hel u merceka siyasî ji bo jinûve vejandina serxana damezraweya eşîretê çêbibe û bê sepandin.

6- Sosyal - demokrata Kurdistanî

bi berçav derbas kirina rewşa siyasî aborî û civakiya herêma kurdistan ,îraq û navçe,cîhan û têgihistina me ji avakirina sosyosyasya civakiya kurdistan,wê demê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan,ê ji pênase pêwîste liber ronahiya şirovekirina teorî siyasî civakî aborî û çandî û bi berçav girtina demarê dîrokî weke rêbazeka di xwe nûkirina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan,ê bi vê awayê xwarê pênase bikin: Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan,ê partîyeka sosyal demokrata gelê Kurdistana îraqê ye di berê de nûnerê karker û rencderên civakê têdikoşe ji bo temam kirina erkên rizgariya nîştimanî û sîstema demokrasiya sekolar,avakirina civaka pêşketiya guncaw digel rewşa niha ya cîhanê de berdewamiya xebata ne qutbûya xwe bighêje bidest xistina wekheviya civakî,daku bikarbe bi awayekî wekehev digel bingehên bihevre jiyana aştiyaneya hevseng ku xwe di dabînkirina rewşa jiyaneka baş parastina mafên mirov mafên tak wekheviya jin û zilam wekhevî li pêşiya yasa bibîne,hevdem xebat dike bo dabînkirina wekhevî di fersendên kar,serbixweyiya tak,nehêştina çewsandin,nehêştina dijatî kirina regezî û çînatî û neteweyî ji aliyekê din ve Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan,ê ku partiyeka kurdistanî û qada karkirina wê kurdistana îraq û tevahiya îraqe jî erkekê din liser milê wê ye ku di erkên din yên kurdayetî ew jî têkoşane bo çespandina komara îraqa demokrata federal û parlemanî ku bingehên wê di çerçoveya destûr de bicih bûye,ji ber ku qada îraqê jî bi beşek ji wê qada sereke dizane ku têde berevanî ji destkeftên demokrasî yên gelên îraqê û gelê kurdistan dike,daku bingeha welatî bûn li îraqê nebin bingeha rakirina wan cudahiyan ku li dewletên pir netew û pir ol û pir mezheb hene belkî bibin bingeha welatî bûneka cîgir liser bingeha mafên sivîl yên serdemî,tevahiya wan şirovekirinên serve weke şirovekirineka tev alî ne di heman demê de daxuyaniyeka yek pakêcî dikare bibe bingeha cîhan bînya sosyal demokratane ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan,ê,weke sazîyeka demokrata rizgarîxwaza kurd,stanê ku sosyalîzm b mewdaya demokratiyane û demokrat jî bi rehendên civakî girê dide û zemînên veguhestineka bê hejîna civakî ya bi ziyan bo sosyalîzm di pêserojeka dûr de çêbibe.

 

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan,ê têdikoşe ji bo

1-Armancên giştî

1-aştî,demokrasî,azadî,lêborîn,çespandina bingehên aboriya bazar,dadperweriya civakî,rewşa jiyanê,serweriya yasa,mafên welatîbûn,civaka sivîl,mafê çarenivîs,sîstema sekolar,azadiya wîjdan,hevkarî û bihevre jiyana gelan bi aştî û aramî li ser bingeha rêzgirtin ji maf û îradeya hevdu û parastina xweza,hevdem li dijî: dîktatorî,şer,dagîrkirin,çewsandin,hejarî,gendel,cudakariya neteweyî,regezî,olî,mezhebî,binpêkirina mafên mirov,şovînîzm,kevneperestî û terorîzmê têdikoşe. 
2-Pêbendbûn bi carnameya gerdûniya mafên mirov û tev rêketiname û pirotokolên navdewletiyên girêdayî mafên mirov. 
3-Bidestxistina mafên çarenivîs bo gelê kurdistan bi awayekî demokrasî. 
4-parastin û geşepêdana sîstema demokrat ya federal û parlemanî li îraqê. 
5-vegerandina Kerkûk,Xaneqîn,Şengal,Mexmûr,Mendelî,Bedire,Cesan û tevahiya navçeyên qutbûyên kurdistanê bo ser herêma kurdistanê. 
6-cîbicîkrna tevahiya mafên yasayî û destûryên xelkê kurdistan ku di destûra îraqê de hatiye nvîsandin. 
7-pêbendbûn û piştevanî kirin ji mafên destûriyên tevahiya pêkhateyên neteweyên weke Turkman,Ereb,Ermen,Kild,Aşûrî û ol û mezhebên weke Êzdî,Messîhî,Sayîbî mendanî,Kakeyî û Şebek li kurdistan û îraqê. 

8-bicih anîna pirensîp û cîhanbîniya sosyal demokrat di civakê de ji bo avakirina civakeka moderin . 
9-bicih kirina aştî û ewlehî li kurdistan û îraqê bi taybetî rojhilata navîn û cîhan bi giştî,li ser bingeha cîrantiya dostane û berjewendiyên hevbeş û bi aştî û pêkve jiyana gelan ligor yasayên navdewletî. 
10-cîbicîkirina wan rêketinameyên navdewletî û herêmî ku girêdayî bi nehêştina çekên komkuj û qedexekirina bikaranîna wan. 
11-nasandina komkuj yên enfal û kîmyabaran weke cînosayd û jinavbirina regezî li kurdistanê liser asta îraq û herêmî û navdewletî û qerebûkirina ziyan lêketiyan. 
12-kar asanî kirin bo rêvebirina jiyana wan welatî yên kurd ku li perçeyên din yên kurdstanê hatne û dibin desthilata hikumeta herêma kurdistanê dijîn bi çêkirina hela karên zêdetir bo xwe û mal û zarokên wan herwiha dabînkirina xwendin di hemû qonaxên xwendin bo wan de di gel hevkarî kirin bo çalakyên hunerî û civakî û spor û .. 

13-çêkirina derfetên siyasî û aborî û çandî bo hemû tex û çînên cudayên civakê bê cudahî daku takên civakê bikaribin armancên serekiyên xwe bo dabînkirina jiyaneka asude û xweş berhem bînin. 
14-geşepêdan bi kesayetiya mirovên kurd weke welatîyek ku xwedan mafên aborî û civakî û siyasîye li civakeka sivîl û demokrat . 
15- bihevre jiyana aştiyane û aram ya tev ol û mezheban û rêzgritina wan jî bo vê yekê jî hewil dide bo pêkanîna sîstemeka siyasî liser bingehên demokrasîyet û sekolar. 
16-piştevanî kirin ji xebata siyasiya gelê kurdistan li welatên din yên navçeyê de b mebesta dîtina çareserîyeka aştiyane û demokratiyane ya guncaw digel guhertinên serdem de bo gihiştin bi mafên rewa ya wan. 
17-pak kirina hemû wan navçeyan ku mayînan têde hatne çandin û teqandin û nehêştina bandora wan teqemeniyên ku paşmayên şerin hevdem hewil bê dayîn bo qerebû kirina hemû ew kesên ku jiber mayînan ziyan ber wan ketîye. 
18-hewildana berdewam bo çaksaziya aborî û bilindkirina asta geşeya aborî di hemû waran de. 
19-asayî kirina rewşa kurdistan û jinavbirina şûnwarên şerê navxwe û çareserkirina pirsgirêkên wê di warê siyasî û yasayî û civakî de. 
20- têkoşan bo nehêştna çekên komkujî û piştgîrî kirina rêketinên navdewletî ku hewla jinavbirina wan cureyên çekan dide. 
21-bilind ragritina xebata zîndaniyên siyasî û hewildan bo qerebûkirina ziyan lêketiyan û jiyana wan û zarokên wan di çerçoveya yasaya hejmar 4 ya sala 2006 an de bê dabîn kirin. 
22-rêxistina jiyana siyasî li herêma kurdistanê d peywenidya navbera partiyan û hikumetê de divê bi awayekî moderin bê rêxstin ku digel pêdawîstiyên niha yên civakê de bigunce. 
23-hewildan bo piştevanî kirin ji reşnivîsa destûra herêma kurdistanê bo vegerandina nav xelkê daku refrandoma giştiya civakên xelkê kurdistanê bikaribin bawerya piranî bidest bîne.
B- Armancên siyasî

1-temam kirina pêvajoya cudakirina her sê desthilatên: yasadanan,cîbcîkirin,dadwerî û parastina serbixwe ya destlata dadwerî.herwiha bicih kirina desthilata çarem jî,ku desthilata medyayî, ku bikeve xizmeta azadî û demokrasiya rasteqîne.

2-pêbendbûn bi binegehên demokrasiyên dest bi dest kirina aştiyane ya desthilat li hemû astan li kurdistan.

3-rexsandina zemîna yasayî ya jiyana demokrasî û sivîl bo dabînkirina azadiya ol ,mezheb,bîr û bawerî,medya,hatin û çûn û nîştecihbûn,azadiya xwe rêxistin kirina siyasî,sendîkayî,demokratî û pêkanîna saziyên sivîl.

4-destberkirina azadiya nerazîbûn derbrînê weke girev giritin,meş û xwenîşandan bo tev tex û çînên civakê û rêxistina wê d çerçoveya yasa de.

5-berçav derbaskirina berjewendiyên bilindên herêma kurdistanê di sazkirina her cure hevpeymaniyeka navxweyî û herêmî û navdewletî.
Derbarê pirsa neteweyî

Çareser nekirina demokrasiyane ya pirsa neteweyî ya gelê kurdistanê li îraqê her di destpêka çêbûna dewleta îraqê di sala 1921 an de pirseka sereke û faktereka seqamgîr nebûna vê dewletê bûye,ji bo wê yekê di wê demê de heya herfîna rejîma Sedam Husên di 2003\4\9 an de çareser nekerina pirsa neteweyî ya gelê kurdistanê sedema bingehiya tevlihevî û aloziya îraq û peywendiyên navxweyî û derveyên vî welatî bûye. 

Ji bo wê yekê stratejiya tevgera rizgarîxwaz ya kurdistanê bo çareserkirina pirsa neteweyî ya gelê kurdistanê li îraqê di hemû qonaxan de tezeka demokratî bûye ku lihember de desthilatdarên îraqê hertim stratejîyeka ne dîmokratiyane dane pêş.aramanca tevgera rizgarîxwaziya gelê kurdistanê di destpêkên salên 80 yên sed sala bîstem de liser destê YNK,ê guhertina bingehîn bixweve dît ji otonomiya rasteqîne hate guhertin bo bidest anîna mafê çareya xwenivîsî.

piştî serhildanê jî stratejiya mafê çarenivîs li parlemana kurdistanê bû biryareka dîrokî di pêkanîna dewleteka demokrata fedrala îraqê de,hevdem piştî herfîna rejîma dîktatoriya Baas di destûra hertimya îraqê de ew maf hat bicih kirin.
baweriya YNK,ê wisaye ku ew çareseriya demokratî bo îraqê û bo kurdistanê çareseriyeka guncawe,ji bo wê yekê di vê qonaxê de parastin û geşepêdana sîstema federala îraq bi armanceka stratîja xwe dizane û cîbcîkirina mafên destûrî û çareserkirina pirsa navçeyên qutbûyên kurdistanê bi mercek paşekişe nekirina sîstemê û garantiya berdewambûna ew girêbesta destûr dizane ku di navbera kurd û aliyên neteweyî û mezheb yên din yên îraqê heye ku diyare ev jî destebera serekiya seqamgîrî û ewlehiya bihevre jiyan û aştiye li îraq û navçeyê.
C - Armancên aborî

YNK,ê zemînesazî dike bo rexsandina jîngeheka baş bo pêvajoya veguhestina bo sîstema aboriya bazar bi awayekê ku ew sîstem bi yasa bê rêxstin,bo ku bi pilan û bername aboriya herêma kurdistanê ji wan pirsgirêk û arîşeyan ku ji ber wan dinalin çareser bike û bibe bingeha jiyaneka xweş bo welatî yên kurdistanê,diyare ev piroseya guhestin jî pêwîstî bi îradeyeka siyasiya bihêz û derkirina çendîn yasa û sererastkirina yasayên din daku ji ber wê jîngeheka baş bo pêşvebirina kerta aborî û bazirganiyên herêma Kurdistanê çê bike.
Yekemîn: kerta çandinî

Bi armanca perepêdana warê çandinî li herêma kurdistanê bi awayekê ku bikarbin hevsengiya bazirganî û aborî di navbera çandinî û warên din yên aborî çê bibe û ev yek jî bibe destebera ewlehiya xwerk her ev jî wisa dike dahata cotkar ligorî pêwîstiyên jiyan û bazar qonax bi qonax pêş bikeve.

ev armanc jî bi piana kilasîka çandinî çê nabe belkî pêwîstî bi pilan û nexşeya serdemiya çandinî ji bo ku bo zêdekirina pêwîstiya cotkaran di warê çandinyê,çawaniya berhemên çandinî bê çêkirin ,bi danîna bingeheka aboriya serdemiya çandinî çêdibe,helbet bingeh jî bi belavkirina teknolojiya çandinî pirojeya nûya avdêrî piştevaniya darayî ya pêwîst bo cotkar û kêlgeha nû û mala çandinya şûşeyî yanî pêwîste pilana stratejiya nû heye,cotkar û erd û milkdariya çandiniya berhem bi tenê pişt bi hejmara zaf ya cotkaran girê nade belkî bi pilana zanistî bo zêdebûna berhema çandinyê,nek her ji bo pêwîstiyên navxwe belkî bo henarde jî bê dabîn kirin bo hênanedî ya van armancan jî têdkoşe bo:

1-darştina siyaseteka dagirtî bi pişt girêdan bi data û amar û zaniyariyan ku pirensîpên aboriya bazar berçavan re derbas bike û kerta taybet rola diyar di cîbicîkrina wê siyasetê de bilîze û zemîne bo weberhênanên biyanî çê bike.

2-çareserkirina yasayî ya çandinî û parastina mafên cotkaran û berhemên çandinî li kurdistanê û pirsgirêka xwediyên erdan. 3-sûd wergirtina temam ji çavkaniyên aviyên herêma kurdistanê bi rîya darştina stratejiyeka hevçerx bo sûd wergirtin ji derametên aviyên ser erd û bin erd bo çêkirina bendavên biçûk û mezin û çêkirina kanal û cokên avdêrî û parastin û perepêdana wana ku hatine çêkirin bo zêdekirina zeviyên berav û kêmkirina pişt girêdana cotkaran bi ava baranê.
4-Nûtirîn berhemîn teknolojiya çandinî vekirina werşe taqîgeh berfireh kirin û geşepêdana navendên vekolînê,perepêdana çandinî li piraniya navçeyên herêma kurdistanê girêdana navçeyên berhemhêner bi hevdu re digel navendên bazar ve.
5- girîngî dan bi banka çandiniyê bi rîya zêdekirina temuylkirina wan bankên herêmê û derkirina rênmayên pêwîst ku kar asaniya zêdetir bo alîkarî kirina pirojeyên kerta çandinyê pêşkêş bike.
6-handana berfireh kirina yekeya berhem anîn û derbasbûn ji rûbera biçûk bi damezrandina kompaniya çandiniya taybet.
7-girêdana bernameyên xwendina zanîngeh ,peymangeh amadeyên çandinî û pizîşkiya vêternerî bi bazarên herêma kurdistanê ve bo wê yekê bibe handereka baş bo rakêşana xwendikaran û perepêdana kerta çandinyê.
8-arastekirina cotkaran û weberhênerên çandinyê û piştevanî kirina wan ji berhem anîna kalayên stratejî.
9-kontrol kirin û dîtina çareser bo wan nexoşyên hevbeşên navbera mrov û ajel yanî ew nexoşyên ku ji ajelan bi awayekê rasterast yan ne rasterast bo mirov diguhezin û tendirustiya mirov dixin metirsî.
10-geşepêdan û handana pîşeya ajeldarî li herêma kurdistanê jiber ku xwedî kirina ajel weke yekeyeka aborî sedemek ji sedemên girêdana cotkar û gundiyane bi axa xwe ve.
11-girîngîdan bi perwerdekirina zanstyaneya warê pelewerîî,mêş hngv,avdêrî,xwedî kirina masî....
12-perepêdan û zêdekirina warê baxçeyên gulfiroşî,çandina şitlan...
13-vekirin û berfireh kirina nexweşxaneyên vêternerî bi dabîn kirina hemû kelupelan ve bi mebesta vekolîn û diyarkirina wan nexoşyên ku tûşî ajel dibin û ziyan b samanên neteweyên me dighînin.
14-parastina darstanên siruştiyên kurdistanê û rêgirtin ji nêçîrkirina wan balinde û candarên ku li kurdistanê îro dibin gefê dene.
Duyemîn : kerta pîşesazî û wize

Bi armanca perepêdana kerta pîşesazî ku bi awayekî bikaribe destebera dabînkirina pêdawîstiyên navxweyî bike di berhemên bikarbirin û berhemdarî û hevdem beşdariya kara ya ji pêkhateya dahata nîştimanî û rola diyar ya di rexsandina derfetên kar de hebe wa YNK,ê bo : 1-darştina siyaseteka pîşesazî bi hevkariya kerta taybet bo nûkirina kargehan û damezandina kargeha nû bi taybet ewên ku pişt bi keresteyên xav yên navxwe girê didin. 2-geşepêdana banka pîşesazî bo ku hevkariya zêdetirya sermayeguzariya pîşesazî bike.
3-girîngîdan bi navendên vekolîn û perepêdana pîşesazî.
4-dabînkirina çavkaniyên wize elktirîk û sotemenî bo çalakiyên berhemdariyên pîşesazî.
5-bi grîngîdan bi vekirina peymangeh û kolêja taybet bi pîşesazî digel hemû beşên wê de ku bikairbin pêwîstiyên mirovyên herêma kurdistanê dabîn bike.
6-geşepêdan parastina berhemên pîşesaziyên navxweyî bi rîya yasa û siyasetên aborî.
7-hewildan bo derkirina yasayeka bi bandor bo wan kargeh û kompaniyên ku li herêma kurdistanê kar dikin,daku bi başî parastin û rênmayên jîngehên berçavan re derbas bikin.
8-girîngîdan ya pîşesaziya neftê û berhemên wê li herêma kurdistanê daku bibe piştevaniyeka aboriya mezin bo hikumeta herêmê û gelê kurdistanê.
9-girîngdan bi jêderên xwezayî weke neft û kanzayan û romalkirina wan daku bi temamiya wê gencîneya sermaye bê destnîşan kirin.
10- sûd wergirtin ji samanên xwezayî bo berhemanîna jêderên wize bo vê yekê jî divê girîngiya taybeta wan jêderên wize jî bê dayîn ku şiyana wan ya xwe nû kirinê heye.
Sêyemîn : kerta darayî

1-hewildan bo zêde jêderên dahata herêmê bi rîya hemereng kirina çalakiyên berhemdaran û perepêdana çavkaniyên din yên dahatê.
2-hewildan bo guncandin di navbera her du armanca çareserkirina bêkar û bilndkirina berhemdariya destiya karê herêmê de b rîya girîngîdan bi geşepêdana mirovî bihêzkirina şiyana zanistî û teknolojî.
3-bi dest xistina xwe jiyandin di her du warên bikarbirin û berhemdariya navxweyî de bi tekezkirina wê yekê ku divê ligorî berhema şiyaw ya xwemalî berhemdariya navxweyî cihê berhemên biyanî bigre ew jî bi kêmkirina rêjeya hawirde heya wê astê ku zemîneya geşepêdaneka serbixwe dabîn dike.
4-nûkirina şêwaza teknolojiya peyrewên wê di kertên berhemdaran bi taybet di her du kertên çandinî û pîşesazî de bi awayekî ku berhemên xwemalî şiyana hevrikî li bazarên navxwe û derve de hebe.
5-hewildan bo hemwarkirina yasayê، bac li herêma kurdistanê bi awayekê ku bikaribin b awayekî diyar rol di pêşxistina aborî û dabînkirina dadweriya civakî li kurdistanê de hebe.
6-damezrandin û perepêdana sîstemeka bankî li herêma kurdstanê b awayekî modêrin ku şiyana dabînkirina hemû xizmetguzariyên darayî hebe di tevahiya waran de herwha sedemeka bi bandor be di destê hikumeta herêmê bo ragirtina balansa darayî aborî li kurdistanê di heman demê de desteberkirina baweriya darayî li bankên cîhanî bo bankên kurdistanê.
Çaremîn: kerta kargêrî

yekîtiya nîştimaniya kurdistanê hewil dide bo:

1-dabînkirina serketina kargêriya aborî û gihştin bi hukmraniya demokratîka moderin.
2-karkirin bi sîstema ne navendiya îdarî bo wê yekê ku zortirîn derfet bo xelkê navçeyên cudayên herêma kurdistanê çêbibe,bo beşdarî kirin di darştina pilan û bernameya perepêdana navçeyên xwe bi taybet navçeyên kenarî.
3-diyarkirina kesên şareza û pispor û rêxistina reftarên rêveber û berpirsên kargêrî ligorî ûslub û nirxên exlaqiyên wan saziyên ku birêve dibin.
4-avêtina hemû girêdanan û hevdem bo ku karên me di rêvebirina saziyên hikumî de bi modernî rêve biçin divê di damezrandina pêdawîstiyên teknîkî yên navendên îdarî berçavan re bêne derbas kirin û jêhatî û şarezayî û dilsozî biikn take pîver.
5-dariştina siyaseteka kargêriya ron di damezrandinan û pîverên wê zelalî û lêprsîn bi piştgirêdan bi endîkeytereyên pîvaneyî ya rêvebirina îdarî bên cîbicî kirin.
6-navenda geşepêdana kargêrî bo rahênan û fêrkirina karmendan bi awayekî serdemî bê vekirin ji bo ku şiyana kargêriyên hikumeta herêm heya asteka baş bilind bibe.
7-karkirin bi sîstemeka yek pencere û kêmkirina bîrokirasî û rêvebirina sîstemeka moderna hukmiraniya hikumeta elktironî .
8-derxistina sîstemeka karaya kargêrî û darayî li kurdistan ligorî yasa.
Pêncemîn : kerta taybet/h3>

Yek jimekanîzmên girîngên pêvajoya veguhestinê bo aboriya bazar pêwîstî bi handana kerta taybet û geşepêdana şiyanên wê ye bo zêdekirina şiyanên wê rola wê kertê di aboriya herêm de bo wê mebestê jî YNK,ê hewil dide bo:

1-rexsandina jîngeheka baş bo weberhênana bi sererastkirina gelek ji yasa û peyrewên niha yên herêmê ku bûne asteng li pêşiya baş rêveçûna çalakiyên aborî weke yasayên kar ,tomarkirin,mulkatî,pêdana deyîn,kirêdan û pêdana molet.....herwha dabînkirina xizmetguzariya pêwîst.
2-dadperwerî di pêdana derfeta wekhev bo karekterên kerta taybet û rexsandina derfeteka baş bo hevirkiya navbera kerta giştî û kerta taybet,herwha di navbera parêzgeh û qeza û nahye yên herêma kurdistanê bo baştirkirina pêşkêşkirina karên xwe.
3-beşdarî pêkirina kerta taybet di darştina pilan û siyasetên aborî de bo wê yekê ku ew kert baştir di piroseya avedan kirina kurdistanê rola xwe bibîne.
4-perepêdan bi sîstema bankî li herêma kurdistanê ji bo ku beşdariya kara di pêşkêşkirina hêsan karya zêdetir bo kerta taybet hebe û peywendiyeka baş digel bankên îraq û herêmî û navdewletî de hebe.
Şeşemîn : pirojeyên bçûk

Ji ber ku pirojeyên biçûk û navîn bi çavkanîyeka diyar ya rexsandina derfeta kar û bi karxistina sermayeyeka biçûk pêşvebirina asta berhem anîna tê hejmarkirin û YNK,ê hewil dide bo damezrandina sazîyeka taybet bo wan pirojeyên ku erka darştina pilan û bername û siyaseta pêşvebirina wan bigre ser mlê xwe herwha sinduqeka deyindan bo wan xwedî pirojeyan bê vekirin daku asta berhemdariya pirojeyên wan bilindtir bikin û hejmareka zêdetir derfeta kar bo welatiyan çêbibe.
Heftemîn: geşt û guzar

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê piştgîrî ji darştina stratejiya geşt û guzar ya pêşketî bi hevkariya kerta taybet bo perepêdana navçeyên geşt û guzarî û hevdem bo avakirina bajar û komelgehên geşt û guzar dike.weke yek ji karên girîngên niha yên xwe dizane ji bo wê yekê berdewam hewl dide bo vejandina navçeyên şûnwarên dîrokî û olî heya perepêdan bi çanda geşt û guzar li herêma kurdistanê ji aliyekê ve bibe navendek bo xizmetkirina çalakyên aborî û aliyekê din jî xizmet bi pêvajoya geşepêdana çanda geşt û guzar bike.
Heştemîn: Xweza (jîngeh)

Hewildan bo darişitna bernmeyên çikirî bo parastin û baş kirina jîngeha herêm û pêbend bûn bi peymanname û pirotokolên navdewletî yên taybet bi jîngeh û danîna dîsîpilîn bo dabîn kirina saxlemî û çavdêrî kirin cîbicî kirina wan siyastên kû karêniha û dahatû ya YNK’ê ye,hevdem hewildan bo çareser kirina şûnwarên çekên komkuj kû hatine bi karanîn û paqij kirina zeviyên Kurdistanê ji mayîn û paşmayên wan çek û teqemeniyan kû jîngeha herêmê pîs kirine dakû parastin û perepêdana jîngeha Kurdistanê bibe erkek nîştimanî û neteweyî.
Nehemîn: dij derketina gendelî

destpêkirina hemleya nîştimaniya tev alî û şiyarkirin û danîna pilana tev aliya dij derketina gendelî di hemû ast û waran de b taybetî partiyan û hikumî û kerta taybet û saziyên civaka sivîl.... di girtina tedbîrên yasayî li hember wê arîşeyê û hewildan bo pêbend kirina hikumet bi rêketinnameya neteweyên yekbûyî bo dij derketina gendelî û li hember de zelalbûn di tev wan war û astan de bibe rûyê herî diyar ya hikumet û civaka kurdî bi çalak kirin û yekxistina dezgehên çavdêriya darayî û damezrandina desteya nezahe û kara kirina desthilata dadwerî û dozgeriya giştî li Kurdistanê.

D. Armanca komelayeti

Peywendiyên civakî û çanda civakî torên peywendiyên navbera rêgezên civakê (nêr û mê,malbat) kû bingeha civakê ne,rêkûpêk dike.Girîgiyeka zaf di jiyana siyasî û rewşeka saxlem ya civakê de heye,jiber wê (YNK) wek hêzeka siyasî kû hêviya pêşeroja gele û kar dike bo gihandina aramî û wê demê jî xebat dike bo: 
1.Çêkirina derfet û bingeha yasayî û aborî bo nehiştina bêkarî,jiber kû bêkarî wek faktorê bingehîn ya hêjarî û encamê pirsgirêkên civakî ne.
2.Dabîn kirina bîmeya civakî ya wekhev digel bazar û rêjeya hilawsan bo wan welatiyên hêjar û bêkarin,xwedan pêdviyên taybet,pîr û wan kesên kû bi sedema rewşeka neasayî kar nakin .Pewîstî bi derkirina yasaya bîmeya civakî heye.
3.Ber çav derbas kirina sîstema çaksazî ya civakî bo afrandina zemîneka baş bo tevlî kirina girtiyan bo nav civakê û hevdem bo dîtina mekanîzmayeka guncaw bo pêşve birina peywendiyên malbatan. 
4.Hewldan bo parastin û bihêz kirin û geşekirina mafên zarokan û ciwanan di nav civaka Kurdistanê de bi rêya cîbicî kirina tev rêketinên navdewletî yên derbarê wan mafêne û dabîn kirina bername û pirojeyên taybetin bi wê mabestê. 
5.Behremendbûna zarokên nû ji dayîk bûne heya temenê 16 sal bi bîmeyeka mehane ya taybet bi navê bîmeya zarokan.
6.Ber çav derbas kirina yasaya xanenişînan li Kurdistanê bi awayekê kû jiyaneka şayeste bo xanenişînan dabîn bike bi mercek ku tev xanenişînan sûd jê wer bigrin bo derfet bo hêza kar ya nû çê bike.
7.vekirina sentera parastin û bihêz kirina asta hişyariya jinên Kurdistanê li bajar û bajarokan.
8. Destpêkirina hemleya nîştimanî ya berdewam bo hişar kirin û amadekirina takên civakê ji bo pişt kirin bi wan çandên kevneperest kû jin li civakê piştguh xistiye û pêşwazî kirin ji nêrîn bo pirsa wekheviya jin û zilam di tev lîstikên siyadî û aborî û civakî û çandî de, ev yek jî bi xurt kirina aboriya jinan û damezrandina wan di kerta taybet û giştî de çê dibe. 9. diyar kirina çarenivîsa enfal kiriyên Kurdistanê di warê yasayî û siyasî de. 10. ji navbirina madeyên hişber bi riya derkirina yasayên tund li dijî anîn û bikaranîna wan madeyan de.
1.Geşepêdana mirov

(YNK) bawerî bi pirsa bingehîn ya mirovatî heye û bandora wê liser pêvajoya geşepêdana aborî ,mezintirîn û diyartirîn mijare kû divê ber çavan were derbas kirin,wek guhertineka bingehîn di pêvajoya pilandanan bo pêşerojeka pêşketî ya aborî,jibo gihiştin bi wê yekê (YNK) hewla dabîn kirina wan sedemane dide.
1.Pêşxistina siyaseta geşepêdana mirov ,kû rol û armancên wê bi ronî diyar bibin û digel siyasetên giştî guncaw bibe û digel pilana geşepêdanê bibe, kesayetî û rûyên navdar yên civakê li ber çav bigre û bibe rêyek jibo pêkanîna armancên bingehîn yên pêvajoya geşepêdana bingeha mirovatî yên Kurdistanê ,yek ji pêkhateyên bingehîn yên pêvajoya geşepêdana aborî bi mabesta bilind kirina asta guzaraniya welatiyan û dabîn kirina pêwîstiyên hertimî û dahata akinciyên herêma Kurdistanê.
2.Zêde kirina rola pêvajoya geşepêdana mirovî di eşkera kirina tev alî kû daxwaziyeka civakî ,aboriya welatiyan pêk tîne jiber wê çarçoveyeka hişyar kirinê bi wan pirsên kû bi pêvajoya pêşketinê ve girêdayêne.
3.Pêşxistina sîstema xwendinê,rahênan,meşq kirin û dabîn kirin,çarçoveyeka damezrandî kû berdewam bûn û berfireh kirinê dabîn bike,wek bernameyeka nîştimanî girêdanbûn digel bernameyên din yên geşe kirina herêmê hebe.
4.Terxan kirina bûdceyeka zêdetir bo bernameya geşepêdana mirov li herêmê. 5.Çêkirina hevahengî û yekbûn li navbera (siyaseta akincîbûnê,siyasetên kar kirinê û hêza kar û siyasetên xwendinê û stratejiya geşepêdanê.
6.Pêkanîna bingehek bo serpereştî kirina bernameyên geşepêdana bingehên mirovî kû erka cîbicî kirin û şopandin wê pêvajoyê bike,her wûsa hevahengî digel wê bernameyê û tev bernameyên din yên geşepêdanê bike bo bilind kirina asta edaya cîbicî kirina wê pêvajoyê.
2.Ciwanan

Ciwan sermaye ya herî mezin û bi biha ya civak û dahata Kurdistanê ne,di wê warê de ber bi pêşerojeka geş û şayesta de (YNK) kar dike jibo.
1.Dîtina derfeta kar û amade kirina wan bo bazara kar û derxistina behremend û şiyana wan li navxwe û derveyî welat de.
2.Avakirina bingeh û mercên berfireh bo pêşxistina derxistina şiyan û behremendiyên ciwanan,geşepê kirina kesayetî û xwe dîtina wan di warê cuda cuda yên çalakiyên siyasî,aborî,civakî,hunerî,perwerde,xwendin û werziş bi rêya vekirina derfeta beşdarbûna ciwanan di wan warane de.
3.Diyar kirina bingeha yasayî ,aborî û civaka azad bo ciwanên kur û keç di pêkanîna jiyana hevjînî û akincîbûnê de.
4.Çêkirina rewşa hewayeka aram û azad di çerçoveya azad de bo ciwan bikarin bi awayeka aktîf beşdarî li çêkirina biryara siyasî,aborî ,civakî û rewşenbîrî de bikin.
5.Geşepêdan û zêdekirina senterên rahênan û gıhandina ciwanan li herêma Kurdistanê de û çêkirina torên peywendiyên navbera ciwanên Kurdistanê û girêdana peywendiyên wan bi ciwanên deverê û cîhanê ve. 
6.piratîk kirina mekanîzmaya modern li pêkanîna rêkxirawên ciwanan de heya bikarin bi azadî nerînên xwe bînin ziman û pêwîstiyên xwe yên pîşeyî bizanin.
7.Perwerde kirina ciwanan bi ruheka serdemî bo zêdetir girêdayê ax û nîştimana xwe bibin û hez bikin û bi hêz bikin.
3.Werziş

Îro di civaka navdewletî de werziş roleka diyar û ber çavî heye,çunke gelên nû azad bûne di welatên paşketî de dikarin bi rêya çalakiyên werzişî hem şiyana werzişî hem jî xwe yan bi gelên cîhanê bidin nasandin û pirsa rewa ya xwe bigehînin gel û welatên pêşketî û jiber wê mabestê (YNK) hewl dide bo.
1.Hişyarî kirina ciwanan bo berdewam bûna wan di çalakiyên werzişî û pêşkeş kirina mînakên bilind di wê warê de. 
2.Damezrandina yaneyên werzişî taybet bi warê cuda cuda yên werzişê li bajar û bajarokên Kurdistanê.
3.Danîna bingehên werzişî li bajaran de wek yarîga ,melevange û holên girtî.
4.Damezrandina çend binkeyên tenduristî yên werzişî bo çareser kirina sirûştî û neştergeriyên werzişî li bajarên mezin de. 
5.Dabîn kirina bûdceyeka guncaw bo yane û yekîtiyên werzişî jibo encam dana karên werzişî.
6.Damezrandina kanaleka esmaniya werziş bo girîngîdan bi rola werziş li Kurdistanê.
7.Dabîn kirina şiyana aborî bo anîna rahênerê pispor û rahênanê tîpan û perwerde kirina wan bi binemayên nû yên werzişî ve.
4.Jinan

Jinan di Kurdewarî de di her du rûyê piranî û kesayetî ve roleka wan ya girîng heye,hevdem yek ji bingehên civaka Kurdistanê tê dayîn.Jiber wê her hêzeka siyasî bixwaze nasnameya modern ya xwe nîşanê raya giştî û xelk bide ,divê keysa jinan di nav bernameya siyasî û felsefeya kar kirina wan de ciheka şayîstayan hebin,liser wê bingehê (YNK) hêzeka siyasî ya pêşketinxwaze û hilgirî cîhanê sosyal demokrate,jibo bi destanîna mafên siyasî,civakî,aborî û çandî ya jinan xebat dike jibo:
1.Saz kirina bingeha civakî ,siyasî,aborî û rewşenbîrî heya jin bikarin bi azadî parastina mafên siyasî û kesayetiyên xwe bikin.
2.Ava kirina bingeheka aborî ya baş,heya jin bikarin bi sedema bawerî û şiyana kar kirina xwe bibin bi xwedanê aboriya xwe û li rûyê aborî azad bibin.
3. Dijberî û ret kirina raman û îdolojiyên kû bi çaveka kêm temaşeyê jinan dikin di civakê de.
4.Bilind kirina asta perwerde û rewşenbîrî di nav civakê de,bo gihiştin bi vekheviya di navbera jin û zilam di rûyê erk û mafê ve na li tev waran de û nehiştina sîstema dîrokî ya li dijî jinên Kurdistanê bi rêya yasayên guncaw û qedexe kirina tundûtîjiyên li hemberî jinan.
5.Perwerde û xwendin

1.Hewldan bo pêşvebirin û modern kirina berdewam ya sîstama perwerde,nîşandan û xwendina bilind,pêşxistina pirogramên xwendinê bingehên felsefe ya perwerde bo tev xwendingehan bo digel pêşketinên zanistî yên cîhanê be û divê bersiva pêwîstiyên civak û erkên zanistî bide.
2.Pêbend bûn bi sîstama xwendina bingehîn bo zarokên Kurdistanê,heya xilas kirina qonaxa bineretî.
3.Hewldan bo pêşxistin û geşe kirina xwendin di hemû astan de ji baxçê sawayan(ana okul) heya xwendina bilind û vekolîna zanistî,zêde kirina hejmara xwendingehan û kêm kirina hejmara xwendevanan di nav polan de û dabîn kirina beşa navxwe ya guncaw û otombîlên hatin û çûnê bo wan xwendevanên kû di gundên wan de qonaxa amadeyî nîne. 
4.Pêşxistina zanîngehên Kurdistanê bi hukûmî û taybete ve û parastina serbixweyiya wan di rûyî akademî ,aborî,kargêrî ve û girîngî dan bi vekolînên zanistî.
5.Girîngî dan bi xwendina pîşeyî û teknîkî li rûyê çawanî,bi awayek digel şiyan û pêwîstiyên bazara kar bi gunce. 
6.Girîngî dan hêz û eqla nû ya kadirên akademîk,ewe jî bi hewldana koça pêçewaneya pisporan û xwedan bawernameyên bilind li derve û nav herêmê ye.
7.Derkirina yasayeka taybet bo rê girtin li diyardeya nehiştina nexwendevarî,bi danana pilana zanistî di pêvajoya perwerde û nîşandanê deye.
8.Hewldan bo dabîn kirina kursî û mêz û kelûpelên zanistiyên xwendinê li welatên pêşketî bo xwendevanên gelê Kurdistanê û asayî kirina karên wan.
9.Vekirina peymangehên taybet bo nîşandana zimanê Kurdî bo wan kesên biyanî kû li herêma Kurdistanê kar û jiyan dikin.
6.Tenduristî

1.Rêkxistina werçerxana sîstema tenduristî,bi awayeka xizmetguzariye,tenduristî û bîmeya tenduristî bo tev welatiyan dabîn bike û ligorî sitandartên cîhanê bibe.Li ber berçav girtina hejmara akinciyên li deverên cuda cuda û taybetmendiyên jin û zarakan.
2.Çavdêrî kirina tenduristî û alîkarî kirin bi jinên du can û dûrxistina wan ji karên giran.
3.Geşepêdanê nexweşxaneya Kurdistan û hewldan bo vekirina nexweşxaneyên din bo çareser kirina pirsgirêkên tenduristî di civaka Kurdistanê de.
4.Kalîteya kontrol kirina şandina kelûpelên pizîşkan li derman û tev pêwîstiyên tenduristî bo nav herêmê.
5.Girîngîdan bi vekirina xulên rahênan û pêşxistina şiyana pizîşkî li nav û derveyî Kurdistan.Hewldan bo anîna pizîşkên pispor û şareza di tev warên tenduristî de bo nexweşxaneyên Kurdistanê.
6.Vekirina komelgeya pizîşkî li bajar û bajarokan de.
7.Hewldan bo rêkxistina nexweşxaneyên sivîl , nexweşxaneyên taybet yên pizîşkî divê ligorî aboriya dahata takê Kurdistan xwe bi guncê ne. 
8.Girîngîdan bi berfireh kirina nexweşxaneyên taybet bi zarokan bi awayek kû bikarê xizmeteka berçav bi tenduristî ya zarokên Kurdistanê bike.
7.Akincî bûn

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê tekoşîn dike jibo
1.Çareser kirina pirsgirêkên warê akincîbûnê,bi taybetî jibo welatiyên feqîr,ew yasayên kû taybetin bi warê akincibûnê tên berçav derbas kirin û serrast kirin bi awayekê kû bi berjewendiyan tev aliyan be.
2.Hewldan jibo veberanîn di pirojeyên akincîbûnê de û çêkirina daîre(şûqe) û xaniyên akincîbûnê bo welatiyan li bajar û gundên Kurdistanê de,bi awayekê kû bibe erkê destpêkê heya pirsgirêkên akincîbûnê çareser bike.
3.Divê bajar ,bajarok ,gund bên pêşxistin,xizmetguzarî û pêwîstiyên tev aliyên jiyanê bên dabîn kirin,bi awayekê kû bo jiyan û kar bibe cihê girîngî û agadariya welatiyan.
4.Çareser kirina pirsgirêka akincîbûna pêşmerge,kêm endamên şoreşê,girtiyên siyasî,malbatên şehîdan û enfalkiriyan û xwedan pêdviyên taybet.
5.bo xwedi derketin ji cihên akincîbûnê kû di kerta hukûmetê dene ,bo wan kesên kû mûçe werdigrin û kirêçiyên hukûmetê ne divê hukûmeta herêmê kirêya mehane ya mûçeyên wan kirêçiyan bi qasî çend pêwîste bo wan xaniyane hisab bike.
8.Warê çandî

1.Bo pêşve birina tevgera çandî û çêkirina navendeka zanistî taybet bi armanca nêzîk kirina zarawayên zimanê Kurdî,heya bibe bi hewleka destpêkê bi çêkirina zimanê sitandart yê Kurdî û hevdem pêşxistina semînerên zanyariyên Kurdî. 
2.Dabîn kirina bingehek jibo pêşxistina warên cuda cuda yên medya ,huner,sînema,edeb û nivîsîna Kurdî.
3.Komkirin û belav kirina çand û hunera Kurdî û parastina arşîvên nivîskî yên gelê me ji navçûn.
4.Girîngîdan û rêz girtin ji çand û hunera civakî û tev neteweyên (Turkman,Ereb,Kelhûrî,Aşûrî) ol û mezheban ( Mesîhî,Êzîdî,Yaîbeya Mendanî,Şebek,Kakeyî) Kû li Kurdistan jiyan dikin. 
5.Kurdistan cihêkê şeristaniye kû bi belge û cihên dîrokî hatiye îspat kirin.jiber wê divê girîngî bi cihên dîrokî yên Kurdistanê bê dayîn û muzexaneyeka nîştimanî li paytexta hukûmeta herêma Kurdistanê bê çêkirin.
9.Malbatên Şehîdan û qurbaniyên enfal û kîmya baranê

1.Kar kirin jibo dabîn kirina jiyaneka baş bo malbatên şehîdên nemir yên şoreşê,qurbaniyên enfal,kîmya baran û hewldan jibo qerebû kirina ziyan pêketiyên wê karesatê.
2.Çavdêrî kirin û girîngîdan bi zarokên şehîdên şoreşê û qurbaniyên enfal,kîmya baranê.Kar asayî kirin jibo xwendin û bawername li nav û derveyî welat.
3.Zindî girtina nav û bîranînên şehîdan ,qurbaniyên enfal û kîmya baranê bi awayê cuda cuda di perwerde û pêgihandin de.
4.Hewldan jibo çareser kirina pirgirêka yasayî û civakî yên malbatên enfalkiriyan.
5.Dirêj kirina heva geran bi pey çarenivîsa enfalkiriyan,anîna rûfatên pîrozên wan bo warê bav û bapîrên wan.
6.Hewldan jibo cînosayd nasandina keysa enfal li herdu asta nav û derveyî welat.
10.Girtiyên siyasî

1.Bo çareseriya yekcarî ya pirsgirêka girtiyên siyasî daxwaz dikin bi yasaya hejmare (4) ya sala(2006) ya li parlemana Îraqê derketiye,taybet bi girtiyên siyasî li parlemana Kurdistanê bê pejirandin.Bi heman maf û îmtiyaz ve wek kû di yasayê de hatiye kû girtiyên siyasiyên Kurd kêm nînin li girtiyên siyasiyên parêzgahên din yên Îraqê.
2.Zêde kirina madeyeka taybet bi girtiyên siyasiyên Kurdistanê li destûra amadekiriya herêma Kurdistanê heya hebûna girtiyên siyasî bê îspat kirin û hukûmeta herêmê pabend bike bi qerebû kirina girtiyên siyasî,çavdêriya wan û zarokên wan bigre stûyê xwe,wek çawa di destûra Îraqê de hatiye.
3.Dayîna madalya ya rêz girtinê bi girtiyên siyasî yên Kurdistanê kû birêz sekreterê giştî liser wê razîbûna xwe nîşan dabû.
4.Hejmar kirin û yeksan kirina xebatên girtiyên siyasî.Xebata pêşmergeyên sengeran,kêm endamên senger ,şehîdê senger di aliyê maf û yasa ve.
5.Dayîna silfeya taybet bi girtiyên siyasî wek pêşmergeyên dêrîn yên YNK.
6.Alîkariya pêwîst bê dabîn kirin jibo girtiyên siyasî û zarokên wan kû li kolejên taybet de dixwenin.
7.Dabîn kirin û dayîn û xerc kirina bûdceya girtiyên siyasî li gorî bûdceya Îraq û Kurdistanê de hatiye diyar kirin.
8.Çareser kirina girtiyên siyasiyên nexweş li nav û derveyî welat liser hisaba hukûmetê.
11.Kêm endamên senger û girtiyên siyasî û xwedan pêdviyên taybet

1.Cîbicî kirina yasaya hejmare (34) ya taybete bi xanenişîn kirina (kêm endamên senger) kû sala (2007) derketiye ji aliyê serokatiya herêma Kurdistanê hatiye pejirandin.Le belê heya niha ji aliyê hukûmetê ve nehatiye cîbicî kirin. 
2.Vekirina rêveberiya giştî bo kêm endamên senger li wezareta pêşmerge.
3.Dayîna madalya ya rêz girtinê bi kêm endamên senger û rêkxistina heybet û îmtiyazat ligorî yasa.
4.Dabîn kirina derfet û xercî bo xwendina kêm endamên senger û kur û keçên wan li nav û derveyî welat ligorî mercên xwendinê.
5.Dayîna erd bi kêm endamên senger kû heya niha erd wernegirtine. 6.Çêkirina çend cihên akincîbûnê taybet bi kêm endamên senger kû pêwîstiyên kêm endaman navda bê berçav girtin li bajar û bajarokan de.
7.Çareser kirina kêm endamên senger ligorî raporên pizîşkî li nav û derveyî welat. 8.Alîkarî kirin bi kêm endamên senger bo kirîna dermanan kû nexweşiyên wan berdewamin û mûçeyên wan beşî nake.
9.Rêz dayîn bi kêm endamên senger û girtiyên siyasî wek sembol bi çêkirina peyker û nav dayîn bi cihên giştî wek (park,tax,baxçe..) bi navê wan.
10.Daxwaz dikin mûçeya kêm endamên senger rêgir nebe li pêşiya mûçeya kar kirin li dezgahên hukûmî û partî de ligorî yasaya damezrandina wan di hukûmetê de. 
11.Vekirina çend senterên civakî û werziş û xweşguzaraniya û pişeyî li bajar û bajarokan bi mabesta vegera kêm endaman bo nav civak û jiyana asan.
12.Warê xizmetguzarî ligorî mercên kêm endaman bê kirin li warê pirojeyên (giştî û taybet) bo dayîna moleta bînasazî û çêkirina rêya taybet bi kursiya du lastîk û dabîn kirina otobûsên taybet bo veguhestinê û hinek xizmetguzariyên din.
13.Dabîn kirina tev pêwîstiyên tenduristiyên kêm endaman wek(kursiya du lastîk,kopal(darşeq),dest û lingên bi dest hatiye çêkirin).
14.Derkirina rênmayiyên bo asan kirina karên kêm endaman li dezgahên hukûmetê de di dema serdana wan de.
15.Ava kirina derfet bo kêm endamên senger bo derveyî welat bo her bi boneyek kû pêwîst bike.
16.Hewl bê dayîn bi derkirina yasayek li parlemana Kurdistanê de bo wan kêm endamên senger kû pirsgirêkên wan yên civakî hene di dema cîbicî kirina erkên xwe yên partî û pêşmergeyatî de.
17.Diyar kirina rojek bi navê roja kêm endamên senger.
18.Dayîna deyna veberanîna dem dirêj û qazanc wergirtin li bankên hukûmeta herêmê bo kêm endamên senger.
19.Vekirina firotgahên taybet bi kêm endamên senger li bajar û bajarokên Kurdistanê bi nirxên baş û taksîtên mehane.
20.Vekirina muzexaneyeka taybet bi ferheng û edebiyata kêm endamên senger di şoreşa nû de û belav kirina bîranînên wan.
21.Dayîna tev maf û îmtiyazatên kêm endamên senger bi warisên wan.
22.Xerc kirina mûçeyeka taybet bo xwedankerên kêm endamên senger kû rêjeya wan (%100) bo bikarin di asta xizmet kirina kêm endaman de bin.Bo dabîn kirina jiyaneka baş jibo wan. 
23.Alîkariya hevjînî jibo kur û keçên kêm endamên senger di dema pêkanîna jiyana hevjînî de.
24.Dabîn kirina cihê baş bo wan kêm endamên kû mala wan nîne û nikarin xizmetê xwe bikin.
25.Hewldan bo dabîn kirina otombîl ligorî pêwîstî û kêm endametiyê bo tev kêm endamên senger .
26.Vekirina pirojeyên veberanînê bo qazanc wergirtin li şiyana miroviyên kêm endaman bo qazanca aboriya welat.
 

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî