Şanaz Îbrahîm Ehmed

Bila em baregehên xwe dabixin û biçin malên xwe !

  2020-06-27 10:58      68 Car hatiye dîtin        Şîrove
Derd û belaya Dinyayê tişteke û reftar û serkêşiya hinek dewletan jî tiştekî din e, xem û serêşiya  xelk û hemwelatiyê ser vê zemînê ji bo xwe çîrokekî pir ji janê ye û çavçilekî û xerabiya deshilatdar û xeyala hinek dewletan jî ji bo dagirkeriyê tiştekî din e. Wa li ber çave di demekê de hemû welatên Dinyayê mijûlî dîtina çareseriyê ne ji bo nehiştina vê şewbê ku bandora xwe li hemuyan kiriye û bi dû dîtina mekanîzmeka kemkirina şûnwarên wan pirsgrêkên aboriyê ne ku ev rewşa hanê durust kiriye û jiber wê jî me hemuyan tûşî derdeserî kiriye, lê cîranên me ha di vê rewşa metirsîdar û pir ji mirin ee de dev ji cîbicîkirina xewna dagirkerî  û bernameyên xwe yên serbazî bernadin.
Korona wiha li welatên Dinyayê kir ku dest ji şer û nakokî û kevnerikiyên nêvbera xwe berdin, ew şewba cîhanî wiha kir ku şêniyên Dinyayê rondikan ji bo miriyên hev bibarînin bi rêya teknolojiyê beşdarî xweşî û nexweşiyên yekûdu bikin, di hewlê parastina hemwelatiyên xwe û welatên cîran de bin û alûvêra ezmûnên zanist û bijîşkîyê bin ji bo serkevtin bi ser wê jan û belaya cîhanî de...
Lê li Kurdistana brîndar bi dehan brînên cûrbicûr li wê serzemîna ku neteweyek baca cografiya û dîrokê dide, ha di vê serdema pir ji bela û bêşensiyê jî de ji aliyekî şevşevokkorên DAIŞê êrişî ser gundinîşînên navçeyên me yên qutkirî dikin û di çav niqandinekê de dawiyê li jiyana bi dehan xêr ji xwe nedîtiyan tînin û her şev kêlgeheka bi xwîn û xwêdana hatiye avdan dişewitînin û bê pirsgrêk karên xwe pêk tînin.
Ji aliyekî din Îran jî ku bi xwe ji destê bi hezaran derdan dinale ji bo bêbextiyê Herêma me ji bo xwe kiriye meydana dugoliyê û her dema diltengiya axa canê hez bike dugoliyê bilîze, vêca çend topekî digre me...!!!
Wa sultanê serlêtêkçûyê Tirkiyê jî di vê serdema koronayê de bi dû kumê xwe yê babirî ketiye û bi ser me de bû ye webaya serdema seferberiyê û bi bêguhdan bi çi yasa û bingehekê cîrantiyê, bi şevan ji asmanan komando û cendirmeyan wekî kulliyan bi ser me de dibarîne û li ber çavên me û Cîhanê û hevpeymanan gund û bajarokên me dagir û topbaran dike û ne tenê Herêmê, belku hemû İraqê jî bi çavê wekî bajarokekî jêr deshilata împaratoriya xwe temaşe dike...!!
Bi kurt û kurmancî ewe beşê siyasi yê vê Herêmê sergerdaniye, xweş derveyî wê beşê jî ku rewşa navxwe ye ji wê nebaştir e. Di derbarê beşê aboriyê jî de wek em dibînin her hikûmetek û bi cûrekî zendûbendên xwe ba dane û bi awayê xwe û gor karîna xwe hewlê kemkirina êş û xemgîniya şêniyên xwe û parastina jiyana mirovan dide, ha di wê jî de em cûda ne.
Em ketine navbera berdaşê du hikûmetên babidest û heta qirikê deyndar, du hikûmetên siberoja wan nezelal û bê deshilat, du hikûmetên li yekûdu aciz û ji hev qutbûyî, du hikûmetên pişt grêdan bi pişk pişkiniyê û dar destê sultan û mîster û axa û misyo û paşa û emîr û xawenşiko û şazadazeyan...!!
Eger nikarin berevaniyê ne li asman, ne li xak, ne li sînor, ne li canewerên ser zevî, ne li nefta pir ji pirsgrêk ya jêr zeviya me bikin; eger nikarin li ser jiyana şivanek û guleberoj froşekî dengê xwe bilind bikin, eger ji me nayê xwedî li biryar û proje û bernameyên xwe derkevin û wek pezê mirî ser şor dikin, ya baş ew e em baregehên xwe dabixin û biçin malê û herkesek li mala xwe serê xwe şor bike...!
Ev pêşniyara min tenê ne ji bo YNKê ye, belku ji bo tev partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ne, yan wiha bila baregehên xwe dabixin û biçin malê, yan jî kerem bikin em bihevre her ji sibê ve eniyeke niştimanî û neteweyî durust bikin; êdî rê bi şikandina serfirazî û derbaskirina sînorên me û birçîkirina milletê me neyê dayîn, bila em xwe şermezarê dîrok û neslê siberojêe yê vî welatî nekin...
Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Ew telaqê ku nekeve‬ Şanaz Îbrahîm Ehmed
2020-09-26 23:15      49 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî