Bi durustkirina mijarên cedeliyê (minaqeşe, xirûcir) li ser qebareya Herême û dijî Herêmê xelkê nexapînin; Herêma Kurdistanê destûriye û bi kes hilnaweşe, ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê pêwîstî bi guherîna destûr û rapirsiyê heye ku di van şertûmercên İraq ji nav derbas dibe zehmete û hetta mehale. Bi daxuyaniyên seyr û sosret li ser miaş û veguhestina miaş ji bo Bexdadê, xelkê nexelitînin.
Hemû kesekî îdarî dizane ku ev meseleyekî îdarî û mîlakiye û her fermanberek ser bi wezaretekê ve ye û mîlaka wî heye li ser wezaretê, ji bo veguhestina miaş divê mîlak bê veguhestin; wate divê mîlakê yekbiyek yê fermanberên Herêmê bê veguhestin ji bo ser wezaretên navendê. Ev jî ji bilî ku guherînê digihîne bi rêveberiyan û bênankirina ew hemû fermanberên li wezaretan kar dikin, hilweşandina hikûmeta Herêma Kurdistanê tîne rojeve ku wekî min serinc kişand li ser, Herêm destûriye û bê guhertina destûra İraqê û referandûmê ne mumkune.
Tikaye hemwelatiyan, xwe bi van daxuyaniyan ku bingehekî wan ya yasayî û îdarî nîne, mijûl nekin, yekûdu bi dij yasaya çaksazî tometbar nekin; çaksazî (reform, nûsazî) bi qutkirina nanê çend kesekî nayê kirin ku malbat û zarokên wan hene, reform bi şefafiya dahat (qezenc, pare) û vegera qezencê ji bo xezîneya dewletê tê kirin..
Werin em hemû bihevre, bêku yekûdu bi neniştimaniyê tometbar bikin, bê bersiv û bersivdanê bi yekûdu, bê tometbarkirina yekûdu, bê daxuyanî û nivsînê nemantiqî, bên û bi dîv çareseriyê de bigerin. Bila em bên û xewna dijminên xwe ‘parçeparçeyiya Kurd’ gorbigor bikin, bila em bên û çareseriya esas bibînin, hîç zehmet nîne, hezar mîl bi pengava yekem destpê dike, bila em destpê bikin, hemû bihevre...
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed