Xwepêşandan rawestiyan, lê, sedemên serekî yên serhildana wê man e. Ya herî bandor pirsa aborî ye. Di vê rewşa aborî û siyasî ya Iraq û Kurdistanê de ronahiya çareserkirina pirsên aborî nediyar e. Eger, danûstan jî destpê bike, demildest çareserî nayê dîtin. Diyare jî hikûmeta Bexdad, xemsare ji bo çareseriya budce û miaş!! Par, min di civîna tevaya partiyên kurdistanî de û îsal ji di heman civînê de herwiha di civîna YNKê û PDKê de ligel serokwezîr û cîgirê wî jî israr kir ku eger, nikarin deyn ji bank û dewletan bikin ji bo çareserkirina krîzan, tekane çareserî firoştina erd, mulk, bax û xaniyên bê tapo ne. Tê texmînkirin, bi milyaran dolar ji wan hemû mulkên nehatine tapokirin ji Xaneqîn heta Zaxa, bidest bikev e. Heta niha, ev kar çima nehatiye kirin. Matmayî bûm e?! Ewê mi bihistime, qaşo yasa ji bo wê nehatiye pesendkirin. Hikûmeta me bi dehan hezar binpêkirinên neyasayî qebûl kiriye; lê, çareseriya di qezencê miaşê xelkê de ji bo nehiştina binpêkirinan, nake.
puknow
Werger: Metîn Mihemed