Mela Bextiyar

YNK û destbidestkirina deshilatê

  2018-01-11 02:17      533 Car hatiye dîtin        Şîrove

Li ser axaftina me di “Rûdaw” de kekê Şaxewan Birayîm Ebdulla gotarek rind nivîsandiye. Şîroveya hevpeyvînê kiriye, bersiva hinek rexneyan jî daye. Lê derbarê destbidestkirina deshilatê û deshilata YNKê de serinc nedaye axaftinan. Min vê kurte nivîsa xwe bi pewîst zanî, da ku bîrûraya min û Şaxewan bi ser xwênerên hişyar da derbas nebin.

       Teqez dikim ku YNK dengê xwe zêde bike yan kem, her YNK ye. Dixwazim bêjim: eger rêjeya me dakeve, YNK hilnaweşe. Yan navê wê jî naguherînin. Partiyên mezin mezin di dîrokê de di hilbijartinan de binketine, xwe ji bo hilbijartinên din saz kirine. Proseya serkeftin û binketinê di cîhana demokrasiyê de didome. Heta proseya demokrasiyê bimîne, destbidestkirina (alûvêrkirin, radestkirin) deshilatê dê berdewam be.

       Ji bo hêza çekdar jî; ewê, hevkêşên Kurdistanê di vê qonaxa nebûna destûra Kurdistan û projeya stratejîk ya yekxistina hêzên Pêşmerge û asayîşê baş bixwîne, ji bo wî aşkere dibe ku YNK çawa dikare hêzên xwe teslîm bi hêza din yan wezaretê bike ku carê di warê yasa û destûre de bingeha hêza yekgirtî ya niştimanî, nîne?

       Rewşa gelên wekî me rasterast wihaye, ezmûna şoreşên çekdarî yên cîhanê jî wiha ne, li Kurdistanê jî:

Em, hêj di çarîka yekem ya sedsala damezrandina demokrasiyê de ne. Ew jî di çarçoveya federaliyê de ne Kurdistaneke serbixwe.

Em di qonaxa guzeriya demokrasiyê de ne, tevliheviyên vê qonaxê zêde ne, leşkerî jî di nav de. Heta em bigihêjin îstîkrara demokrasiyê, ji hemûyan matmayîker, ewên rexne li wê nerîna min digirin li ser YNKê û hêza wê;  zêdetir, rexneyên wan li PDKê ye. Dizanim, egera serkeftina PDKê li navçeyên xwe,  zêdetire ji aliyên din, vêca dibêjin: bila YNK hêzên xwe teslîm bike, wate teslîm bi leşkirekî bike ku deshilat û serweriya (hikumrani) PDKê li ser heye. Eva han çend bi çendiye?!

Pirsyar heye ku ji bo çi paş hilbijartinên raboriyê, postê (erkê) parêzgar bi Goran nehat dayîn, di bersivê de dibêjin, çunkî: Goran, pêş YNKê, bi PDKê re hikûmet pêk anî. Du wezaretên girîng yên YNKê jî wergirt. Paşê, rêkeftibûn ku PDK piştevaniyê bide Goran ji bo wergirtina postê parêzgar. YNK, eva bi pîlanê hevbeş yê PDK û Goran, nirxand. Lewma, hatgotin:

Goran bi dengê xwe yê di civata parêzgeha Silêmanî de bikaribe bibe, ji wan re pîroz be. Lê, bi pîlana hevbeş ya PDK û Goran yan her aliyekî din, bixwazin li dijî YNKê yekbigrin, bê ku hevpeymaniya siyasî di navbera wan de hebe, eva giran e YNK qebûl bike.

Di dawîn de.. pewîste bêjim: hemû ew nerînên min, siyaseta YNKê ye. Lê, bi dilniyayî baweriya min ya neguher bi destbidestkirina deshilatê heye. Radestkirina deshilatê jî  paş serkeftina her aliyekî, bi beşek ji proseya demokrasiyê dizanim.

Paş ku rêjeya dengên me jî di hilbijartinan de nizim bû, min û hevalekî din yê polîtburoyê rijdbûn bi beyannameyek kurt, encamê qebûl bikin û pîrozbahî li hemû aliyekî bikin. Wê demê jî. Her divê hîzrê li projeya stratejîk ya yekxistina hêzan li ser bingeha temamkirina projeya destûra Kurdistanê, bikin. 

puknow

Werger: Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê‬ Mela Bextiyar
2020-11-02 19:08      423 Car hatiye dîtin

Mam.. Azadiya te baş‬ Mela Bextiyar
2020-10-04 20:49      273 Car hatiye dîtin

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye‬ Mela Bextiyar
2020-02-16 20:22      424 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      414 Car hatiye dîtin

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan‬ Mela Bextiyar
2019-12-21 13:22      644 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      387 Car hatiye dîtin

Dawî bi gotara kevn hatî ye‬ Mela Bextiyar
2019-11-07 02:01      425 Car hatiye dîtin

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!‬ Mela Bextiyar
2019-11-02 16:37      473 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      509 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      443 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      425 Car hatiye dîtin



Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan‬ Mela Bextiyar
2018-12-05 13:44      483 Car hatiye dîtin

Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      546 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      474 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      390 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      435 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      447 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      447 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      704 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      531 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      833 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      465 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      500 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      499 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      741 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî