Di demekê de ku rêberên kurdayetî û demokrasiya hevçerx hevserokên HDP Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û zêdetir ji 11 hezar endamên wê partiyê li piş deriyên hesin yên zindanan e, HDP erkekî dîrokî yê hilbijartinên bajêrvaniyan cîbicî dike.
Ligel cûdahiya rêbaza bîrdoziyê. Ez dibêjim: nabe tekane kurdekî dilsoz li Kurdistan û Cîhanê hebe ku di vê hilbijartinê de piştevaniya HDPê neke; berovajî, piştevanîkirina wan, erkekî şerefmendane ya mafê demokrasî û azadîxwaziyê ye. Çunkî, tekane stratejiya serxistina pirsa Kurd û Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê, paş şerê sar, xebata demokrasiya medenî, parlemento û sindoqên dengdanê ye; bandora rêbazên din yên xebatê jî tenê ji bo palpiştiya xebata demokrasî û aştiyê ye, ne wekî stratejiya rizgariyê!
Li cem min ya girîng, stratejiya xebata medenî ya HDP ye.. Hemû dengdayinek jî bi berbijêrên HDPê ji dengê gulle bi bandortir e û hemû dilopekî xwêdana proseya hilbijartinê jî bi qasî buhayê xwîna şehîdan bi bandor e.
Slav li dengderên HDPê, slav li azadîxwazên Bakûrê Kurdistanê li her kuderê cîhanê bin.
Bi hêviya serkevtina we me di xebata medenî, demokrasî û aştiyê de.
Puknow
Werger: Metîn Mihemed