Îro 16’mîn salroja rûxana Beasê (9 Nîsan 2003), ez ku edebiyata siyasî ya aliyan, paş 44 saliya damezrandina YNKê bibîr tînim, edebiyatekî şermîn tê bîra min, wekî:
Heta niha, çi partiyek siyasî, nirxandinekî berfireh ya zanistî li ser bîrdoziya Beasê nekiriye, wate: her partiyek ligorî siyaseta şertûmercê, hikum li ser îdolojiya Beas û deshilata Seddam daye. Zêditir, peyva dîktatoriyê hatiye bi kar anîn. Wekî din: peyva faşîzm di edebiyata kongre û çapemeniya resmî de li ser Beas cîh negirtiye. Herî zêde ‘reftarê faşîyane’ hatiye bi kar anîn; da ku deriyê egera danûstanê ligel rejîmê vekirî bimîn e.
Di sêyemîn konferansa Komele de (1985) ev mijar hat rojevê, di encama dawîn de nasnameya faşizmê nehat qebûlkirin; çunkî, hêj danûstan bi dawî nebibû. Bahaneya neselmandina faşîzmê jî ji bo Beasê, tene ew bû ku qaşo faşîzm û nazîzm berhemên nexweşiyên welatên sermayedariyê ne, Îtalya û Almanya, paşê Îspanya û Şîlî jî wek mînak dihatin nîşandan...
Me û yên mane digotin: wekî hemû îdolojiyekî û hizrekî din, faşîzm li welatên paşketî, bi taybetmediya paşketîtiyê û pişt qaliniya bi çanda dêrîn û axafên olî – mezhebî serî hildide. Me teqez jî dikir, metirsiya faşîstiya welatên paşketî ji welatên sermayedariyê ne kêmtir in; ev gengeşeyên hanê, pêş enfalan û bikaranîna çekê kimyayî di nêv me de hebû.
Di yek ji dewreyên (xulên) kadroyan de (1981), min li ser faşîzma welatên paşketî ku sermayedariya dewletî disepînin, pêşkêş kir, bi tomarkirî maye “mixabin dengê wê baş nayê bihîstin” di sala 1986 jî de min ev mijar di lêkolînekê de dewlemendtir kir û ket destê Navenda Komele, mixibin di nêv hevrikiyên wê rewşê de hat jêrrêfkirin. Min di pêşekiya pirtûka “Şoreşa Kurdistan û guherînên serdemê “ jî de (1989) teqez kirim e ku Beas faşîste û her divê biherife.
Sala 1991’ê li Baxçeya Mîrê Helebce, min panêlek li ser faşîzma Beasê pêşkêş kir, îsal jî di bîranîna Helebce de min mijarek li zanîngeha bajêr pêşkêş kir li ser “tevgera nasyonalîzma erebî û îdolojiya kîmyabaranê”. Di sala 1988’an de jî di jimareya duyem ya “Govara Enfalê de bi navnîşana “Enfal û îdolojiya Beasê” hatiye waşandin.
Niha jî paş 51 sal ji hikumranî û herifîna rejîma Beas û Seddam, min, hêj yek lêkolînek li ser cewhera çînayetiya nasyonalîzma faşîstane ya rêjîma wan, ji aliyê aliyan ve nedîtiye.
Di salroja herifandina Seddam û Beasê de ez teqez dikim ku di vî warî de pêwîstî bi lêkolînek berfireh heye û gellek grînge jî neviyên me, nasnameya îdolojiya rejîman û partiyan fêm bikin, da ku bê zanîn ji bo çi demokrasî li Rojhilata Navîn nîne û ji ber çi jî mafên demokrasiyê yên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê nehatiye selmandin û bi berdewamî ew hemû tawan, dijî me hatine encamdan û tên encamdan.
Ligorî min, Rejîma Beas deshilata faşîst ya welatên paşketiye û faşîstiya wê jî di nêv îdolojiya Beasê de çavkaniya xwe heye. Rehên Beasê jî ku hevzayê serhildana tevgera nazîzma Almanyayê ye, xwe berdaye bingeha nasyonalîzma paşketî ya ereb û îdolojiya hikumranî. Tawanên hovane yên beramber bi Kurd û paşan beramber bi Îran û di van demên dawîn de jî li beramber ereb û pêkhateyên din jî, gumana faşîstbûna Beasê nehiştiye.
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed