Şanaz Îbrahîm Ehmed

Ew telaqê ku nekeve

  2020-09-26 23:15      60 Car hatiye dîtin        Şîrove

Maceraya referandûmê ku sê sal beriya niha li derveyî kodengiya niştimanî û rewatiya parlementoyê, wek cûrek ji xwesepandina siyasî û parêzvanîkirin li kursiyekê ligel qaşkirina sêvekê hat lidarxistin; hîç nebû, ji bilî durustkirina metirsiyê li ser deskevtên neteweyekê bi rêkeftinekî jêrbijêr şikestxwarî. Ew senaryo faşil û biryar şaş û nestratejiye, ew dest li piştdana herêmî û pozbilindiya siyasî, ew milnedana bi xwasta dilsoz û dost û hevpeymanan, bû sedema ji destdana nîvê xaka Kurdistanê.

Bîranîna wê şanogeriyê ku min her ji destpêkê ve bi “firfirandûm” binav kiribû, wa niha dîsa ji aliyê heman wan kesan ve ku herdem şanazî bi xiyanetê kirine bi navê kurdayetiyê bi xelkê difroşîn û carekî tapoyê reş û carekî din jî bi kartê fişarê binav dikin. Ca eger bi rûalet cûrek bû be ji qidqidîdana hestê neteweyî yê xelkê Kurdistanê, ew di naverokê de cûrek bû ji xweçemandinê û teslîmbûn bi xwastekî herêmî, ji bo ku Kerkûka quds û xaka bi xwîn rizgarkirî ya Kurdistanê bixin şerekî nehevseng û di encam de parêzvaniyê li wê balansa siyasî bikin ku berjewendiyên wan têda parastî bû. Lê, her ew eshabê mezinatiyê bi zimanê Kurdî û di çapemeniya xwe de referandum bi kurdiyatiyê bi xelkê da daqurtandin. Li pêşiya zûmên kamerayên televîzyonên Erebî û cîhanî bi şerminî dubare dikirin ku ew iraqiyekî eyar bîst û çar in û ya rû da rapirsiyekî asayî bû ji bo zanîna xwastê xelkê. Di demekê de ew durûyiya daxuyaniyan (beyanan), bi xwe cûreke ji sivikatîkirin bi xwastê neteweyekê; çunkî ji dêrzemanê ve Kurd û tevgera wê ya siyasî bi şoreş û xwînbexşînê, xwasta serbixweyiyê ragihandiye û pêwîstî bi çi cerbandin û ezmûnandinê nîne...!!

Ca wê demê jî me hawar kir ku kek, serbixweyî bi tilî hejandin û xwegijiyê nayê bidestxistin, çarenivîsa milletekî bi înadî bi qederê nayê teslîmkirin û nabe gerdenê milletekê û xaka wê bi gefa jinavçûnê bê spartin. Wê demê jî me got, jiber şerê DAIŞê û ew dilsoziya navdewletî ku ji bo İraqê heye, her macerayek tenê ji rûbirûbûn û rawestan bi dij İraqê pêk nayê; belkî, yeksan jî dibe bi rawestana  dij bi civaka nêvdewletî. Lê bi pêçî hejandin û guhnedan bi nameya Tîlersin ku gellek çavdêr wek “soza Bilforê” binav dikirin, bersiva me dan...!!

Ew rojgar wek awayê Baram Beg, serê ziman û binê zimanê peyamner, bêjer, parlementer, siyasetmedar û serok jî telaqdana Îraqê bû; nedizanîn hejmûn (serdestî) û berjewendiyên siyasî yên welatan û hevkêşên nêvdewletî yên Rojhilata Navîn, pir ji wê aloztir  û kûrtir e ku bi wî awayî bi hemû tiştekî bê lîstin. Maceraya bi destkevtan, Kurd li İraqê ji şirîk û hevpariyê kir bi şagirt, wê demê hat gotin ku hemû şertûmercên serbixweyiya me heye, vêca du hefte derbas nebû, me dît ku çarîk miaş jî bi me nayê dayîn, belkî çiqleka perparê jî li bazarê bidest nakeve, daku her hîç nebe serçopîger bigrin dest ji bo temamkirina şahiya xwe...!!

Ecêbatî jî di wê de bû bi minasebet û bê minasebet, ew bi xwe li xwe mikur dihatin ku wan ji bo serbixweyiyê referandûm lidar nexistiye, belkî ji bo zanîna raya xelkê û cerbandina wê zemawenda xwe sazandine,  lê înca jî hinek, her berdewam bûn ji şewitandina pasaport  û sê bi sê telaqdana Bexdadê...!!

Her çend heyvekê paş qîr û hawara serbixweyiyê, arasteya (berê) dîreksiyona xwe ber bi Bexdadê ve zîvirandin û ketin şerê wergirtin û desxistina pile û post û di çavniqanekê de “Ey Reqîb” bû bi “Muwtinî”...!!

Puknow

Wergêr: Metîn Mihemed

Babetên zêdetir


Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî