Roja 20-01-2018’ê, êrişên Tirkiyê bi sedan tank û zêdetir ji 80 balafirên NATOyê û hezaran leşker û caşên beşek ji dijberên Sûriyeyê, bo ser bajarê Efrînê destpê kir. Hêzekî mezin û teknolojiya cengî û eger qurbaniyên wê di warê stratejiya cengî de bê berhevkirin, heta niha derketiye ku taktîka berevaniyê ji bo serxistina stratejiya parastina Efrînê serkeftî bûye. Li beramber wê, Artêşa Tirkiyê ji aliyê herî kêm ve (heta niha) nekariye armancên xwe yên stratêjîk bidest bix e.
Eger serdema han; teknolojiya cengî ye, bikaranîna wesayîtên gullenebir, top û fuzeyên biaqil yên lazerî ne, ji bo çawanî encamê berevaniya Efrîn ê, eger nîqaşên aktuel yên leşkerî ji bo bêkirin; ew rastî derdikeve ku şervanan (YPJ-HSD) tenê ne jîr û jêhatî ne.. belkî, eger şikestê bi nexşeyên leşkerî yên Tirkiyê bînin di zanista leşkerî de hevkêşa nû ya berevanî dê bikeve pêş hemû zanyarî û zanistên leşkerî.. belkî zanista leşkerî ya berevaniyê dewlemend jî dike!
Dimîne rehenda siyasî, berevaniya Efrîn ku li gorî me:
- ŞerêSerêkanî (2013), karîna hêza leşkerî ya Rojava selmand.
- Berevaniya li Kobanê ku paş 133 rojan ji berevaniyê roja 27-01-2015’ê hat rizgarkirin, rewayiya (şer’iyeta) siyasî ya hêza leşkerî ji bo şervanan, pêkanî.
- Berevanî jî li Efrînê serkeftinê bidest bîne, mafê federaliyê ji bo Rojava dê bidest bîne.
Niha, ne Rojava, belkî çarenivîsa Sûriyeyê jî di nav opozîsyona Sûriye û civînên Cênev, Astana û Suçî jî de beşekî peywendiya wê bi şerê berevaniya Efrînê ve heye. Gellekî jî nemaye derbikeve, netewa Kurd li Rojhilata Navîn di nav hêvkêşan de qerebûya pîlanên dîrokî yên li navçeyê bike.. Di serdemê cîhangîrî de Kurdistan dibe beşek ji bandora guherîna hevkêşan û siyaseta herêmayeti!
puknow
Werger: Metîn Mihemed