Mela Bextiyar

Nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê

  2020-11-02 19:08      66 Car hatiye dîtin        Şîrove

Cenabê Serok Macron!

Raya giştî ya Fransa ya azadîxwaz!

Heftiyeke li ser daxuyaniyekî Serok Macron û belavkirina karîkaturekî nehêja li ser Pêxemberê Îslamê, hemû hêzên îslamgeran, ligel beşek pir zêde ji bawermendên îslamê, nerazîtiyekî bêpilê nîşan didin. Hindik maye wiha lê bê, li ser astê cîhanê, eniya îslamî û eniya demokrasî li dijî hev rabin.

Rêzdaran!

Wekî Platforma Dabiran ku 5 sale hatiye damezrandin û çar konferans saz kiriye, felsefeya rewşengerî û sekuleriyê bi aşkere ragihandiye û dijminatiyek mezin li beramber hatiye kirin. Lê, me dest jê berneda. Hêdî hêdî me selmand ku demokrasî û sekularîzm, ne dijî olan e, belkî sîstema herî başe ji bo azadiya dîn an. Şahdestûra 1905ê ya Fransayê jî heman azadiyê ji bo baweriyan destber kiriye.

Di vê nameyê de em dixwazin, tekez bikin ku Platforma Dabiran û hemû ewên azadiya rast ya felsefe û olan ji xwe re kirine armanc, bê perde piştevaniya sîstema demokrasî û sekularistiya Fransayê dikin. Ev jibilî wê ku Fransa, di serdema Serok Mitterrand û xanima yekem ya Fransayê Danielle de, di demekê de Kurdistan hat kimyabarankirin; piraniya hikûmetên erebî yên îslamî bi taybetî hikûmetên “Siûdiye, Behreyn, Qeter, Îmarat û Kûweyt”, herwiha Kongreya Welatên Îslamî piştevaniya Rejîma Seddam kirin.. Bi dehan milyar dolar pê bexşîn û teknolojiya ceng pê dikirî û dijî Kurdistanê ji sala 1976ê ve  heta dagirkirina Kuweytê (1990) bikar dianîn. Paşê li dijî Îranê jî hat bikaranîn. Welatê Kuweytê jî pê hat wêran û talankirin, di wê rewşa karesatbar de, Fransa yekem welat bû, dijî siyasete jenosîda Beas helwest nîşan da. Yekemîn welat jî bû, Kongreya Mafê Mirov bi serpereştiya xatûn Danielle Mitterrand li Parîsê, di serdema Enfala Kurdistan û têkşikana xebata çekdarî dê (1989) hat lidarxistin. Her di wê kongreyê de li ser pêkoliya (rijdiya) Serok Mam Celal û wefda Eniya Kurdistanî; wefda İraqê bi serokatiya Serokê Encmena Yasadanîn – Beasê Behadîn Ehmed, hat derkirin. Ji bilî vê di sala 1994ê de Serok Mitterrand hewl da, Kurd yekbigre û pirsa serbixweyiya Kurdistanê jî bixe pêşiya Encumena Asayîşê; lê, biryarên nehênî bi Tirkiyê hatin gîhandin û hat têkdan!

Di dema referandumê jî de.. Serok Macron, yekemîn serokê cîhanê bû ku pêşwazî li serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî kir û ambargoya dîplomasiyê li ser Herêma Kurdistanê rakir ku jiber referandumê hatibû sepandin. Di wê rewşê jî de welatên îslamî û hêzên îslamî yên cîhanê, beramber sepandina ambargoyê li ser Kurdistanê, tawanê bêdengiyê hilbijard in.

Niha mamosteyekî fransî ku bi bê pirsa hikûmeta Fransayê, karîkaturekî nehêja li ser pêxemberê Îslamî belav kiriye; di encam de hovekî musulmanê Çeçenî, sere wî jê kiriye. Li şûna ku Dunya dijî vê tawanê tevbigere; berovajî, hêzên îslamî û bi sedan hezar musulman, dengê nerazîtiyê dijî Serokê Fransayê bilind kirin e.. Tenê jiber ku gotiye: “Îslam di pirsgirêkê de ye”. Ev jî di demekê de ye ku bi salan e, bîrmendên ereb û îslamî, zêdetir li ser pirsgrêkên îslamê diaxivin.

Diyare di vê risteyê de Serok Macron wekî deshilata herî bilind, gotibaya “cîhana îslam yan deshilatên îslamê di pirsgirêkê de ye” baştir dibû. Çunkî, ola îslam.. di çawanî peyrewkirin, hikumranî û nirxandinên mezhebî, terîqet û zanayên wê de cûrbicûrî hen e. Lew, aliyên siyasî û mezhebî û terîqet û hikûmet jî li ser sîstema deshilata îslamî û sirûşta îslamî nakok in. Lê, yek Xweda û yek Quran û yek pêxemberê wan heye.

Rêzdaran!

Tev hikûmetên îslamî û alî û zanayên îslamî ji bo xwe rewa dibînin di nav cîhana îslamî de.. şîroveyên wan yên cihê hebin. Deshilatên cûda ferz bikin. Ji dêrzemanê ve mezhebên cûda peyrew bikin. Şer’î û şer’iyetên cûda bikin makazagon.. Dijî yek bin. Dijî yek bicengin. Xwîna musulmanan birijînin, vêca eger Serok Macron yan her serokekî din yên rojava, rexneyekî lê bigre.. karvedanên dijwar nîşan didin. Ev di demekê de ye ku di dîroka îslamê de bi dehan bîrmendên wekî İbnî Ruşd û İbnî Sîna ji gellek dogmayên cîhana îslamê, bi aqlekî pêşketîtir temaşe îslamê dikin.

Cenabê Serok Macron!

Azadîxwazên Fransayê!

Tikaye bi sîtema xwe ya modern ku rehûrişeyê wê ji bo serdema Rênesansa Îtalya, reforma olî ya Almanya û rewşegeriya Fransayê dirêj dibe, temaşe Îslam û cîhana îslam û kevneşopiya îslamê nekin. Hêj ew guherîn demokrasî û azadiya rojava, hêj ew hizra pêşketî ya azadiya rexnegirtin li pêxemberên krîstiyan û yahûdiyan yan nivsîna roman û derhênana fîlmê sînemayê li ser wan, bi xêzkirina karîkaturê jî gellekî dûr e ji cîhana îslamî û ji sîstema bîrkirinê ya raya giştî ya musulman an. Lewre, dema karîkatur li ser pêxember bê xîzkirin, karîkaturên bi vî cûrî, tenê ziyanê nagihînê Fransa û rojava, herwiha ziyanê digihîne bi hestê azadîxwaz û medenîxwazên welatên îslamî jî. Ji bilî wê jî felsefeya azadî, rê nade, pîroziyên mirovên îmandar bê binpêkirin.

Rêzdaran!

Di demekê de ku em xwe di eniya demokrat, sekuler û moderniya cîhanê de dibînin di heman demê de em hêvîdarin, ev pirsgirêk bi hikûmetê Serok Macron û aqilmendên mezin yên Fransayê bê çareserkirin. Hestê brîndarkirî yê musulmanan jî bê sarêjkirin. Herwiha erkê hemû neteweya Kurd û azadîxwazan e, dijî îslamgeriya tûndrewan bin ku faşîstan e, serê mamosteyekî jê dikin. Li ser vê tawanê jî berdewam in, lê şanaziye ji bo serweriya yasa û azadiya Fransayê, tawanbaran di dema kuştin û reşkujiyê de digrin.. Vêca radestî dadgehê jî dikin.. Lê li Kurdistan û li her cîhekî DAIŞ yan Talîban yan Eniya Nusra, yaxud Ehrar Şam yan Boko Heram, her hemwelatiyekî bi dîl bigrin, yekser dikujin. Mixabin, bi hezaran tawanên tûndrewan ku dijî Ola Îslamê ye û bi sedan hezar kes jî kirin qurbanî, li cem îslamiyan bi şerminî rexne lê tê girtin. Lê, axaftekî Serok Macron.. Bi derfet hat zanîn, pirsên siyasî yên îslamiyan veşêrin û li dijî azadiyan Fransayê, nakokiyên xwe li aliyekî bihêlin.

Ligel hêviya çareseriya dûrbînane ya vê pirsgirêkê.. Ji aliyê Serok Macron û Fransaye piştevanê Kurdistanê ve.

Em rêza xwe dubare dikin

                                                                                                          Serpereştyarê Platforma Dabiran

                                                                                                                            Mela Bextiyar

                                                                                                                             29-10-2020

                                                                                                                     Kurdistan - Silêmanî

Puknow

Wergêr – Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Mam.. Azadiya te baş‬ Mela Bextiyar
2020-10-04 20:49      66 Car hatiye dîtin

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye‬ Mela Bextiyar
2020-02-16 20:22      194 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      190 Car hatiye dîtin

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan‬ Mela Bextiyar
2019-12-21 13:22      175 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      161 Car hatiye dîtin

Dawî bi gotara kevn hatî ye‬ Mela Bextiyar
2019-11-07 02:01      179 Car hatiye dîtin

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!‬ Mela Bextiyar
2019-11-02 16:37      188 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      269 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      218 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      214 Car hatiye dîtin



Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan‬ Mela Bextiyar
2018-12-05 13:44      244 Car hatiye dîtin

Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      259 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      235 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      197 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      222 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      239 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      234 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      285 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      321 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      321 Car hatiye dîtin

YNK û destbidestkirina deshilatê‬ Mela Bextiyar
2018-01-11 02:17      314 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      285 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      312 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      281 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      336 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî