Nermîn Osman

Şerê Navxwe û Sifirbûna Destkevtan

  2020-11-10 16:49      136 Car hatiye dîtin        Şîrove

Carekî din, metirsiyên şer di nêv mala Kurd û partiyên Kurdistanê de hêdî hêdî derdikevin û dengê dehola wê tê bihîstîn; di demekê de her çar beşên Kurdistanê rastî bi dehan pirsên siyasî, aborî, tenduristî û pîlanên dagirkeran bûn e. Ev jî wê yekê diselmîne ku hêj takê Kurd û partiyên siyasî, nekarine nîşaneyên şerên navxwe yên berê jinêv bibin û ew rewşa nexweş û jander li paş xwe bihêlin û berjewendiyên neteweyî bixin pêşiya berjewendiyên partiyî û kesayetiyî.

Niha jî hêj aqliyetê êlgerî ma ye û li bergê hizr û siyaseta partiyiyê de ma ye, kesê din qebûl niye û bihevrejiyana wan ne hesan e. Hewlê ciddî jî ne hatiye dayîn ji bo kêmkirina wan bermayiyên xerap di ruh û hizra tak de û bicîhkirina yekûduqebûlkirin û bihevrejiyanê.

Raste, paş bi dawîbûna kota şerê navxwe li ser astê gotarê, şerê navxwe hat heramkirin; lê bi praktîk û di torên civakî û medyayên xwe de berdewamî bi sivikatîkirin, tometbarkirin û dijûndanê hatiye dayîn. Wate ji şerê germ yê çekdariyê ji bo şerê sar û nerm ya medyayî guherîbû; ev jî wekî mînekî bicîhkirî ku hemû rojekê dibe biteqe.

Şerê navxwe, tenê ne malwêranî ye, egera (îhtimala) ji nêvçûna ew deskevtên heta niha hatine bidestxistin jî zedetir dike; jibilî wê, ev şerên hanê cîbicîkirina armanc û pîlanên dijminan e û jibilî krîza siyasî, krîza aborî jî bi xwe re tîn e. Herwiha, li ser astê nêvdewletî jî navûbangê Kurd lekedar dike û ew rexneyên li ser diselmîne ku digotin; ‘Kurd nikarin bihevre bijîn û divê hêza derekî wana kontrol bike’.

Di rewşeke wiha de pêwîstî bi pêkanîna aştiya civakî û rexsadina zemînekê lihevtêgihîştinê heye; ji bo rewşa wekî niha ya Herêma Kurdistanê jî hewceye civina berfireh ya aliyên siyasî bê lidarxistin. Bi nivîs û bi rêya peymaneke niştimanî û bi îmzeyan, şerê navxwe bê pûçelkirin. Herwiha, erke li ser milê rêkxistinên civaka sivîl û rewşenbîr û hunermendan ku rola xwe ya bi bandor bigerînin.

Hebûna projeya niştimanî ya zelal û aşkere bi armanca qed rûnedana şerê navxwe û berberiyên nerewayiyê (neşer’î) bandora xwe ya giring heye û erke li ser milên hemû aliyekî jî ji bo wê hewl bidin.

Herwiha, durustkirina dezgehekî niştimanî ya girîng di astê bilind de hemaweyê Encumena Dadwerî ku şer’iyeta hemûyan li xwe bigre û bibe lêveger ji bo yekalîkirina pirsgirêkan, karekî ciddî û hewce ye. Her wek rewayî, heqqe partiyên beşên din yên Kurdistanê jî rewşa Herêma Kurdistanê zêdetir liber çavan bigrin.

Rewşa niha hem nazik û hem jî metirsîdar e, bi cûrekî eger şerê navxwe rû bide û hevrikî bigihêje astê yekûdû şikandinê û dijmin pîlanên xwe li ser xaka Kurdistanê cîbicî bikin; vêca, hemû destkevtên wê ku nêzîkî di sîh (30) salên bihurî de hatine bidestxistin, sifir dibin û rencê çend salan yê hemû aliyekî ba bibe.

Puknow

Werger: Metîn Mihemed

 

 

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî