Şanaz Îbrahîm Ehmed

Jiyan bi hejarî

  2021-03-13 16:01      257 Car hatiye dîtin        Şîrove

Xemgînî û nerazîtiya cîranên me beramber bi nimayîşkirina pûlekê di dema serdana Papa Francis ya ji bo Herêma Kurdistanê  de li Balafirxaneya Hewlêrê, ne tişteke me tûşî şok bike û nû be. Em Kurd, demeke ligel aqliyetê înkarî û qebûlnekirin ê, dest û tiliyan nerm dikin û rahatin e. Axaftinên zilamê Baxçelî jî çi buhayekî nîne û ligor min di jêr bandora ew semad û peynê de ye ku li baxçeyên xwe de bikar aniye, berovajî bîrlêkirina aqilane..
Giring nîne, nehezên me çi dibêjin, giring ewe em çi dibêjin:
-Pêwîst nedikir Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê ji bo çi welatekî zelaliyê bixe ser duruskirina wê pûlê; çi carê bi daxuyaniyek wiha lewaz û tirsinokane û şerminane wek ewê ku Peyivdarê Hikûmetê da...!!
-Durustkirina û çapkirina pûlê çi demekê pêwîstî bi razîbûna derûdorê nebûye û nîne, bi çi cîranê kî jî...!!
-Nedibû ewên ji bo bidestxistina soz û dengê xelkê bi sloganê daxwaza serbixweyiyê dikirin, bi xemgînî û gefên faşîstan li ser durustkirina Pûlekî Kurdî, tûşî tirs û dilxofiyê bibin û herwiha bi hesanî poşman bibin, ma biryar bû ewên hanê dewleta Kurdî durust bikin...!!
-Gellek caran em dibihîsin ku têgotin, Turkiye ji ber wê Herêma Kurdistanê bombebaran dike, çunkî PKK hatiye Herêma Kurdistanê û bahaneya êrişkirinê dide Turkiyê; vêca niha çi dibejin ku Turkiya durustkirina pûlekê bi nexşeya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê û ji aliyê wezîrekî Hikûmeta Herêmê ve qebûl nake û gefa sepandina cezayên herî giran bi ser Herêma Kurdistanê de dixwe..! Ma vêca ne Papa PKK ye û ne dizaynerê pûlê Cemîl Bayik e û ne wezîrê veguhestin û gîhandinê jî ji pişka PKKê ye..?!
-Ne bahane durust  bikin û ne hewl bidin ji bo sûdwergirtin ji demê û libercavgirtina berjewendiyên xwe ku çapkirina wê pûlê wek şaşiyekê bixin stuyê “kesekî” û bi bahaneya parastina peywendî û ragirtina hevsengiyê wê pûlê red bikin. Çunkî, “xwe gij kirin û bi şaşî le qelemdana çapkirina wê pûlê ji aliyê komek siyastmedar û serokatiya komarî ya welatekî ve ye ku rastî û şaşî ji hev cûda nakin” û derbaskirina sînorê welatekî cîran û bombebarankirin û destdirêjî bo ser xelk û xaka me û qatliyam û wêrankirina neteweyekê pê rast û rewaye...!!
Di dawiyê de bila ev çend dêrên bavê min ji “Bîranîn û Hêvî” yê bersivek be ji bo helwestê ewên nekarîn parêzvaniyê li Pûlekî Kurdî û bergiriyê li Nexşeya Kurdistana Mezin  û pîroziyên neteweyekî bikin...
Jiyan bi hejarî û bê deshilatî
Hîç derew nebe, sed kêlîkên mirin ê
Mirov bi dîlî bijî xweş e, yan
Bimre ji bo bilindiya xwe û welatê xwe
Puknow
Werger: Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

31ê Tebaxê xiyaneteke jibirkirina wê nemimkune‬ Şanaz Îbrahîm Ehmed
2021-09-01 01:31      257 Car hatiye dîtin

Destûr‬ Şanaz Îbrahîm Ehmed
2021-05-23 13:54      182 Car hatiye dîtin

Ew telaqê ku nekeve‬ Şanaz Îbrahîm Ehmed
2020-09-26 23:15      246 Car hatiye dîtin


Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî