Şanaz Îbrahîm Ehmed

Destûr

  2021-05-23 13:54      53 Car hatiye dîtin        Şîrove

Destûr bi encumena damezrêner tê binavkirin ne bi rêya parlementoyê ve, pirsa destûrê yek ji wan pirsane ye ku nerîn û hizra piraniya aliyên siyasî li ser hebû û heye; lê, ya ku em hemû li ser kok bûne pêk tê ji kodengiyê, wate kodengî li parlementoyê, ew parlemento jî ku em hemû dizanin beşek ji dengên wê yên wana bû ye ku di jiyanê de neman e...!!

Destûr, pêwîste proseyekî giştî û girseyî be, ne karê saziya parlementoyê ye ku erkê wê derxistina yasaye ne destûr ê.

Nabe, nabe û qet nabe destûrek ku li jûrên tarik biryar li ser siberoja neslên îro û yên bên were dan. Çunkî, destûr rêkevtineke siyasî ya çend aliyekî nîne ku bi fêkî, şîrînî û bi peyvên birqok yên siyasî bê xemlandin; berovajî, divê gel û millet xwediyê “destpêk û kota” axaftinê be li ser.

Gel û millete ku divê bêje, çawa û bi çi mekanîzmayekê deshilat bi deshilatdaran tê dayîn û çawa tên dûrxistin û çawa bawerî jê tê standin...!!  

Herî dawî, destûr karnameya wezaretî ya hêzekî siyasî ya diyarkirî nîne ji bo vedoreke parlemento û wezarî ya çar salî...!!

Destûr dokumantekî herdemî û balaye ku mîsogeriya azadî û mafê mirove, parêzî li serwerî û mayîna me dike wek gelekî li beramber dost û neyar.

Vêca, çawa wîjdane û çawa rewaye, milletek li paş ew hemû xwîn û firmêskrijînê, paş ew hemû naxweşiyan wek enfal, Helebce û jenosîdê û şehîdbûna bi hezaran zarên we ji bo azadî û demokrasiyê, destûra wê ku rêkevtina herî pîroze eger bi vî awayî bi ser de bê sepandin...!!

Demokrasî û destûr di destpêkê de di wîjdanî her takekî de durust dibe, piştre di dewlet û statuya siyasî de reng vedide. Lewra, derbasbûna destûrekê bi bê beşdariya vî milletî naxweşî dîtî, nabê navê destûrê lê bêkirin.

Aşkereye ku karê parlementoyê û dengdan ji bo parlementoyê bo karê hikumî û siyasî û kabîneya wezariye, neku nivîsandina destûrê; çunkî, destûr hersê deshilatên vî milletî rêk dixe, ne berovajî. Lewra, nabe parlemento bi xwe destûrê dayne û xwe jî bi saya wê destûrê carekî din ji dayik bibe û rewatiyê ji bo xwe berhem bîn e...!!

Qet xebata siyasî ya YNKê ji bo wê nebû ku destûr bi rêyekî nedemokratîk bi ser gel de bê sepandin, jiber vê ez hêvîdarim ku YNK nebe karakterekî wê senaryoyê...!!

Ji bo bûn bi xwediyê destûrekî bi temamî wateya destûrê, pêwîste ev pêngav bên avêtin..

Yekem, pêkanîna encumenekî hilbijartî ku wek encumena damezrêner yan avaker, deshilata nivîsandinê û dariştina destûrê pê were spartin..

Duyem, ev encumen paş şêwiriyê bi tev çîn û texên vê niştimanê, reşnivîsa destûrê amade bike.

Sêyem, wê reşnivîsê bixe ber me hemuyan û di dawiyê de referandûm yan rapirsî li ser bê kirin.

Ya giring ku em hemû dîjî derkevin ewe ku nabe destûr wek rêkevtinekî siyasî yan bazirganî di hucreyên partiyan de bê dariştin û bi îtîfaqiya nêvbera piranî û kemîne yan deshilat û opozîsyonê bê mor kirin.

Puknow

Wergêr: Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Jiyan bi hejarî‬ Şanaz Îbrahîm Ehmed
2021-03-13 16:01      114 Car hatiye dîtin

Ew telaqê ku nekeve‬ Şanaz Îbrahîm Ehmed
2020-09-26 23:15      128 Car hatiye dîtin


Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî