Pêrar di civînekî serkirdayetî de hevalekî ji min pirsî: rewşa Sûriye çawa dibînî? Min got: koka pirsên navçeyê û sedema teqîna cengekî mezin jî ye. Temaşe bikin:
Heftiya raborî Serokê Amerîkayê got: Di van nêzîkane de emê ji Sûriyeyê vebikişin. Bi dilê Wezareta Derve û Pentagon e nebû, man. Deshilatdarên Sûriyeyê wiha dihizirîn, ev nakokiyên Amerîkayê derfetek e ji bo gurzlêdan ê û li Dûma û Dir’e çekên wêranker anî meydan ê. Her, zû derket ku berjewendî ji biryarên serokek û deshilatekê bi bandortir e! Trapm 180 pile nerîngeha xwe guherand. Îsraîl, yekser hêrişî ser balafirxaneyekî leşkerî kir. Bingehekî Îran bû armanc. Bi giştî, senaryoya cengekî derket. Rûsya û Îran li ser sînorê rewşa cengekî nexwastî de ne. Turkiye, bêhna wee kiriye ku metirsî tirsinaktir e ji çirîskên şer yên demkî. Lewma, karta dijayetikirina Rejîma Sûriyeyê bilind kiriye. Bi vê kartê jî Tirkiye xwe ji hemû berevaniya ji Serokê Sûriyeyê re dûr xistiye.
Serokê Amerîkayê, heta vê çirkedeme rijde li ser mûşekhavêjtina nediyarbûyî. Brîtanya û Fransa hevmûşekin ligel wî. Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî nekari benzîn û agirê cengekî ji hev dûr bixe. Di encam de:
Amerîka mûşekên dûrhavêj bihavêj e, Rûsya yan divê berevaniyê li Esed bike, yan dê nexşeyên wî li Sûriyeyê dê têk biçin. Rûsya berevaniyê bike, Îran jî nikare temaşeker be. Diyare, Hîzbullah jî dest li ser tetîka lêdana bajarên Îsraîlê daniye. Vêca:
Rewş, nêzîke ji dozexa cengekî teknolojiyayê re. Derfet jî durust bibe, heta bê tefandin, wê wêrankarî û kujtariyek bê wêne rû bide. Lew, eger cengekî germ germ be, Serokê Sûriyeyê yan dê bikin hevçarenivîsa Sedam, yan dê birev e!
Bi kurtî, bi dûr nizanim, eger şer derkev e, wê ji du egeran (îhtimalan) yek pêk bê:
Ya yekem: Rejîma Sûriye biherife. Duyem jî: Sîstema wê biguher e.
Du herdu halan de, gelên Sûriyeyê di pêşîn de Kurd dê bi beşek ji mafên xwe şad bibin.
Bi hêviya.. şer dernekeve û qeynake nerînên me şaş derkevin.
puknow
Werger: Metîn Mihemed