Xemek e ku bi çi awayekî bi derbazbûna demê nayê jibîrkirin, birîneke herku diçe kûrtir dibe û asawarên wê rojbiroj zeqtir dibe..!!
31ê Tebaxê kevirê bingeha wê dîwarêye ku bîst û penc sale Kurdistan parvekiriye, ew sedeme ku bawerî di nêvbera partiyan de nehiştiye, vîrusa wê derdêye ku heta îro em ji destê wê dinalin..
Dê çawa teba û yekrîz bin û dê çawa birînên me yên kûr baş bibin, eger anîna tankên dujmin ji bo nav mala Kurd û şikandina serfiraziya parlamentoyê û jinêvbirina xewna gelê me yê xêr jixwe nedîtiye û gullebarankirina xelkê bêtawan û jêkirina zimanê Kerîm Osmanê hunermend û bêserûşûnkirina Haşim Cîhaz û hemû Haşim û Kerîmên din û bisêdarvekirina bi dehan serkirdeyên mixalif yên İraqê ku di jêr saya YNKê de Hewlêr ji bo wana bibû stargehek aram (daku ji wer dijî Beas û zordariyê xebatê bikin) ji aliyê PDKê ve bi qehremanî û dastan bi xelkê Kurdistan û Hewlêrê bê firotin..?!
Cihê şermê ye di demekê de ku hêj hestî û cesedên bi sedan pêşmerge û xelkê bêtawan bi kesûkarên wan nehatibe dayîn, bikerên wê xiyanetê bi salane bên ser ekranên televîzyonan û şanazî bi 31ê Tebaxê bikin ku bav, bira, jin, qîz û kurên temaşevanên xwe, têde şehîd û bêserûşûn kiribe..!!
Heta bêje bes, şermezariye fexrkirin bi rewatî wergirtin ji lûleya wan tank û çekan ku 182 hezar hemwelatiyên bêtawan Enfal kir, ji wê rejîma 5 hezar jin û zarên bêtawan li Helebce şehîd kir, ji wê hêzê ku bi hezaran gundên Kurdistanê wêran kir..!!
Gelê Kurd pir zêde jihev qutbuyî û tenê û xwedî dujmin e; lewra, pêwîste piştgirêdan bi dujminan bi armanca bidestxistina xwast û hewesên taybet bê şermezarkirin û heramkirin û bi tawana niştimanî bê binavkirin. Divê, guhnegirtin li êş û hawara yekûdu zilm be, hestnekirin bi berpirsatî û naxweşiyên xelkê bê şermezarkirin. Hewceye, şanazîkirin bi xiyanetê bi kifr bê qebûkirin; divê lêborîn nexwastin ji xak, gel û niştiman nepakî be. Hewceye, rêgirtin li dubarebûna 31ê Tebaxê armanca me hemuyan be. Pêkanîna xewna gelê me xewna me hemûyan be..!!
Hezaran slav li giyanên pak yên hemû şehîdên 31ê Tebax û destê zilm û xiyanetê
Nefret li şerê navxwe û kuştina Kurd bi destê Kurd
Şanaz Îbrahîm Ehmed
31-08-2021