Ehmed Eskerî

Biryara Dadgeha Federal

  2022-02-16 22:54      117 Car hatiye dîtin        Şîrove

Guman têde nîne, heta niha di sazî û dezgehên hikûmeta federal ya İraqê de hin kes hene bi hizra nejadpêrestî û dijbûna Herêma Kurdistanê kar dikin. Tenê ew beşê destûrê dixwînin ku dijayetiya Herêma Kurdistanê dike, mafên Herêma Kurdistanê naxwînin; pêwîste dadgeh bê alî destûrê bixwîne hukmê li ser bide, wek deshilatekî taybet ya hikûmeta îtîhadî temaşe pirsa neft û xazê neke. Çunkî di herdu beşên yekem û duyem ya Maddeya 112ê de peyva “bihevre” cîh digre, tenê ne ji bo aliyekî. Bi herhalî be dadgehê hukmê xwe da ye.

Bi nerîna min, derfekî baş ji bo xelkê û hikumeta Herêma Kurdistanê hatiye pêş ê:

1 – Bi dijwarî rijd be li ser cîbicîkirina hemû maddeyên destûrê bi taybetî Maddeya 140ê, li wê dadgehê giliyê tomar bikin.

2 – Taloqkirina biryara dadgehê ji bo paş derketine yasaya neft û xazê li Parlemantoya İraqê.

3 – Xwe rizgarkirin ji hemû wan krîzan (deynên paşdeketî yên miaş jî) ku di stuyê Herêma Kurdistanê de ye. Herwiha, derbazbûn ji wan peymanên aloz yên bi givaşt û zora derekî ji bo destkevtên partiyî û şexsî hatine rojevê; hemûyan bixin ber destê hikûmeta İraqê, da ku ligor zagonên nêvdewletî serederî ligel bê kirin.

4 – Jêbirina destkevt û dahatê petrolê ligel parên darayî yên Herêma Kurdistanê li Bexdadê ji bo heşt – neh salên raboriyê (ji % 17 ê budceya İraqê), ji bo desnîşankirina gendeliyan.

5 – Daxwazkirina paşdeketiyên miaş û vegerandinê ji bo xelkê Kurdistanê.

Puknow

MMS

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî