Arêz Ebdulla

Dadgeha Federal û Destûr!

  2022-02-19 00:47      139 Car hatiye dîtin        Şîrove

Biryara roja 15 Reşemehê ya Dadgeha Federal a İraqê cîhê pirsyar û matmayiyê ye, çunkî İraq di valahiya destûriyê de ye û rastî krîzekî gellek mezin bû ye, vêca di wê demê de krîzekî din durust dike!

Pêş ez şîroveyê li ser vê mijarê bikim bi pêwîst dizanim, çend pirsyarekî bînim rojev ê:

1 – Gelo ji bo çi di şert û mercê neguncaw de ev biryar hat dayîn?

2 – Gelo Hikûmeta Federal çawa serederî û sewdayê ligel dike, di demekê de ku yasaya destûrî ya neft û xazê ya federal nehatiya derxistin û yê Herêma Kurdistanê jî hatiye pûçelkirin?

3 – Gelo ji bo çi di torên civakî de hin kes gellekî dilxweşiya xwe ji bo vê biryarê nîşan didin?

Ligor Maddeya 112 a Destûra İraqê, mafên Herêma Kurdistan û parêzgehên berhemhêner yên petrolê hatiye diyarkirin, lê jiber nakokiyên nêvbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistan û Federal, heta niha nekarine yasaya petrol û xazê derbixînin. Herçende, gotûbêjên di vî warî de berdewamin; lê, Dadgeh bi bê vegera ji bo naveroka wê maddeyê tenê hinek xal û maddeyên yasaya neft û xazê ya Herêma Kurdistanê dike bahaneya redkirina temamê yasayê û maddeyekî destûrî ya İraqê jî binpê dike!

Gelo ji bo çi ev yek rû da?

Ligor min herdu alî Herêma Kurdistan û Bexdad jê berpirsyarin, lê bi rêjeyên cûda. Ege em vegerin raboriyê, em dibînin:

1 – Her ji destpêka sala 2008an heta îro bi berdewamî ew maddeyên destûrî tên binpêkirin ku mafên rewa yên Gelê Kurdistanê diselmînin; wate di nêv dewleta nû ya İraqê de jî deshilatekî siyasî ya mezin heye ku ne tenê mafên me yên destûrî naselmîne, herwiha dixwaze destkevtên me kêm jî bikin.

2 – Xwast û deshilatek mezin di nêv aliyên siyasî yên iraqê de ji bo sepandina deshilata navendî û dijberiya sîstema federalî heye û bi awayên cûrbicûr hewlê ji bo wê didin.

3 – Pêngavên şaş biryarbidestên Herema Kurdistanê, wek: 

-Erdogan pêşwazî li “Rêveberê Îdareya Bakûrê İraqê” dike û paş du rojan dibêje: “Peywendiya min li gel Kek Neçîrvan gellekî başe û bi rêya wî emê pirsgirêka xazê yê Tirkiyê çareser bikin”. Wate, Serokê Herêma Kurdistanê destûrê nasnake, lê peywendiya wî ya baş ligel kesayetiyekî İraqî heye û di heman demê de Serokwezîr bi bê veger ji bo Hikûmeta Federal ligel karbidestên Qeterê behsa bazara xazê dike!

-Çûne nêv yariyên (lîstokên) siyasî û aborî yên herêmî û cîhanî bi bê liberçavgirtina rewşa İraqê û pêgeha Herêma Kurdistanê di wan meydanan de.

-Çûna PDKê ji bo nav eniyekî İraqî û piştaxwedan bi aliyên Kurdistanî ku bi wê pêngavê jî hem bandora Herêma Kurdistanê kêm bû û hem hinek aliyên Şîe û dewletên din jî hêrs kir.

Bi kurtî, herdû siyasetên bi merkezîkirina İraqê û nexwendina İraqê, ne di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.

Eger bi diyalog û lihevtêgîhîştinê jî herî kêm asewarên xerap yên vê biryarê nehêlin, bi giştî ji bo pêşeroja İraqê û bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê hêj gellekî metirsîdar e.

Ez nizanim wekî kurmanc dibêjin; ew ‘tevlihevkirina’ polîtîkayên biryarbidestên Herêma Kurdistanê ji bo çî ye?

Naxwazim bersiva wê pirsyarê bidim, çunkî ew bi xwe dizanin û eger nizanin, bila baca wê di siberojê de bidin.

Di dawiyê de dibêjim: “Rijdbûn li ser mafên xwe yên destûrî, durustkirina yekrîzî û yek helwestiya niştimanî, çaksazî (reform), têkoşîna dijî gendeliyê û berçavroniya ‘şefafiya’ kerta petrolê, tekane rêya parastina destkevtane, da ku em bikaribin herî kêm ewên mane biparêzin.

Puknow

Metîn Mihemed

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî