YNK, xwe gîhand 42 saliyê û şoreş jî gîhand 41. salrojê. Dibe, salroja kêm partî û bîranîna kêm şoreşan, bi endazyariya YNKê û Şoreşa Nû, pir be li serpêhatiyên xweş û nexweş, serfirazî û şikest ê. Kêm partî jî hene bi endazyariya YNKê, şertûmercên guherî yên cîhanê û bûyerên navçeyê, neçar ma be, beşek ji program, siyaset û îdolojiya xwe jiber çavan derbaz bike.
Li çiyê, palpiştê sereke yê YNKê, serxistina xebata rizgarî û têkşikandina nexşeyên faşistiya Iraq û hilweşandina pîlanên şerê navxweyî bû, da ku Kurd vê carê serbikeve û YNK jî nekin partiyeke bê bandor. Di vê qonaxê de heta gîhiştin Raperînê, YNK yek ji partiyên kêmwêne yê Rojhilata Navîn ê bû ku çi şertûmercek, çi pîlanek û çi rêkeftinekê, hetta rawestana şerê Îran-Iraqe û paş Enfalê jî yek ji wan partiyan bû ku çokên xwe neda erdê. Berovajî dînamoya domandina şerê partîzanî bû, li welatekî ku gund têda nebû!
Ji bo Raperînê jî bêguman şertûmercên sûbjektîf yên navçeyê û rikê kombûyî yê xelkê û amadeyiya serhildana srûştî ya girseya gel, YNKê ber bi guherîna stratejiya çiyê û bajêr bir. Girîngiya siyaseta YNKê di Raperînê de tenê ewe nebû ku amadekarî ji bo serhildanê dikir, herwiha xwediyê wê dûrbîniyê bû, ligel nerînên cîhê yên aliyên siyasî li ser Raperîn û pêşerojê wê; lê, YNK rijdbû liser veya ku nîvçe planeke siyasî jî ji bo vegeryana nêv bajêran hebe, beriya ku çarenivîsa Beasê ji aliyê hêzên mezin ve, bi temamî bê yekalîkirin. Di wê demê de stratejiya serhildanê ji bo hemû aliyan armanc bû, encamên serhildanê jî derxist ku hiştina nakokiyan li aliyekî , çiqasî pîroz bû ji bo serkeftina serhildanê. Paş serhildanê selmandina federaliyê, çiqasî moral daye Kurd ku qonaxa raborî bicîh bihêle û bilind bibe ji bo qonaxa sîstema nû ya cîhan û Iraqa federalî ya paş Sedam.
Paş bidestgirtina deshilatê jî ligorî hin kesan, dawî bi peyama Raperînê hatiye. Lê, Raperîn di bingeha xwe ya dîrokî de hêj didome. Heta armanc, demokrasî û dadperweriya civakî û avakirina civaka sivîl be û erkê qonaxê be, proseya Raperînê dê berdewam be. Diyare hinek jî hene; xwastên wan, armancên wan, destkeft û nefesa siyasî ya wan, hêdi hêdî wan ji Raperînê dûr xistiye, her jiber vê di warê hevçerxên demokrasiyê de diyar dibin. Lê, ev dawîn proseya Raperînê nîne. Belkî binpêkirina xalên bingehîn yê Raperînê ye di encam de dînamoya rastîn ya Raperînê, palpiştiyek bihêz dide bi berdewamiya Raperînê di nêv neviyan de heta armancên dawî bên pêkanîn.
Pirsaya me eve di 42 saliya YNKê û 41 saliya durustbûna Şoreşa Nû de paş van hemû ceribandin û guherînan, gelo dibe bi giştî wekî salên raboriyê, tenê bi serbilindî û aheng û pesindayînê, salrojê bi bîr bînin yan nexêr di bîranîna wiha mezin de hemû siyaset, bûyer, hevrikî, şikest û serkeftinan, destkeft û kêmxemiyan, şaşitî û ji rêderketinan, bikin hêvîna nirxandin ê û aliyên xerabl jî bikin hêvîna rexne lêgirtin e?
YNKê ev yek li paş xwe hiştiye, pêwîsti bi pesndayîn, şahî gêran û serçopî kêşanê hebe. Ev qonaxên hanê bi ser çûye. Belê, YNK divê dev ji vana berde, dev ji bi pesndayîn û bi şabaş û şanameyan, gêrandina yadan berde.
Serdemê şerê ala û wêne bilindkirin û coşên ser cadeyan jî bi dawî bûye. Niha em di serdemekê de ne bi giştî cûdaye ji dehsalên raborî. Cîhan di vê cîhangiriyê de:
-Di warê aborî de bingeha wê bi giştî guheriye.
-Di warê teknolojî û teknîkê de pêşkeftinek matmayîker bandora xwe li tak û ko cîhanê kiriye.
-Di warê siyasî de sîstemên paşkeftîmayî, hildiweşin.
-Di warê îdolojî de guherînên balkêş û matmayîker di rojevê de ne û serdema îdolojiyê ber bi kotabûnê ve diçe.
-Di warê felsefî de felsefeya siyasî-sosyolojî û felsefeya siyasî, ketiye jêr givaşa guherînan û peywendiya çînayetiya kurdeweriyê jî hatiye guhertin.
-Di warê girseyî de bazara azad û lîberal, pîverên hilbijartinên Rojava guheriye û bandorê li ser Rojhilata Navîn dike û egerên siyasî yên cûrbicûr jî ji niha û pê ve dê bikevin rojev ê.
-Di warê pîroziyê de, hevrikiya mezheban kûrtir bûye, pêşerojxwaz û kevnxwaz di şerê çarenivîssaz da ne. Eger, stratejiya demokrasî ya hevdem neyê pesendkirin, metirsiya paş şerê terorê, dê gefên cûrbicûr li me bixwe.
-Di warê ragihandinê de sosyal mêdya û medyaya taktevgerî û nehênî aşkerekirin, bûye rûyê serdem ê.
-Di warê partîcîtiyê de partiyên totalîter, klasîk, takperest, îdolojiyet ger, nasyonalîzma teng, çepê heyama raborî, hemû di paşvekişanê de ne. Lewre li Awrûpayê, rasîzm û popolîzm gêş bûye. Li Rojhilata Navîn, deshilata hîzbayetî ya klasîk lewaz bûye. Dibe, rasîzm û popolîzm di tak sîstemên kon yên navçeyê de bi dehan salên din di çarçoveya berjewendiyên xwe de yekûdu bigire, li jî dijî gelan û demokrasîxwazan!
Dema em temaşe panoramaya hîzbayetiya li Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin, partiyên deshilat yên ferzkirî yên Rojhilata nêzik, jiber ku guherînan fam nekiribûn yan diherifîn yan dihatin herifandin. Yan vediguherîn bo zordariya zendûbend û leşkerî û serkutkariyê. Bi dilniyayî çi ji vana, wan rizgar nake.
Li beşên Kurdistanê hizra neteweyî bi giştî û heta astekî demokrasî di rojevê de ye. Lê, stratejiya siyasî û îdolojiya tevaya partiyan di astê guherînên serdem û xewnên pêşerojê de nîne. Em dilniyan e di warê sûbjektîfî de her partiyek, şaşitiyên xwe rast neke, guherînê di pêkhate û cîhanbîniya xwe de ligorî erkên vê serdemê neke, zû an dereng, dê bacake giran bide. Helbet, arîşe niha di rêjeya kîjan partî mezin yan kîjan partî biçûk de nîne; pirsgirêk, rasterast mehkûmê guherînên serdemê ye. Ne rêjeya deng û ne deshilata ferzkirî, heta hetayî nikarin asteng bin li pêşiya guherînan.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan, yek ji wan partiya ye, heta astekî di raborî de bi hûrgilî guherînên dema şerê sar nirxandiye. Alûvêr bi ser peyker, îdolojî û siyaseta xwe de dikir, lê, dema cîhangîrî ber bî îstîkrarê ve felsefeya xwe sepand, YNK heta 10 salan, guherînên pêwîst di hemû waran de pêkhate, îdolojî, siyasî, jiyana hîzbayetî û erkên demokrasiya hevçerx, pêk ne aniye. Beşek pirsgirêkên navxeyî yên YNKê, herwiha beşek ji lewazbûna baweriya YNKê û girseyê jî çavkaniya xwe ji encamnedana wan guherînan werdigre. Em hemû jî dizanin ku masî di kîjan avêdê tê nêçîrkirin!
Mumkun nîne, neviyên nû bi bê guherînen binçîneyiya nû, hîna perwerdeya nû bibin, da ku bikaribin cîhê karakterên serkirdeyên raborî bigrin û xewnên pêşerojê pêk bînin.
Her partiyek di tarîkiya raboriyê de mabe û di nêv xelekeka daxistî ya niha jî de geriya be, bêguman nagihêje karwanê pêşerojê. Vêca:
YNK, pêwîstî bi projeyeke berfireh ya guherînê heye. Şerm nîne, şaşitiyên xwe diyar bikin û rexne jî lê bigrin. Ya şerm ewe, şaşitiyan diyar nekin û rexne lê negrin û çareser nekin.
Pêwîstiya YNKê di vê salrojê de bi pêdaçûneke berfireh heye:
-Pêdaçûn bi ser siyaseta aborî û bazara azad û rêgirtin li çavçilekî li her kompanya û pile û posteke din.
-Pêdaçûn bi ser peywendiyên YNKê û cemawer û aşkirina xelkê nerazî û rexnegîran.
-Pêdaçûn bi ser siyaseta ragihandin û guncandina tevaya kanalan ligel erkên medyaya serdem ê.
-Pêdaçûn bi ser têgîhîştina me di derbarê rêxistinên demokratîk û pêdana azadiya zêdetir bi wan rêkxistinan. Belkî, destberdar bûn ji siyaseta eniya rêkxistinî û sendikayî ku xisariyê bo azadiyan û guherînên civakî ji niha û pê ve dê zêtedir be.
-Pêdaçûn bi ser peykerê hîzbayetî û dariştina organan li ber ranohiya guherînan.
-Dûrkeftin ji siyaseta karvedanê, herwiha xwendina hûrgilî ya şertûmercên sûbjektîf bo biryar û programan. Ne sozên mezin, ne rika bêsînor, mê xelas nake.
-Vegera dîsîplîna hîzbayetiyê û diyarkirina erk û maf û ceza û padaştê ligorî rêjeya cîbicîkirin û cîbicîkirina biryaran, ne propagandaya sosyal medya yê.
Ev helwest û pêngavên hanê, ligorî me dê YNKê biheztir bike û bingeheke guncaw amade bike bo lidarxistina plînyomê û plînyom jî dê zeminekê amade bike ji bo kongreyeke serkeftî ya yekîtiya nêv YNKê.
Di demekê de ku me gelek ji dest daye bi dilniyayî êdî dem liber destê mê nemaye, em naxwazin demê ji dest bidin. Ew dema di destê me de maye, faydeyê jê wernegrin, pirsgirêkên nêv YNKê û Kurdistanê û arîşên navçeyê, ewqasî zêde ne, ji niha û pê ve dê zêdetir ziyanê bigihînin me; çi ziyana hîzbî, çi ziyana neteweyî, çi ziyana pêkneanîna stratejiya demdirêj ya serbixweyiyê jî!
Jun 1, 2017
puknow
Werger: Metîn Mihemed