Salih Bêçar

Neco .. Şehîdê Kurdistana Mezin

  2019-06-14 23:41      370 Car hatiye dîtin        Şîrove

Eger, em temaşe dîroka nîv sedsala raborî her aliyekî wêje, hûner, siyaset û ferhenga kurdî bikin; hinek nav û kesayetî hene, ewqasî mezin û degmenin ku zehmete carekî din dubare bibin. Helbet, Şehîd Necmedîn Buyukkaya yan “Şehîd Neco” ku di nêv refên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de bi “Selah” dihat naskirin, yek ji wan nava ye. 
Neco, wek gencekî çepê şoreşgerê Kurd di destpêka salên heftêyên raborî de her di qonaxa xwendina zanîngehê de li Îstanbûlê bi siyasetê re eleqedar dibe û jiber karê rêkxistiniyê diçe warê xebata neteweyî û çînayetiyê. Her zû jî jiber wê xebatê dikeve jêr çavdêrî û fişara hikûmetê û di dawiyê de dev ji xwendina xwe berdide û diçe derveyî welêt û li Siwêd niştecî dibe. Paşan jiber lêborîna giştî, vedigere Turkiyê.
Hevdem ligel damezrandina YNKê û durustbûna timên destpêkê yên Pêşmerge, Neco li devera sê sînor de ligel rêberîkirina Pêşmerge û hevkariya lojîstîkî û gîhandina çek û alavên leşkerî bi Şoreşa Nû, digihêje serkirdayetiya şoreşê û wek kurdekî dilsozê rastîn li wir dest bi xebata siyasî û çekdarî dike. Her wek Ebdulrehman Zebîhî dibêje: “Kurd bikeve kîjan parçeyê Kurdistanê, divê xizmeta wê parçeyê bike”. 
Yek ji karên herî diyar yê Neco di wê qonaxê de tomarkirina bi dehan wêneyên rengûreng yên degmen û bêhempa yên piraniya endamên wê demê yên serkirdayetiya şoreşê bû  ji dawiya sala 1978’an heta havîna 1979’an; wêneyên Mam Celal û Newşîrwan Mistefa jî li Navzeng û Tûjelle ku niha, ew wêneyên hane bûne çavkaniyekî mezin yên arşîva Şoreşa Nû ya Gelê Kurdistanê. 
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed

 

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî