Saman Sîncawî

Tevgera Goran Şikest Xwariye

  2018-05-09 14:24      395 Car hatiye dîtin        Şîrove

Beriya biçin nêv mijarê, berê min ragihandibû ku pêwîste YNK û Goran ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê, yek lîsteya wan hebe; niha jî bi karekî baş dizanim ji bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, lîsteya hevbeş ya Goran û YNKê hebe. 
Berovajî vê xwastê, piştî damezrandinê ku ji çendîn ezmûnên hilbijartin û xwepêşandanan derbas bûye di yekemîn pêngava hilbijartinê de bi diruşma (slogana) ‘emê biguherînin’ xebata wan destpê kir;  emê biguherînin.. Wate, qaşo, ewê sîstema siyasî û desthilatdariyê biguherînin bi taybetî li Herêma Kurdistanê. Di hilbijartinên 2009’ê yê Herêmê de 25 kursî bidest xistin, nekarîn wê deshilatê bi nerîna genîkirî biguherîn e. Heta hilbijartinên 2013’ê ya parlementoya Kurdistanê wek tevgereke opozîsyon (muhalefet) berdewam bûn. Paşê dev ji îradeya guhertina sîstema Herêmê berda, destberdarê diruşma ‘emê biguherînin’ bûn. Çunkî, paşxaneya peyva ‘biguherînin’ di hizra wan yan çespandî de di rêza yekem de guhertina deshilata PDKê bû. Çunkî, cûdahî û cihêbûna wan jî ji YNKê her li ser wê ramanê bû. 
Dest ji guhertina PDKê berda û di 2013’ê de bi 24 kursiyan, bihevre bi pêkenîn ê di jora daxistî ya pir ji nehêniyan de Goran û PDKê, fermîn: ‘YNK nema ye’.
Eger, raweya ‘YNK nemaye’ bi PDKyane ji bo YNKê bikin, wate; dawîhatina deshilat û pêgeha eniya azadî û demokrasîxwazî û çep û hizra yeksanî ya rêbaza Mam û YNKê, wate; bidawîbûna hevrikiya pêncî (50) salî ya nêvbera du bîrûbaweriyên cûda bi serkeftina kevnparêz û nemana hêza hevrikiya pêşkeftinxwaz. Lê, eger em wekî Tevgera Goran  ‘YNK nemaye’ binirxînin,  ev şermek e mezin e ji bo Tevgera Goran; çunkî, qaşo armanca damezrandina Goran guherîne deshilatê bû ku bi nerîngeha piraniya YNKyî û Tevgera Goran, PDK wek deshilatê rêgirê sereke yê pêşkeftina proseya demokrasî û berdewamiya nedadperwerî û destbisergirtina aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê bû.
Goran, berovajî sedema damezrandina xwe 180 pile ji kêmkirina deshilata PDKê guherî, ji hevrikiya ligel PDKê ji bo rêkeftina 2013’ê ya pêkanîna hikûmeta PDKê û Goranê bi taybetî wergirtina ew wezaretên ku berê di destê YNKê de bûn; Tevgera Goran ku ligel PDKê rêkeftiye çi karekî wê bi Wezareta Pêşmerge  ketiye? Ji bo çi wan wezaretan wernagre ku karîna xizmetkirina xelkê û karîna guherîna sîstem û kemkirina nedadperweriyê heye?! Na, rêkeftina wan ya ligel PDKê ji bo wê bû ku YNK nemîn e û ji bo deshilat ê, ji bo cîhê wê bigrin, ne ku guherîna sîstem ê..
Lewra, her di wê hikûmetê de ku ligel PDKê rêkeftin, nekarîn biguherînin, paş salekê ji hikûmetê hatin derkirin, sê salan wezîrekî wan ji aliyê PDKê ve hat tezandin,  wêrekiya wan nebû dev ji vê hikûmetê berdin, heta dema nêzîkbûna hilbijartinê!
Her ew hikûmeta PDKê û Goranê ku YNK têda hatibû pişguhxistin, bi sedema karîna yekgirtiyiya Goran û PDKê di hikûmetê de û kêmbûna deshilata YNKê, firsendekî mezin ji bo PDKê rexsand ku rêkeftina stratejî ya hinartina petrolê ligel Tirkiyê îmze bike ku YNK, paş çûna nêv wê hikûumetê di sala 2014’ê de bi berdewamî hewla wê siyasetê dabû ku çareseriya pirsan hêj li Bexdadê ye. Lê bi navê ‘aboriya serbixwe’ gelê Başûrê Kurdistanê neçarî aboriya herî xerabtir kir ku encamê xerabiya wê hêj berdewam e.
Goran şikest xwar, ku paş damezrandinê ligorî ew paşxaneya popolîstiya xwe ku heye, nekarî xwepêşandanên 17’ê Sibatê bigihînin Hewler û Duhok ê; belku her di wê atmosfera azadiya deshilata YNKê de 63 rojan bi ‘Allahû Ekber’ xwe kiribûn nûnerê xwepêşanderan.
Goran şikest xwar ku di sala 2013’ê de dev ji hevrikiya ligel PDKê berda û bûn hevpeyman!
Goran di deshilatê de şikest xwar, dema PDKê wezaret tezandin,  vêca bi tezîkirî miaşên wezîranê her wirdigirt bi hêviya nermbuna PDKê li beramber Goran ê.
Goran şikest bi opozîsyonbûnê anî, dema çûn deshilatê hêzekî nû bi navê ‘Nifşên Nu’ ji bo hat durustkirin; ger Goran şikest bi opozîsyonbûnê nexwariba, çawa ew hêza ku ji NRTê ve pişgirî li Goran dikir, niha ‘Newey Nwe’ (Nifşê Nu) bûye hevrikê sereke yê Tevgera Goran ku bi bilêvkirina ‘Newey Nwe’  Tevgera Goran rastî ricif û diltirsiyê dibe. Ger Goran bi opozîsyon ma ba, bi çi awayekî çi hêzekî opozîsyon ya popolîst xwediyê werekiya damezrandinê nebû;  madem ku cesaret heye, diyare Goran valahiyekî mezin paş 2013’ê ji bo damezrandina hêz û tevgerekî din ya opozîsyonê bicîh hiştiye. 
Niha, ji bilî wan şikestên xwe ku pêwîst bû wek tecrûbe  werbigre, li şûna ku nêzîkî YNKê bibe di vê pêvajoya hilbijartinê jî de dîsan bi topxaneyên xwe yên şikestî, hêriş dikin ser YNKê û hevpeymaniyê ligel hêzên îslamî dikin ku berê bi fermana xerîban (biyanî), ev hêzên îslamiyane li Helebce û Hewremanê bi wan re şer dikir ku YNKê bi sedan şehîdên qehreman di wan cengan de ji wê azadiyê ku Goran jî têda ye, bexşî. Goran, rêkeftin ligel ‘Hevpeymanî ji bo Demokrasî û Dadperwerî’ kir ku serokê wê jiber post (maqam, mewkî) û deshilatê ji YNKê hat derve. Ji aliyê karê siyasî û partiyî jî Hevpeymaniya Dr. Berhem di warê stratejî de xwediyê çi rehendekî berdewam ya siyasî ye, çawa dikare bimîne? Çawa dikare berdewam jî be?
Goran, heta evroj ku  9 sale hatiye damezrandin, berdewam e li ser siyaseta taktîk û demkurt, pir kêm xwe nêzî  erkê stratejîk dide!
Ji bo çi Goran ewqasî dijayetiya YNKê dike? Ew hemû kîn çima? Ma ji bîra wê çû, YNK piştî damezrandina we ku piraniya we ji YNKê cihê bûn, YNKê çi axaftinek xerab ji were got? Ma ji bîra we çû, YNK li çendîn rawestgehên rûbirûbûna we yên beriya 2013’ê û paş têkçuna rêkeftina weya  ligel PDKê û derkirina we ji hikûmetê, bi dehan caran li beramber PDKê YNK xwe gîhandiye hawara Goran!
Dilniya bin, YNK ne bi we û ne bi hevdeng û ne bi hevpeymanên we, dikeve! Kerem kin, ger bi rastî hûn dixwazin xizmeta azadîxwazên Hewlêr û Duhokê bikin, ger her bi rastî, hûn dixwazin hevsengî ji bo devera Silêmanî û Helebce û Germiyan li beramber PDKê vegere, wa YNK niha jî kevoka sipiye û destê demokrasî, azadî û birayetiya duhî, evroj û pêşerojê dirêj e.
puknow
Werger: Metîn Mihemed

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî