Bi hemû pirsgirêk û temûmijê ve hilbijartin kota bû, aliyên serkeftî di nêv germahiya danûstanên pêkanîna kabîneyê de ne. Şîe, ligel cîhgorina hêzên xwe, serkeftiye, Sunne zêdetir peşekişe kir, Kurd wek xwe derçû. Dixwazim, serincê bikişînim li ser van rastiyan:
Yekem: Vê carê, rêjeya baykotê gihîştiye astê herî bilind, bi taybetî di astê Iraqê de. Li paytextê gihîştiye ji % 70. Ev jî li beramber deshilata mezhebî, baykotekî medenî diyare.
Duyem: Şîe, zêdetir ji Sunne û Kurd, parve bûne bi ser bal û hêzên cûda ve, heta ji bo mercî (cîhê serlêdanê) û Îranê jî rêxistinkirina wan, zehmet e. Partiya Dewa, gellekî nakokin (Ebadî û Malîkî), Balê Sedir û dostên wê, li derveyî pola Şîe, difirin.
Sêyem: Rêberatiya Sunne ya caran lewaz bûye, serokê parlementoyê û nasyonalîstên erebî, awazên cûrbicûr, diqîrin. Diyare, bandora wan jî kêmtir bûye!!
Çarem: Ji bo Amerîkayê hikûmeteke bihêz hewceye. Vê jî di hikûmeta Ebadî u lista wî de dibîne. Lê, dijberên Ebadî jî xurtin. Pênaçe, Îran jî pêxweşbe, Ebadî bibe şoreswar!
Pencem: Kurd bi giştî bi hêvîna xwe hatiye pêş ê. Lê bi xanexerab û kûrbûna nakokiyên xwe.
Ne YNK û PDK û ne aliyên dijber, stratejiyeke wan ya diyar ji bo deshilatê û ji bo opozîsyonê (muhalefetê) nîne.
Erkê hêzên deshilatdaran (YNK û PDK) di vê şertûmercê de giran e. Lê, erkê dijberan girantir e, çunkî bernameya cihê û kesayetiyê nakok û armancê taybetî di nêvbera wan de heye.
Edî, dema danûstanê ye.. yan bi giştî.. yan YNK û PDK û ew aliyên hevarmanc, dê li Bexdadê bin. Berpirsyaretî, jiber sedemên cûrbicûr, nabe ji vê zêdetir, bê pişguhxistin. Dema wê ye, aliyên Bexdadê jî.. hemû deriyên xwe ji bo rêkeftina nû ligel Kurd, vekin. Her danûstan rêya çareseriyê ye, lê, bi xurtiya kurdistanî û bi projeya siyasî û destûrî û aborî ya kurdistaniya piraniyê!
puknow
Werger: Metîn Mihemed