Tirkiye, paş hevrikiyekî bêsînor, hilbijartinên serokayetî û parlementoyê lidarxist, ne AKP û Erdogan, bidilê xwe biserketin, ne dijberên wan jî hevsengî guherandin. Di encam de evên xwarê bixwere anî rojevê:
Yekem: Pirsên navxweyî yên AKPê ji yê YNKê û aliyên din yên Iraqê zêdetir bû, vêca ne serokê berê yê Tirkiyê Ebdulla Gul û ne serokwezîrê berê Dawidoglû, lîstên xwe cihê nekirin û parti danemezrandin. Çima? Çunkî, têgîhiştibûn, bi cûdabûnê, neyarên wan dê serbikevin. Hestê kûr yê berpirsyariyê, wiha ye!!
Duyem: HDP, zêdetir ji 12 hezar serkirde û endamên wê di girtigehan de ne, lê, 8 kursî zêdetir ji hilbijartinên berê, bidestxist. Selahedîn Demîrtaş, ji bilî bajarê Bedlîsê li bajarên Bakûr, ji Erdogan zêdetir deng aniye. Ev jî di demekê de ye ku hemû ragihandin û karîna darayî ya partiya xwe di xizmeta Serokê Tirkiyê de bû. Lê, 22 kursî kêm kir, Demîrtaşê zindanî jî tenê bi peyamên twîter beşdarî kir.
Sêyem: Encamê hilbijartinê, ligel tehnlêdana li proseya han, ji aliyê hemû aliyan ve hat qebûlkirin û hetta, pîrozbahî jî li ser hilbijartina serokê nû jî hatkirin.
Di dawî de: Ji niha pê ve dê gellek guherîn biser nexşeya siyasî ya Tirkiye de bê. Derket: Ne xebata çekdarî dikare armancên stratejîk yên neteweyekî jêrdest bidestbîne. Ne hikûmet jî dikare xebata medenî ya gelekî azadîxwaz, têkbişkîne. Tekane rê, dîtina çareseriya aştî û aşbûnê; bi dilniyayî, divê hemû aliyek, siyasetên xwe yên berîya niha, jiberçavan derbas bikin.
Çareseriya pirsên siyasî yên bingehîn jî mehenga (pîvanga) guherînên mezin in.. Ne berovajiya wan!
puknow
Werger: Metîn Mihemed