Ramazan Özturk

Mam Celalek Hebû...

  2017-10-10 17:51      555 Car hatiye dîtin        Şîrove
Ew, serkirdeyek bû ku hemû temenê  xwe ji bo têkosîna azadiya kurdan feda kiribû. Ji aliyê Seddam ve fermanên mirinê ji bo wî hatin dayîn. Lê li qederê binêrin ku Mam Celal du xulan li ser kursiyê Seddam rûnist. 
Iraqa paş Seddam, serokkomarê berê Celal Talebanî ku ne Ereb bû û piştî serokatîkirina encumêna hukm, du xulan li ser hev, peywira (wezîfe) xwe pêkanî, koça dawî kir. Dinyaya derve wî bi Celal Talebanî nas dike, lê ji bo hemû kurdan, ew Mam Celal e. Çi mezin çi biçûk hemû kes bi Mam Celal denglêdikin. Ev biwêj (gotin, tebîr), tê wateya kesekî rêzdar û mezinê gel û nîşaneya rêzlêgirtinê.
       Mam Celal, serkirdeyek bû ku hemû temenê  xwe ji bo têkosîna azadiya kurdan feda kiribû. Mam Celalek ku demekê ji aliyê Seddam ve fermanên mirinê ji bo wî dihatin derxistin, lê li qederê binêrin ku Mam Celal du xulan li ser kursiyê Seddam rûnist. 
Mam Celal, yek ji zilamên siyasetê yên liberçav yê cîhanê bû. Her kesê wî naskiribe, teqez dê tiştekî wî yê cûda hebe ku vebêje. Lê, ewqasî zêde bîranînên mi hene, ez nizanim ji kîjanê destpê bikim. Bi taybetî di germaya bihîstina nûçeya koça dawî ya Mam Celal de nemumkune ez bikaribim bi carekê hemûyan binivîsînim. Tenê, ezê yên yekser hatine bîramî bi kurtî parvebikin.       
Min, cara yekê Mam Celal di heftiya dawî ya heyva Gulana 1987’an de li gundê Yaxsemerê, dît. Demek wiha bû ku şerê navbera Îran û Iraqê di astê herî dijwar de bû. Rejîma Beas ku Seddam serokatiya wê dikir bi berdewamî  û bi dijwarî şerê kurdan dikir û komkujî pêkdianî.
Ez wê rojê qed jibîr nakim ku ligel liber çavgirtina mirina xwe û paş rizgarbûn ji hezarûyek metirsiyan, karîm bigîhejim cem Mam Celal. Ew roj di heman demê de di jiyana mi ya rojnamevaniyê de bû xala werçerx ê.
Li baregeha wî ya li Yaxsemerê ku di nîvjêr erd de vesartî bû, me hevdû dît. Ev der, hem nivsîngeh hem mala Mam Celal bû. Min, hevjîna wî Hêro Xan jî li wir naskir. Ew, hem hevjîn, hem hevalên têkoşînê bûn.
Mam Celal li ber deriyê stargehê pêswazî li min kir, em bi hevre derbasî odeya kar bûn. Li hundir  4 ji fermandarên wî hebûn. Cara yekê bû me hevdû didît, lê di derbarê min de xwedî zanyarî bû. Çunkî, jiber peywendiya min ya ligel nûnerê wî yê li Tehranê ji nûçeyên min yên di rojnameyê de û bûyeran agahdar bû. 
Tistê ku herî zêd mejiyê wî tev dida ev bû; ji bo ez vegerim Tirkiyê peyam şandibû, lê, ez tenê bi serê xwe ji Bexdadê ketibûm rê û paş xwe xelaskirin ji bidehan metirsiyan, heta wir hatina min bû. Diyarbû gelek pirs di mejiyê wî de bûn. Wek serkirdeyekî ku bi salane şer dike, haya wî ji meziniya ve xeteriyê hebû. Dizanî ji Bexdadê heta vê derê hatin, çend zehmet e.
Yekem tiştê got; “Me peyam ji te ra şand ‘vegera welatê xwe’. Jiber ku tu netenê bû û nemumkun bû, em te ji wir hilbigrin. Wê, te û hevalên me jî kustibana. Di demekê de ku min hizra vegera te dikir, tu derket pêşberî mi. Tu çawa hat vê derê?”
- Min got: Min teksiciyekî kurd naskir, wî min heta Taslûcayê anî, em ji gelek xalên pişkinînê derbas bûn. Asan nebû. Paşê, em derbasî Sergeloyê bûn, pêsmergeyan jî min anîn Yaxsemerê, cem we.
Dema ku pirsyara; “haya te ji te heye, tu li ser jiyana xwe qumarê dike?” kir, ew herdû çexmaxên şefaf  yên  di nava wan de zar hebûn hat bîra min ku min ji Bexdadê kirrîbûn, min ji bêrîka xwe derxist û yek jê dam wî.
-Ez 19 rojan li Bexdadê mabûm. Rojekê, çûm marketekê ku tenê fermandaran dikarîn jê alûvêrê bikin û tiştên hawirdekerî têda dihatin firoştin. Min, ev çexmaxên hanê dît, basît û erzan bûn. Serincê min çû ser wan zarên di nav wan de. Wê lehzeyê, hizra, ‘karê ku ez dikim qumare’ di mejiyê mi de durust bû. Min du heb ji wana kirrî. Mi ji xwere digot; “eger, ez bigihêjim Mam Celal, ezê yek ji van çexmexan bidim wî.  Di rê de jiber tirs û kelecaniyê, carcaran min çexmaxek derdixist û dihejand. Bi berdewamî du-şeş dihat. Min li ser jiyana xwe qumar kir, lê min qezenc kir.. Wa niha çaxmexekê bi diyarî didim we. Ji bo ku hûn, ev tiştên min vegot jibîr nekin...
Mam Celal gelekî hestiyar bibû, çexmaxa min dabûyê kir bêrîka xwe û got; “ezê wê veşêrim” û spasî min kir.
       Paş çend heyvên din vê carê me li Şamê hevdû dîtibû û min hepeyvîneke berfireh li ser pêşkeftinên li herêmê, pê re kiribû.
Dema rejîma Beas roja 16 Adar 1988’an li Helebceyê çekên kîmyayî bikar anî, ez çûm herêmê. Piştî ku mi komkujiya li Helebceyê ji raya giştî ya cîhanê re da bihîstin, cardin ez û Mam Celal hatin cem hev.
Mam Celal di derbarê mijara komkujiya Helebceyê de ji bo welatên herêmê û welatên Rojavayê, wiha gotibû:
“Di demên têkoşînê de me nekarî dengê xwe bigihînin cîhanê. Beriya Helebceyê bi berdewamî  2 salan li dijî me kîmyasal hat bikaranîn. Kesî, ji me bawer nedikir. Tu berê hat gundê Yaxsemerê, paşê tu hat Helebceyê û te, ew wêneya navûdeng çirkand û hovîtiya kîmyasalê ji bo hemû dinyayê vegot.
Du sedemên bikaranîna kîmyasalê hebûn. Yekem, Seddam li dijî kurda siyasetek şovênîst dimeşand. Wate, dixwast kurda jinav bibe. Siyasetekî wî ya tarîk hebû. Kurdan ji Kerkûkê derdixist û li şûna wan Ereban bicîh dikir.
1988’an de Silêmanî ketibû jêr kontrola me. Seddam xwast binnekeftina xwe nîşan bide. Jiber vêya komkujiya Helebceyê pêkanî. Ji bo em bitirsin, da ku  bajarên din jî nexin jêr kontrola xwe.
Berteka ku me ji Dinyayê çaverê dikir, me nedît. Brîtanya, Fransa, Amerîka, Tirkiya û Îranê li dijî vê komkujiyê daxuyaniyên tûnd dan, lê, têrê nedikir. Peywendiyên Seddam bi cîhanê re gellekî baş bûn. Hem bi welatên rojhilat, hem bi Sovyetan, hem bi welatên rojavayê re têkiliyen wî yên baş hebûn. Rojava jiber ku Seddam bi Îranê re ser dikir, piştgirî dida Seddam. Jiber vêya, nedixwest  kuştinên (cînayetên) ku Seddam dikir, bibîne. Dema komkujî hat pêkanîn, me ji hemû dinyayê alîkarî xwest. Destpêkê Îran alîkarî da bi me. Me, bihezaran kesan ji bo nojdariyê (tedaviyê) şand Îran ê. Piraniya xelkê me yê Behdînanê, xwe spartin Tirkiyê. Tirkiyê deriyê xwe ji bo wan vekir. Bi hezaran Kurd, wê demê li Tirkiyê man. Wê demê, tênê ev herdû welat, bûn bi alîkar. Em spasdarê herduyan in.”
     Di germaya Şerê Yekem yê Kendavê de ku komên dijber yên Iraqî li Beyrûtê gotûbêj li ser 'paş Seddam pêşeroja Iraqê’ dikirin; Mam Celal di hevpeyvîna ligel mi de gotibû;  “bingeha makezagona nû li vîr tê danîn. Ji niha û şûnde gelên Ereb, Kurd, Turkmen û Krîstiyan bihevre dê di nav astiyê de bijîn”.
       Di salên notî de ew û Kak Mesûd (Mesûd Barzanî) bi pasaporta ku bi saya hewlên Turgut Özal bi wan hatibû dayîn bi rehetî dikarîbûn bên û biçin Tirkiyê û welatên Awrûpayê.
Paş dayîna pasaportê, Mam Celal ji bo cara yekê dê hatiba Enqerê û bi rayedarên hukûmetê re civiyaba û paşê dê biçaya Îstanbûl ê. Çunkî, tenduristiya wî nebaş bû gurçikên wî diêşiyan û dê biçûya bijîsk.
Dema ji vê nûçeyê haydar bûm, ez çûm Balafirxaneya Ataturk. Mam Celal, kurê wî Qubad wê demê hêj zarok bû, herwiha 5-6 hevalên wî yên hevxebatê li wir bûn. Ji Tirkiyê çi memûrekî (karmendek) resmî ji bo pêşwaziyê nehatibû, ez û yek-du hevalên mi li wir bûn. Lewma, çi trembêlek ku çaverê bike nebû, da ku Mam Celal bibe otela dê lê vehise. Ew, kurê wi Qubad û yek ji kesên bi wî re li trembêla mi swar bûn, ji bo yên din me teksiyek grit û ber bi otela Hîltonê bi rê ketin. Dema em jiber avahiya rojnameya Sabah ya li İkitelliyê ya wê demê derbas dibûn, min got: “Mam Celal di sala 87’an de dema li Yaxsemerê me hevdû dît, te hîç hizra wê yekê kiribû ku rojêkê, bêkû çi zehmetiyek hebe tê weri Tirkiyê û bi trembêla min jiber avahiya rojnameyê re derbas bibe”.
Pêkenî û wiha axivî; çiqasî, em texmîn jî bikin ku pêşeroj dê bixwere çi bîne, lê, sedjisedî em nikarin bizanin. Di sertûmercên wê rojê de qed ramanekî wiha nedihat bîra min, lê, va ez li li vîrim. Sibê dê çi bibe, ez nizanim”.
       Mi, pirsyarek bi heman cûri di dema Serokkomariyê de jê kiribû. Di sala 2009’an de ez ji bo şahîdiyê di doza darizandina serperştyarê komkujiya Helebceyê Elî Kimyawî ( Eli Hesen El Mecîd) de bikin li Bexdadê bûm. Serokkomar dema bihîstibû ez hatime, mi vexwandin ji bo mala xwe. Dema li ber derî pêswazî li min dikir, bi “hevalê minî qederê yê Yaxsemerê” bang li mi dikir. Wê demê jiber ku min nûçe-dokumenterî “Kirilma Noktasi” ya televîzyonî amade dikir, hevalên ekîbê jî ligel min bûn.
Hevdem, biryar bû em programekê hem liser pêvajoya dadgehê, hem li ser pêşhatên siyasî yên li Iraq û herêmê amade bikin. Lewma, pêwîst bû em hevpeyvînê bi Mam Celal re jî bikin. Li ser sifreyê ku ji bo me bi taybetî amadekiribû bi germî û ji dil mêvandariya me kir, hevalên min hêj jî behsa matmayîbûna xwe dikin.
       Paş nan xwarinê me dest bi roportajê kir û min, pirsa ku mejiyê mi tev dida jê kir: Hûn li ser meqamê (cîhe) Seddam Hiseyn rûdinên ku demekê di derbarê wê de fermanên mirinê derdixist. Beriya niha bi yek-du salan, pirsa ‘hûnê rojekê bibin serokkomar’ ji we bihata kirin, wê bersiva we çi ba?
Pêkenî  û got: “Jibilî ku tiştekî wiha ji mejiyê min re derbas nedibû, ezê hizirîbama ku ewe vêya dibêje aqlê xwe ji dest daye. Lê, min çi dêmekê xeyala ezê bibim serokkomar nekiriye. Dema yekem car teklîf ji min kirin, min bawer nekiribû. Min ji hevalên xwe re ragihand ku naxwazim, lê wana israr kirin. Min ragihand ku eger hemû alî razîbin, ezê wezîfeyê qebûl bikim. Hemû razî bûn. Wê demê min got, ezê bibim serokkomarê hemû gelên Iraqê . Dema ez biçim Silêmanî ezê cilûbergê kurdî liber xwe bikim, lê, ezê ebayekî erebî jî biser de liberxwe kim. Çunkî, divê ez nûneriya hemû Iraqê bikim, hemûyan wek birayên xwe bibînim. Ji bo Ereb, Tirkmen, Aşûrî, Êzdî, Misilman û Krîstiyanan, hemû Iraqiyan kar bikim. Yanî, mi got; eze bibim serokkomarê iraqiyan, ne yê kurdan, ”.
Dema, Mam Celal li meqama serokkomariyê rûdinist di pêşîn de Seddam Hiseyn gelek rêveberên bilind yên Iraqê hatin darizandin. Cezaya îdamê bi ser gellek ji wana de hate sepandin, lê, Mam Celal mora xwe li ser çi biryareke sêdareyê neda. Seddam jî di nav de. Mi ev pirsyar jê kir, ji bo çi we dijayetiya biryara îdamkîna Seddam kir. Bersiveke balkêş dabû:
Wek prensîp ez li dijî îdamê me. Ez cîgirê serokê Rêkxistina Sosyal Demokrat ya Cîhanê me. Dijberbûna îdamê, prensîpa min e. Piştî ez bûm serokkomar jî min ew xerap nekir. Min nedixwest Seddam li sêdareyê bidin. Çunkî, Seddam di şevekê de 22 rêveberên bala yên Beasê bi hinceta dixwazin bi Sûriyê re bibin yek bê darizandin îdam kir. Min dixwast ji vê dozê jî bê darizandin û raya Ereb rastiya wê bizani be. Sedemeka din, min dixwast di zindanê de bimîne û bi çavên xwe bibîne ku bûye sebebê çi, Iraqa nû hatiye damezrandin û ewên bi neyar li qelem dabû di deshilatê de çi dikin. Wê demê, hemû rojê dê miriba.”
       Ewqasî zêde tişt hene ku ji bo Mam Celal bên nivîsandin, lê peyv têrê nakin. Ew, zilamê hevsengiyê  bû. Di serdema paş Seddam de di nakokiyên nêvbera gelên Iraqê de herdem rola navbijvaniyê gerandibû. Ew zilamê têkoşîn ê bû, siyasetmedarekî jêhatî bû. Tenê ne ji bo Kurdan ji bo Iraqê ji bo Rojhilata Navîn jî kesayetiyekî girîng bû. 
Kurdan, serkirdeyekî gelek giranbuha jidest dan. Ewqasî kesekî girîng bû ku cîhê wî nayê tijîkirin. Ji heft salî heta heftê salî, ew Mam Celal ê hemû Kurdan bû. Aştîxwaz bû. Temenê xwe ji bo azadiya kurdan terxan kiribû. Beşekî girîng ji temenê xwe di xebata nehêynî û çiyayan bi şerkirinê bi ser bir. Di sertûmercên herî zehmet jî de hêviya xwe ji dest neda. Digot, aştî ji şer zehmettir e, lê, herdem aştî qezenc dike. Ruhê berxwedanê di dema nexweşketinê jî de qed winda nedikir. Lê, dawiya her jiyanekê heye, ew jî ber bi vê dawîbûnê ve meşiya...
Oxir be Mam Celalê xweşdivî, dostê hêja, hevalê minî qederê yê Yaxsemer ê. Cîhê te cennet be.
puknow
Werger: Metîn Mihemed

 

 

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî