(Hêvîdarim ev gotara min ji bo zimanê îngîlîzî û turkî bê wergerandin.. Belkû karbidest bixwînin.)
Heftiya raborî, paş bi salan ji pirsên biçûk û mezin yên nêvbera endamên NATOyê Amerîka û Turkiye, di encam de sê serkirdeyên PKKê (Mûrad Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan) bi terorîst hatin nasîn û bi milyonan dolar jî xelat ji bo serê wan hate danîn. Ev biryar di vê rewşê de ne dihat çaverêkirin. Lê, ev jî encamê berjewendiyên hêzên mezîn e. Siyaseta hêzên mezin ya paş Sykes_Picotê (1916) zelal dike, bagera berjewendiyên wan ku rastî metirsiyê hat; prensîp, dostayetî, felsefe, azadî û mirovayetiyê dikin jêr pê!!
Amerîka ji Cengê Duyem ve bi piştevanîkirina mafên çarenivîsa gelên Rojhilatê Awrûpa, paş cengê sar, serkeftina herî mezin bidestxist ku hêviya berfirehkirina demokrasiyê dibexşî. Bi herifandina Rejîma Sedam, Başûrê Kurdistanê ji bo cara yekê, piştevaniya mezin lê hate kirin. Bi navê Buhara Erebî jî bergeha azadiyê xist rojevê; dîsan Amerîka, helwestê piştevaniya xwe ji bo nîşan da, baş bû.
DAIŞ jî ku hat rojevê û berjewendiyên Amerîka û Rojavajî ketin metirsiyê, Amerîka rola herî bi bandor ya dijayetiya DAIŞê û piştevaniya Pêşmerge û beşek ji hêzên din yên dijî DAIŞê, gerand.
Navber bi navber jî ku helwestê Amerîkayê ya li dijî dijminên demokrasî û binpêkirina mafên mirov, dihat ragihandin, siyaseta Amerîka baştir deng vedide. Herwiha...
Heta niha, Amerîkayê berevanî li Esed ê Sûriyê nekiriye û dijayetiyê li Komara Îslamî a Îranê ranewastandiye û givaşa li ser Turkiyeyê kêm nekiriye, siyaseta wê ya di derbarê dijayetiya hêzên çekdarî yên Iraqê jî de zelal e!
Hevkêşên Sûriyeyê jî ku ket nêv gêjava cemserê nêvdewletî û herêmî û Rûsya hêz li şergehan bicîh kir, Amerîka jî piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kir. Behsa vê yekê dihat kirin ku PKK ji lîsta terorê derbixin. Vêca...
Ji nişka ve ji bo çareseriya krîza nêvbera Turkiye û Amerîkayê, sê serkirdeyên PKK kirin qerebûya (xisardayîna) aşbûna Amerîka û Turkiye. Gelek nehêniyên vê biryarê hene. Li gor min ya ji hemû mijarekê girîngtir e, eve; gelo ev biryara hanê, xizmeta stratejiya demokrasî, jiyana medenî, azadî û mafên mirov dike ku bingeha stratejiya Amerîkayê di cîhanê de li ser wan taybetmendiyan hatiye avakirin?! Eger bi rastî xizmetê dike, wate biryara Amerîkayê di cîhê xwe de ye. Eger na, bêguman, biryarekî şaş e. Di derbarê vê de ji bo temûmijê bi nerîngeha Turkiye an her navendek û aliyekî din nehêlim, pêwîstê zelal bikim:
Paş şerê sar û di vê serdema cîhangîrî de min herdem gotiye: “bîrdoziya PKKê û stratejiya xebata çekdarî ya ji bo rizgariyê, qonaxa wê bi ser çûye. Hetta, sîstema partiyî ya PKK jî rexne li ser hen e. Helbet, ez, ne ligel çek avêtin an bêçek kirinê jî me. Rast û rewan, ez ligel çareseriya aştî, xebata sivîl, hilbijartin û berfirehkirina xebata demokrasiyê me. Ku HDPê 80 kursî bidestxist, min peyama xwe gihand Qendîl û Diyarbekir ê ku biçin nêv hikûmetê baş e. Min, veguhestina şer bo nêv bajaran jî bi biryarek metirsîdar zanîm. Lê, ev, nayê wê wateyê ku hemû pirsa (demokrasî – neteweyî) Bakûr û Rojavayê kurdistanê di vê çarçoveyê de bê temaşekirin.
Hema bêje, para PKKê di wan pirsgirêkan de zêdetir heye, di cîh de ye em vê pirsyarê bikin, ma hikûmeta Turkiye kemtir şaşitî kirin e?
-Gelo; li navçeyê arîşên Turkiye kem in?
-Gelo; rewşa aborî a Turkiye, paşketin an serkeftin pêk aniye?
-Gelo; cîh ji bo rojnamevan, siyasetmedar û medenîxwazên din di girtîgehên Turkiyê de maye?
-Gelo; li ser astê nêvdewletî, Turkiye ji bo çi li Yekîtiya Awrupayê (YA) nayê qebûlkirin?
-Gelo; rêjeya bêkariyê bilind bû ye û şîrketan paşde kişan e û astengiya aborî kûr e yan ne kûr e?
-Gelo; Artêşa Turkiye ji bo çi derbe kir, madem ku artêşa wê profesyonel ya niştimanî destûrparêz bû?
Herçawa, pirsên Turkiyê û şaşitiyên PKKê bê berhevkirin, Turkiye dehbiser ji beramber rewşa Turkiye û ji proseya demokrasî û azadiyên medenî berpirsyartir e. Ligel vê yekê, di kêliyekê de ku bi sedan milyon peyvên zanyarî digihêje Pentagona Amerîkayê û di heman demê de wezareta derve ya wî welatî ji wan zanyariyan tê haydarkirin ji bo şaşitî neke; bê ku guh bide tev arîşe û hevkêşan, paş rizgarkirina qeşeyê xwe, biryarek bi vî cûrî dide û Turkiye jî dikeve bergeha wê lîstokê, heta pî li ser bê bilindkirin. Ev rewş wiha berdewam be, dûr nîne Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê jî paşdekişe bike. Bi dilniyayî, bi terorîst zanîna sê serkirdayên PKKê ku temenên xwe ji bo rêbazên xwe danîn e; qet, ne xizmeta armancên stratejîk yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn dikin û ne Turkiye ji krîzên heman cûrî rizgar dibe.
Çareser ne ewe, piştevaniya Turkiye bê kirin ku ji demokrasiyê paşde kişiyaye, heta li ser siyaseta bê beşkirina Gelê Bakurê Kurdistanê ji mafên demokrasî û medeniyan berdewam be. Herwiha, PKK jî nikare bi rijdbûn li ser stratejiya xebata çekdarî, çok bi Turkiyê bide danîn. Çareseriya siyasî wekî aştiya Kolombiya baştir e ji serkuta leşkerî ya Turkiye û berdewamiya xebata çekdarî ya PKKê.
Di dawiyê de cîhê xwe ye ez vebêjim: sê heyv beriya niha (12-08-2018), bi rêz konsolê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Stîvin Feygen, serdana me kir. Rexne li PKKê girt, min jî bersiva wî da ku:
Amerîka li ser qeşeyekî, ambargoya aborî xist ser Turkiyê. Lê 13 hezar Kurd hatine girtin û zêdetir ji 20 milyon kurdên Turkiyeyê, ne xwediyê mafê xwendina zimanê zikmakî yê xwe ye, çawa xebata demokrasiyê nakin?
Konsol pêkenî û ez jî dilteng bûm jiber ew axaftinên ku kir.
Werger: Metîn Mihemed