Mela Bextiyar

Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan

  2018-12-05 13:44      440 Car hatiye dîtin        Şîrove

George Bushê bav, roja 30-11-2018’ê koça dawî kir. Axaftina Amerîka û hemû cîhenê li ser koça 41’mîn Serokê Amerîkeyê, hebû. Ez dixwazim, wekî kurdekî,  behsa ew aliyê ku li ser koça serok Bush nehatiye behskirin, behs bikim.
Çepên cîhenê di sedsala bistan de bi berdewamî dijî welatên bihêz yên sermayedariyê bûn. Dijî hikûmetên paşayetiyê bûn û armanca me a serkeftina hikûmetên komariyê hebû. Lê, bûyerên dîrokê me ji xewa bîrdoziyê (îdolojiyê) şiyar kir.
Temaşe bikin:
Ku Şerê Yekem bidawî dibe, serokê Amerîkayê “Word Wilson” di Civata Gelan de daxwaza çareserkirina pirsên Kurd, Ermen û Filîstînê dikir; di wê demê de Şoreşa October û Lenîn, piştevaniya Rejîma Kemalîstan dikir û rêkeftinnameya Lozanê qebûl kir û şoreşa wan ya çekdarî li beşên Kurdistanê bi destê Brîtanya dizanî. Lê, serkirdeyên partiya kominîst û çepên Kurdistanê di serdama şoreş û rizgarî û paşan PDKê, heta herifîna Bloka Sowyetê bi şan û hêzezendê pêsnê Sowyetê didan û dijayetiya Amerîka û Brîtanyayê dikirin.
Ti caran stratejiyekê Sowyetê ji bo çareserkirina Pirsa Kurd nebû ye. Dibe ku peywendiyên wan yên baş ligel dagirkeran jî hebû ye. Lê, bi nav beşek ji çepên Kurdistanê, nekarîn xwe ji bandara naguherparêziya (dogma) bîrdoziyê rizgar bikin û çavên xwe di astê bûyerên Rojhilata Navîn de girtibûn.
Stalîn ligel Seltenata Qewam a serokwezîrê Şah lihevtên û komarên Kurdistan û Azerbaycanê difroşin; mixabin, piştî wê jî, çepên Rojhilatê Kurdistanê û Başûr jî bi aqil nebûn  û ji bandora tirsinak a Sowyetê rizgar nebûn. Paş mirina Stalîn, Sowyet, heta diherife, bi bahaneya ber bi sosyalîzmê ve ajotina welatên sermayedariya dewletiyê, piştevaniya dagirker û serkutkerên demokrasiyê dikir. 
Heta şerê sar wiha dibe, rojava û rojhilatê Cîhanê, binpêkerê mafê çarenivîsa me û dijminê xebata demokratîk  ali Rojhilata Navîn bûn. Çunkî, ji bêhna neftê, zêdetir bêhna ti tiştekî din nedikirin!!
Paş şerê sar, berjewendiyên welatên mezin ji bo kontrolkirina bazarên Rojhilata Navîn veguherî bi siyasetekî sermayedarî ya cûrê nû û behsa sîstema nû ya cîhanî jî dikirin (beriya cîhangiriyê). Tew, heta dawîn qeleya sosyalîstiyê neherifî, ev sîstema totalitariyê devê xwe ji  axoya sermayedariya dewleta Beas û beasiyên asayii, dernedixist.  
Ya baş ewe, berjewendiyên aboriyê gellek caran ji neçarî şaşitiyên siyasetê rast dikin. Paş şerê sar, hevkêşa aborî û siyasî hatin guhertin. Rêk di wê demê de, Seddam şaşitiyekî stratejîk kir û Kuweyt dagir kir. Hesabê Seddam yê serdemê şerê sar bû. Nedizanî, berjewendî û siyaset diguherin. Êdî, paş dagirkirina Kuweytê, bextê Kurd vebû. Serokê koçkirî yê berê yê Amerîkayê di vê şertûmercê de rolekî dîrokî ji bo şikesta Artêşa Iraqê gêrand. Di vê demê de, Gorbaçovê perestroykayê, her mijûlî çûnûhatinê bû li derûdora Seddam, Esed û serokên din yên dîktator. Wate: Cîhan hatibû guherin. Lê, çi guherîn bi ser siyaseta rastgîriya caran ya Sowyet û Rûsyaya wê demê, hem di dema enfal, kîmyabaran û hem di dema koça 1991’ê de nehat. Biryara 688’ê Fransa û Amerîkayê da û navçeya dijefirînê sepandin. Neft li beramber xurekê pêk anîn. Federalî pejirandin. Rêkeftinnameya Waşîngtonê sepandin. 
Dema, awir li wê sedsalê û paş şerê sar tê dayîn, sûda dewletên sermayedariyê  ji bo mê gellek bû, lê, ziyana welatên komarî ji ya serdemê paşayetiyê zêdetir bû. Lewre, divê em bêjin: wefaya hinek hêz û siyasetmedaran, hîç nebe bi qasî seyê Bushê bav, ji bo serok bav û kur hebe ku me ji Seddam xelas kir. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê‬ Mela Bextiyar
2020-11-02 19:08      254 Car hatiye dîtin

Mam.. Azadiya te baş‬ Mela Bextiyar
2020-10-04 20:49      238 Car hatiye dîtin

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye‬ Mela Bextiyar
2020-02-16 20:22      364 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      375 Car hatiye dîtin

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan‬ Mela Bextiyar
2019-12-21 13:22      579 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      343 Car hatiye dîtin

Dawî bi gotara kevn hatî ye‬ Mela Bextiyar
2019-11-07 02:01      389 Car hatiye dîtin

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!‬ Mela Bextiyar
2019-11-02 16:37      415 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      458 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      406 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      380 Car hatiye dîtin



Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      495 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      425 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      354 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      398 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      405 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      403 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      649 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      492 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      697 Car hatiye dîtin

YNK û destbidestkirina deshilatê‬ Mela Bextiyar
2018-01-11 02:17      493 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      433 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      456 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      466 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      696 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî