Wezîrê Derve yê Amerîkayê roja 06-11-2018’ê, biryarekî çaverêkirî li dijî raberên PKKê ku di vê rewşê de tê wateya biryara dijî xebata rizgarîxwaz a gelê me li Bakûrê Kurdistanê, stand.
Di van du rojan jî de Serokê Amerîkayê, siyaseta welatê xwe li Sûriye û Rojhilata Navîn, aşkere kir. Ew jî vekişandina hêzên xweye ji Rojava, herwiha ji Efxanistanê jî.
Ez, paş derketine DAIŞê, berovajî reftar û axaftên beşek ji berpirsan, mijûlî destebazî, muzayedexwazî û pîlangêriyê bûn, bi berdewamî yek ji wana bûm û min gotim e:
Ji rewşa dawî a şerê sar û paşan serhildana DAIŞê li fersendê bigerin ji bo bi destxistina mafên me yên siyasî. Bila Amerîka û hêzen mezin wiha nezanin, em, dijî DAIŞê tenê cengawerên başin. Bila, em baştir bi wan bidin fêmkirin ku pêş DAIŞ û maişê, Netewa Kurd azadîxwaz bû û berdewam e. Ji bo zêdetir zelalkirina nerîna xwe, min, navberbinavbar sergotar nivîsîm e û semîner dam e. Min hevpeyvîn kirim e. Li ser van helwestan jî pir dijayetiya min hatiye kirin. Bi taybetî ji aliyê, ewên di nêv tevliheviyan de pile (post) perest bûn û destkeftan wana mest kiribû û di astê metirsiyên li ser netewa me de di guhê gayê de xew kiribûn!!
Wa Amerîka (19-12-2018), biryara vekişanê ji Rojavayê Kurdistanê daye. Matmayîbûnek siyasî bandora xwe li hemû aliyekî kiriye. Bi taybetî, ewên ku bi kêmî jî be pêşbîniya bûyeran di siyaseta hêzên mezin û hewkêşa navçeyê de nedikirin. Ez ji biryara Amerîkayê matmayî nebûm e. Min hemû belge jî hilgirtiye; deh sal beriya niha, ez kesek bûm ku zenga metirsiya rewşa niha, lê dame. Lê, mixabin, piraniya serkirde û alî, liser siyaseta “TIRAZAN” berdewam bûn û “SAZAN” a rastîn dikirin qurbaniya rika siyasî. Wiha dizanin, pirsên giştî li navçeyê dê berdewam be û aliyekî siyasî dikare li her beşekî Kurdistanê serbikeve û aliyên din pişguh bixe. Heman şaşiya kujer ku di serdema Şerê Iraq – Îranê de ji bo yekûdu jinêvbirinê di şerê nêvxwe de dihat peyrewkirin. Wê demê jî ez li dijî wê siyasetê bûm. Ji bo ku ez bînin bîra xwendevanan ku bi salan e, li ser van metirsiyan me zeng lêda ye, kerem bikin serinc dikşînin li ser hindek nerînan.
Yekem Zeng
Paş serhildanê, mora girseyî pir bilind bû. Kongreya Rojhilata Navîn di 30-10-1991’ê de hat lidarxistin. Min di 10 Mijdar 1991’ê de gotarek bi navnîşana “Kongreya Rojhilat û Pişguhxistina Pirsa Kurdistanê” nivîsîm, têda rexne li pişguhxistina Pirsa Kurdistanê di wê kongreyê de girtbûm. Li ser çarenivîsa netewa me bi metirsî jî zanîbûm. Hêzên Eniya Kurdistanê bi çep û rast û naverast, mijûlî veguhestina ew amêrên ji Kurdistanê hatibûn dizîn û gumrik û wergirtin û parvekirinê bûn bi ser aliyên Eniya Kurdistanê ve. Bi aşkere, welatê xwe talan dikirin û xwendina wan ji bo kongreyê her nebû!! Xwedê kir, ezmûna me di nêv nakokiyên Amerîka û Iraqê de ji nêv neçû.
Duyem metirsî
Li ser gotara Rojnameya Çavdêr a roja 16-06-2016’ê, me gotiye:
Ji bo xatirê dîrokê, şaşiyên raboriyê nekin. Metirsiya têkelbuna bîrdozî û siyaseta nasyonasîstiya selefî “Beas – DAIŞ” wek xwe liber çavan bigrin. Xwedê neke, êvên hanê serkevin, enfalekî dijwartir çaverê me dike”.
Dipirsim: Beasa Sûriye, dijî Ereb çekê kimyayî bikar bîne ku Amerîka vedikişe û şer kota bibe; wê çi li Rojavayê Kurdistanê bike? Eger çareseriya siyasî neyê dîtin?!
Sêyem Hişyarî
Li ser gotara Kurdistanî Niwê (15-03-2016) bi navnîşana “Metirsiya Lozenekî din, paş sedsalek ji Sykes-Picotê” de me nivîsiye: egera rêkeftina siyasî li navçeyê, bi mercê dawî li terorîzmê bîne, bê rojevê, bawer nakin Amerîka nepejirîne.
Di berdewamiya vê gotarê de me teqez kiriye, vêca:
“Ji hemû aliyekî ve, egera cûrekî rêkeftin, bi parastina sîstemên niha yên navçeyê bi sîstema Sûriye jî li pêşiya me ye. Ev rêkeftin rû bide, raste metirsiyê liser federaliya Başûrê Kurdistanê, durust nake; lê, bêguman, metirsiyek aşkereye liser Rojava û Bakûrê Kurdistanê, dê siyasetekî dît û nedît ligel me bike”..
Mê, ev nerîna xwe di hemû civînên ligel PYDê de teqez kir; lê, wana, bûyeran tenê bi lûleya tivîng û şekandina Ala PKKê, dixwendin.
Çarem ricifandin
Li ser gotara Çavdêr (15-08-2016), di du paragrafê de me bal kişandiye ser metirsiyan û me gotiye:
“Niha, erkê serkirdayetiya siyasiye, destpêka bûyeran bi hûrgilî binirxînin û berencamê mijarê jî ji bo biryara berpirsane bihêle, berovajî ku kar ji kar cihê bû çi poşîmaniyek me xelas nake”.
Dawiya vê gotara me jî, wiha hatiye qifildan:
“Madem ku însiyatîfekî serkirdayetiya siyasî û hêzên siyasî ji bo pêşeroja bûyeran nîne, gunehê dîrokî yê çareseriya pirsên nêvxwe dê bikeve stuyê me û bi her bahaneyekî ev çareserî ji vê zêdetir bê derengxistin, êsta cezaya wîjdanî û di pêşerojê de dê rastî cezaya dîrokî bê”.
Mixabin, wa paş cezaya wîjdanî, hindik maye cezaya me ya dîrokê derkeve rojev ê!!
Pêncem Şok
Ku me zanî, dilsozên Kurdistanê gotaran dixwînin û aliyên siyasî ne ba dîtin e û ne baran, neçar bûn di 13-06-2016’ê de li Zanîngeha Silêmanî, konferansekê berfireh bi navnîşana “Metirsîyên rewşa niha; lihevhatin an jihevqutbûn” li dar xistin. Hola zanîngehe pir bu ji serkirdeyên partiyan û mamostayên zanîngehê, xwendkar û kadroyan. Di wê rewşê de metirsî li ser çarenivîsa beşên Kurdistanê û teqîna pirsgirêkên nêvxweyî, hebû. Çunkî, nakokiyên nêvxweyî nedihatin çareserkirin û muzayedexwazî li pêş bû.
Di metna konferansê de me got: “jiber ku heta niha çi rêkeftinek bingehîn (xurt) di nêvbera PYD û hinek ji hêzên radîkal yên Rojavayê Kurdistanê ligel opozîsyona Sûriyê de nîne; herwiha di kongreyên Cênêvê de nayê qebûlkirin, jiber van herdu xalan e:
Yek: Ligel opozîsyona Sûriye çi cûrekî rêkeftinek û destpêşxeriyek nîne.
Du: Di kongreya Cênevê de heta niha mafên Kurd nehatiye desteberkirin û PYD nehatiya qebûlkirin. Eger ev senaryoyên hanê biçin ser ê, bi vê siyaseta niha a Hikûmeta Sûriye, bi vê têgîhiştina niha a opozîsyona Sûriye û bi wê rêkeftina nêvbera Sûriye û Turkiye ku bi rê ve ye, Rojavayê kurdistanê ji hemû beşên din yên Kurdistanê zêdetir, metirsî li ser e.
Di dawîn Konferansa Mîr (23.24-10-2018) de li Hewlêrê, me dubare kir ku divê PYD, pirsên siyasî yên nêvxeyî yên Rojava çareser bike û di danûstanan de ji bo nivîsandina destûrê û pêşeroja Surîyê de mafê Kurd bidest bixe. Herwiha di civîna polîtburoyê de me behsa heman mijarê kir. Di dema hatina wefda Rojava jî de me ligel wan behsa metirsiyan kir û me got:
Peyama we ewe, çareseriya siyasî ji bo pirsa Rojavayê kurdistanê di nêv Sûriyê de bê dîtin, eger na metirsî di rê de ye.
Wa Amerîka biryara xwe da, hêj encama dawî diyar niye, çi ji destên Rûsya û Fransa tê ji bo çareseriya siyasî. Kêm jî be rêkeftinek giştî di nêvbera hêzên kurdistanî jî de nîne. Mixabin:
-PYD rijde li ser siyaseta hakîmiyeta xwe.
-Hinek aliyên siyasî hene, siyaseta karvedanê li beramber PYD gîhandine astekî, dagirker fêydê jê dibînin.
Demsalekî siyasî ya metirsîdar e. Lê, kerameta siyasî ji hemû aliyekî dixwaze, rûbirû bibin û metirsiyan kêm bikin. Xebatê ji bo çareseriya siyasî biguncînin. Nakokiyên nêvxeyî kêm bikin. Di beşên Kurdistanê jî de piştevaniya Rojava baştir bê kirin.
Amerîka biryara xwe da, niha, dema wê ye, êdî Civata Ewleheyê û Yekîtiya Awrûpa nehêlin trajediya siyasî Lozan û rêkeftinnameya Cezaîr, dubare bibin. Rûsya di Sûriyê de dewleta herî bi bandor a Civata Ewlehiyê ye, dikare çareseriye bisepîn e. Lewra, hêvîdarim, bi piştevaniya Fransa, parêzvaniyê li çareseriya giştî bikin. Ne çareseriyek ku Artêşa Sûriye bê azadkirin ji bo serkutkirin û bê beşkirina gelên Sûriye ji mafên demokratîk.
Eger Civata Ewlehiyê û Yekîtiya Awrûpa (YA) parêzvaniyê li çareseriya siyasî bikin û di projeya destûra niha de di kongreya Cênêv de Rûsya rijdiyê li ser mafên demokratîk yên Kurd û pêkhateyên din jî bike, bi dilniyayî, Amerîka jî dê pesend bike û dewletên herêmayetî jî nikarin, dijminê çareseriya dêstûrî bin.
Berovajî, trajedî di rê de ye. Di rastî de em dilniyane giyanê berevaniyê li Rojava bilind e, heta bikaribin nahêlin ezmûna Şêx Mehmûd a paş Cengê Yekem, tecrubeya Komara Kurdistan a paş Cengê Duyem, ezmûna Şoreşa Îlonê di şerê sard de rû bide. Em bi hêvî jî ne, partiyên kurdistanî jî xwe şermezarê dîrokê nekin.
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed