16 sale Rejîma Beas herifiye û çendîn hilbijartin li Iraqê hatine kirin. Gelo di wê demê de:
-Iraq kariye demokrasiyê pêş bixe?
-Iraq kariye astê gendeliyê kêm bike?
-Iraq kariye talan û tawan nehêle?
-Iraq kariye sextekariyê di hilbijartinan de wek tawan temaşe bike?
Ji bo bersivên wan pirsyaran, em serî li jimare, rêje û amara bidin. Çunkî dema jimare û amar sax dibin, êdî bahane û axafta mezhebî û deshilatdariyê, naxwe.
Di vê hefiyê de Rojnameya Ekonomîst, rêzbenda sîstema demokrasiyên cîhanê weşand. Ligorî wê rêzbendiyê di nêv 167 sîstemên demokrasiyê û bi nav demokrasiyê de Iraq di pileya 114’hemîn de ye. Ji wê balkêştir, astê demokrasiya Iraq ji welatên Efrîqa; Bûrkinyafaso û Ûganda, herwiha ji Pakîstanê jî xerabtir e.
Herwiha di nêv 10 welatên cîhanê de ku di hilbijartinan de gendelî û sextekarî heye, Iraq di rêza 4’mîn de cîh digre.
Ligorî xemlandinê (texmînan), li ıraqê zêdetir ji 400 milyar dolar bi gendelî hatiye daqurtandin! Herwiha ligorî amarên hikûmeta Iraqê bi xwe, li Iraqê 172 şîrket hene ku mesrefên wan 500 milyar dolar e. Lê ji % 17’ê wan kar dikin!!
Ligorî zanyariyên hatine weşandin ku heta niha nehatine derewandin, ji çalgeha neftî ya Cimbur li nahiya Taze Xurmatû ya Kerkûkê, rojana niha jî 30 hezar bermîl petrol bi karwana tankêran yên berpirsan, tê talankirin.
Karwana ew nefta tê dizîn, şevane ber bi Silêmanî ve bi dû yek rîz dibin û ligorî dem û bazariya taybet tê saxkirin.
Ew jimare û amarên rojnameya bawerpêkirî wek Ekonomîst ku çavkaniyên wê yên zanyariyan bi berdewamî rastin; dizî û gendelî û sextekarî bûne sêgoşeya tirsinak li Iraqê. Ku qed nikarin li Kurdistan û navçeyên nakokî li serin li derveyî wê bigrin. Ev sêquncika tirsinak, tenê û tenê bi deshilatê tê kirin û bi saya deshilatê jî bi wan karbidest û berpirsan tê pêkanîn ku xwediyê pileyên bilind yên hikûmî, siyasî û hêzên çekdarî yên taybetin. Di astê Iraq û Kurdistanê de behna genî ya gendelî û paşvkişana demokrasiyê û destkarîkirina proseya hilbijartin û talaniyê di hemû astan de tevn hûnandiye. Lewra, Iraq di 114’hemîn rêzbenda sîstema demokrasiyan û 4’mîn welat e di nêv 10 welatan de di sextekariya hilbijartin û gendeliyê de.
Aşkere bû.. Tenê bi hilbijartin û bi warên medyaya azad û rexnegirtin, çi welatek û tecrubeyek (ezmûnek) nagihêje demokrasiyê. Berovajî di serdema cîhangîrî de xwendina berfireh li ser demokrasiyê heye. Di pêşiya hemûyan de..
Nehiştine gendelî û cezaya talankirin û serwerî yasa û pêkanîna sîstema modêrn e di hemû warên hikumranî, xweşguzeranî û dadperweriyê de. Ne bi taybetmendiyên klasîkîi, hukmê mezhebî, partîcîtî û hêza çekdar û di jêr perdeya sîmaya demokrasiyê de navberbinavber hilbijartinên ecêb bên darxistin û sîstemên bi serçûyî û serkirdeyên jiberçavketî, bi zordariya hêza çekdarî bên sepandin. Me encamên wê jî dît; li Bexdada paytexte ji % 30’ê xelkê beşdarî hilbartinê bû. Wa heta niha jî pêkanîna hikûmetê, ketiye girewa berpirsên van nehametiyên (pirsgirêk û krîzan) li Iraqê.
Eger, naxwazin Kurdistan jî bi derdê Iraq û dewletên riziyayî yên bi nav demokrasî biçe, divê tecrubeya hikumraniya Kurdistanê bi projeya neştergerî ya stratêjî:
-Yan tev sîstema hikumraniya Kurdistan û reftar û kiryarên karbidest û berpirsan bê guhertin û yasa bi ser wan de tê sepandin.
-Yan jî di hilbijartinên siberojê de destrengînî di hilbijartinan û propagandaya medyayî û deshilatgeriya çekdarî de êdî nikare barê guherîna hevkêşa civakî û siyasî û diltengiya raya giştî rake. Em dilniya ne, korîdora guherînên dîrokî li ser çi aliyekî nasekine u werçerxana ne çaverêkirî jî di hilbijartin û kûrbûna neraziyan de bi rê ve ye.
Puknow
Werger: Metîn Mihemed