Îro 41’mîn salroja şehîdkirina serkirdeyê mezin û rêberekî rojên dijwar, Elî Eskeriye. Ez naxwazin ji van axaftên ku ji bo dîrokê vebêjim, carê hîç tiştekî din bêjim.
Şehîd Elî Eskerî, tenê ne serkirdeyekî eskerî û siyasî, kurê xebata salên pênciyan, hetta yê salên heftêyan bû; ligorî baweriya kurdayetî û rêbaza xwe ya siyasî di qonaxên dijwar de pêgîhîştî bû. Baweriya wi bi sloganên birîqîdar û peyvên siyasî nebû. Rijd bû li ser nerîna xwe ku ligel Komele jî nakok bû. Lê Şehîd Eskerî, ji baweriya xwe temam bawer bû.
Li vêderê, ez naxwazim tebaqeyên şerê nêvxwe û birînên qurbniyên wê hildim. Lê ji bo min girînge, ji bo hemû aliyekî zelal bikim ku: baweriya Elî Eskerî, paş duberekiya şêstan, bi çi awayekî bi şerê nêvxweyî nemabû. Digot: “wêraniye, Braîm Ezo û hevalên wî hatine şehîdkirin”. Lê, her rêya aştiyê bi wî baş bû. Min bixwe, paş şehîdkirina Hesen Xoşnaw û Karesata Hekkarî, wiha ne dihizirîm. Ez ligel dest pê kirinê bûm. Lê, Şehîd Elî ku rêberatiya pêngava Hekkarî jî dikir, dijî şer bû. Hetta, paş civîna Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî pêş birêketina karwanê Hekkariyê, alîgirê çareseriyê bû. Hetta, rijd jî bû li ser wê ku rê bi wî were dayîn li Hekkariyê, serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) - Qiyadeya Mûeqetê bibîne û çareseriyê ji bo pirsgirêkan peyda bike.
Şehîd Resûl Mamend, ez, Adilê Qiyadeya Mûeqed, Elî Ko û şehîd Dawid Dekeyî bi nameya Şehîd Elî Eskerî, roja 17-07-1977’an ji Qendîlê bi rê ketin, da ku Mam Celal û Îdrîs Barzanî ji bo aşbûnê bibînin. Lê, mixabin, wê demê, xwendina PDKê cûda bû ji bo bûyeran û pêngava Hekkarî yê. Hêza YNKê ji bo çarenivîsa xwe bi metirsî dizanî, şertûmerc û hizra şer zal bû bi ser rewşa nêvbera herdu aliyan, ne aştî.
Elî Eskerî, Şêx Hisên, Raûf Beg û hevalên wî hatin bi qurbanîkirin. Qurbaniyek, Şoreşa Nû ya Kurdistanê heta paş serhildanê (1991) jî ligel damezrandina Eniya Kurdistanî, gellek qurbanî hat dayîn.
Ez, xwe ji çi şerekî berevanîkirina li YNKê bê beş nakim. Lê, pir bi pêwîst dizanim, şehîdkerên Elî Eskerî, serkirdeyan û bi hezaran têkoşeran di şerê nêvxwe de bikin bi pendê wîjdan û yekrîziya kurdayetiyê li hemu beşên Kurdistanê.
Qed, siyaseta dij bi yekrîziya Kurd bi taybetî di vê serdemê de bi slogan û xapandina raya giştî, naçe ser. Derew û boxtan durustkirin û têkelkirin ligel bahaneya dilsozbûn bi YNKê li dijî PDKê, her ew gendel û fersendperestin ku li bazara tevlihev, çavkaniya gendeliyê (nelirêtiyê) germ dikin. Hemû ewên di herdu eniyên şerê nêvxwe de heta niha jî demarê hevrikiyê qalîn dikin. Piyên wan di nêv gendeliyê (nerêtiyê ) de çeqî ne û zimanê şerê nêvxwe jî digerînin.
Bîranîna serbilindiya te bixêr serkirdeyê mezin Şehîd Elî Eskerî. Bîranîna hemû hevalên te yên hevkêlên te jî bixêr ku bûne qurbaniya şerê nêvxwe.
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed