Îro (20-07-2019), çilûdu sal bi ser vegera Mam Celal ji bo Kurdistanê, paş 5 salan biserbirina jiyana li derveyî welêt, derbas dibe.
Hindek caran, serkirde di nêv gelan û partiyan de ji neçarî hiltên. Lê, tenê Mam Celal û Newşîrwan Mistefa, amadebûn, jiyana derveyî welêt bicîh bihêlin û vegerin ji bo şoreşa nû ya partîzanî ku durust bibû.
Ku mam vegeriya, salekbû grûpên çekdarî hatibûn pêkanîn. Hêj tekane deverekî me yê rizgarkirî nebû. Rêjîm xwedî deshilata leşkerî û emnî ya pir xurt bû.
Hebûn, qed bawer nedikirin Mam vegere. Digotin: “heta navçeyên me yên azadkirî nebin, nayê”. Lê, Mam, hetta ji dayikbûna Qubad jî bi cîh hişt û kurê xwe di hemêza Heroya hevjîn û rêhevalê xwe de bicîh hişt û xwe gîhand hêmêza Kurdistan û eniyê.
Ez û Resûl Mamendê cwamêr bi nûneratiya Komele û Tevgerê bi nameya şehîd Elî Eskerî birêvebûn ji bo serdana Mam û serkirdayetiya PDKê bikin; lê di vê rojê de hevdem Mam Celal gihîşt niştiman û me, wî li Hekarî û li gundê Masî Ro dît. Her di wê dem û dewranê de me, şehîd Seyîd Kerîm, Newşîrwan Mistefa, Saman Germiyanî û Şukur dît. Şehîd Seyîd Kerîm û Saman Germiyanî, wekî piling li derdora Mam Celal bûn, heta gîhiştin hêzên YNKê, êdî beşek ji pêşmergeyên kek Salar û kek Bekirê Hacî Sefer, bûn bi yekemîn desteya parêzvanên Mam di destpêkê de şehîd Ebdulla û Hawrê Kameran Pêncwênî.
Çirkesatekî dîrokî ya nayê jibîrkirin e. Raberek bi goçanek û bi heybeyek pir ji bîrûbaweriya şoreşgêrêtî, bi pêkenîn û gotar û helwestê bilindkirina moral, vedigere. Paş çend rojekî, yekemîn hevdîtina Mam, şehîd Elî Eskerî, şehîd Dr. Xalîd, Kek Salar, Mulazim Omer, Seyîd Kake, Şêx Huseyn, şehîd Seidî Giçke, Mulazim Tayer, Azad Hewramî, serkirdeyên din yên şehîd û yên di jiyanê de wekî rojekî mizginîbexş tê berçav.
Bîranînekî heta bêje bes, pir bu ji hûrgiliyên serpêhatiyê... Bila em hilbigrin ji bo rojgarekî ku em bikarin bi aşkereyî behs bikin.
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed