Mela Bextiyar

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!

  2019-11-02 16:37      459 Car hatiye dîtin        Şîrove
FELSEFEYA SİYASÎ Û GUHERÎNÊN CİVAKÎ
Her serdemek, xwedî diyardeya siyasî û guherîna civakî a cûda ye; di nêv her diyardeyekî siyasî û guherînên civakî jî de felsefeyên siyasî yên cihê durust dibin. Bi ronahîxistin liser felsefeya siyasî, em biçin nav vê mijarê. 
Ji şaristaniya Grîk ve behsa felsefeya siyasî heye. Ji sedsala XVII.  ve di encama dîtîna zanistiyê de hûnandina (pêşkeftina) aqil dest pê kir û berê zanistê xwezayî bi metefîzîkê ve da xwarê û  ji wê pê ve felsefeya nû dikeve rojevê û zanistên hatina dîtin jî dibin hêvîna felsefê;  lê ligel guherînan, tenê bingeha zanîstî ji bo felsefe û felsefeya siyasî dimîne. Zanist, rehûrişanê cûda û felsefeya siyasî jî rêya xwe cihê kir.
Felsefeya siyasî, siyaset ji qaliba hişk ya siyasî azad kir û kiriye rêbazekî zanistî. Wate: rûyê felesefeya siyasî û zanistê siyasî bi heman alî ve ye. Herdu jî di nêv mofikên civakiyê de aktîfin. 
Felsefeya siyasî di çi qonaxek û serdemekê de çeqî namîn e. Berovajî, ligel guherînan diguher e. Hegel dibêje: felsefeya siyasî şîroveya wan rastiyan e ku hebûna wan heye. Yan ewa ku durust bûye  bi rêya aqil nirxandin e. Herwiha dibêje: erkê felsefeyê şîrovekirina wan bûyer û diyardeyan e ku hene, da ku rêya çareseriya pirsgrêkan bê dîtin. Hegel di vê tekstê de ji me re dibêje: felsefe ji dayikbûyê aqle û aql jî bingeha biryaran e. 
Bi giştî heta nîv sedsal beriya niha, rehûrîşanê giştî yên felsefeya siyasî, rojevî bû. Lê ji dehan salên buhurî ve bîrmend û teorîsyen mijûlî felsefeya siyasî û felsefeya hikumraniya nû ne. Heta gîhiştiye vê qonaxê û ev diyardeyên civakî yên nû, êdî cîhangîrî û di van du dehsalên buhurî de, sosyal – medya, hindik maye hemû qalibên komelayetî û siyasî yên pêş xwe di muzexaneya klasîk de rîz bike û rewşa mijarê ji bo peywendiya civakî ya nû û felsefeya siyasî ya nûgeriyê disepîn e. Aql jî ku çavkaniya biryaran û ji dayikbûyê felsefeyê ye, êdî di vê qonaxê jî de erkê xwe ye liber ronahiya guherînan felsefeya nûgerî ya siyasî diyar bike.
Di nîv sedsala buhurî de bi berheviya ligel zêdetir ji sedsalekî buhurî ya beriya xwe, guherinên lezgîntir bi ser baskê guherînên civakî de hatiye û tê;  komînîzm û peyrewkerên komînîzmê jiber xwe ve di dawiya hezara duyem de neherifîn. Paş wê jî zemîna serhildana sîstema nû ya cîhanê, heta digihêje cîhangiriyê, ew jî ji xwe ve pêk nehatin; hîç nebe, ji paş avabûna şerê sard ve diyardeyên derkevtî yên civakî, wê rastiyê diselmîne ku tevaya guherînan, tenê û tenê ne girêdayi materyalîzma dîrokî ye. Bandoriyên din jî berê bûyeran diyar dike. Ji wana, ol û mezheb (eger ji bo qonaxekê jî bûbe!) Ev rastiyên hanê, hemû mijarên nû yên peywendiyên civakî û tevgerên siyasî jî hetta ji bo çepên realîst yên demokratxwazan jî .
SOSYAL – MEDYA Û FELSEFEYA SİYASÎ YA NÛ
Çarîk sedsalek e diyardeyekî din ya herî bi bandor, bandora xwe liser peywendiyên civakî û rûdawan kiriye. Em dikarin bêjin, zêdetir ji jêrxana aborî ya klasîk, ol û mezhebê jî, bingeha çînayetî  – civakî guheriye û felsefeya metaryalîzma dîrokî jî xistiya ber destê nerîngeha  felsefe û aboriya siyasî ya nû. Ew jî liser bingeha teknolojiya nû û teknîka nû ya teknolojiyê ku înternet jî ji bo warên civakî gellekî bi bandor û ji bo çavkaniyên zanyarî û zanistê jî Google û Wikipedia û Alteviska, ev jî wekî çavkanî û endazyariya lêgerîna tev zanyariyan e. Bi taybetî bandora wan liser hemû peywendiyên civakî, kevneşopiya civakî û hizra siyasî heye.
Teknolojî û teknîka nû ya înternetê, li Rojava, encamê geşbûna srûştî ya qonaxên aborî, civakî û siyasî, hêdî hêdî xemiland. Heta gîhiştiye astê herî bilind ya teknolojiya lazer, tenê ne ji bo jiyana civakî û hikumraniyê, herwiha ji bo zanistan, jînge û gerdûnê jî. Welê, li wan welatên hêj  deshilata ol û pîroziyê heye, an ew civakên jêrxan û serxanên wan ji sedsalên naverastê ji bo sedsala hevçerx werneçerixîne, ev civakên hanê, gellek pirsgrêkên bê rade yên olgerî û kevneşopîgeriyê ne, hêj di nava wan de asê maye û bûye rêgir li hizr û ruhê ji çawanî têgîhîştina zanistiyane ji gerdûn û jiyan û jiyana civakî. Lewra, dema, miroveyetî bi giştî, paş şerê sar pî avêt serdema cîhangirî, zevî dabeş bûye bi ser du aliyên nakok û nekelok (ne lihev, lihevnekirin, neguncan) yên serekî liser guherînan; aliyekî pêşkevtî hilgirê nasnameya hevçerxe. Aliyêkî kevnxwaz jî hêj! hizra wê ya giştî daxistî maye (girtîbûn ji her pêşkeftin û bûyerekî); li derdora van du rûgehan jî, li beşek ji welatan, ji welatên kevnxwastan baştir, pêşkeftin rû daye. Lê, ji bo wan gellek maye bigihêjin welatên pêşkevtî, wekî Hîndîstan, Sîngapûr, welatên Amerîkaya Latîn, Malezya …hwd.
Li beramber ew nexşeya civakî – siyasî ya wan welatan, em dibînin, li rojavayê Cîhanê, metirsiya durustbûna hêza terorîzma selefî ya krîstiyaniyê nemaye. 
Li welatên navîn pêşkeftî de ligor min, hizr û edetên paşkevtî têda man e, lê paşde vegeryane ji bo sedsalên naverast, bi dawî bû ye. 
HİZRA DAXİSTÎ YA KEVNEXWAZÎ
Li welatên kevnxwastan bi taybetî li ewên ku hikumraniya îslamgerî lê kûre, li vana, piraniya wan, metirsiya mezin in ku di nav îslama kevnperestan de beşek liber çavan hilvedigerin ji bo hêza selefîzma tûndrew, bêku li beramber wan, hêza pêşkevtî ya civakî bikare, bertek nîşan bide. Çima?
Çunkî, hêza pêşkevtî li wan welatan, liser bingeha şoreşa demokrasî û guherîna rewşengerî, ranewastiya ye. Belkû, hizra wan ya olî bi bîra pêşkevtî, heta astekî hatiye tamandin. Lê, tamandî bê bandore ku hizra kevnxwaziyê guherî be! Ev têkeliya gunçayî, bi ciwanî bi rewşa niha ya xwepêşandan û serhildan û şerê dijwar ya selefiyeta xwekujan, li meydanê ye. Bi taybetî, dema serhildana welatên îslamgeran bi serhildanên welatên Honkong, Katalonya û Şîliyê tê berhevkirin, hetta bi Lubnan û Cezayirê jî ferqa wê baştir tê zanîn. Li welatên îslamgeran de çendîn arasteyên zeq zeq tê dîtin. 
-Arasteya yekemin; Hêzekî civakî xweparêz ya siyasî (niştimanî, demokrasî, medenî û nasyonalîstî …hwd.)
-Arasteya Duyemîn; Hêzekî civakî ya îslamger – mezhebger.
-Arasteya Sêyem; Hêza civakî – selefîger.
-Arasteya Çarem; Hêza civakî – serhildayî di jêr bandoriya sosyal – medyaya serkêş
Li welatekî wekî Iraqê, serhildana wan cûdatire ji serhildanên Cezaîr û Lubnanê jî. Çima?
Li Lubnanê, jiber ku dikeve kenar deryayê û pêkhateyekî wan ya krîstan ya xurt heye. Lewra, hizra medenî ji Iraqê xurtir e; hetta, çanda demokrasî û azadiya siyasî – civakî jî pêşkevtîtir e. Herwiha, bandora kultura Fransa û rojava li ser e. Lewra, em dibînin, diyardeya medeniyetê zêdetir di bûyerên tûndûtîjiyê de berê serhildanê aram aram xurt dike û praniya hunermendan jî beşdar dibin. 
Heta astekî li Cezaîrê jî jibilî ku wa ev çil heftiye, xwepêşandanên îniyê berdewam in, bandora kultura medenî liser e. Ev jî peywendî bi cografiyaya kenar derya û bandora Fransayê heye. Ji bîra me neçe, cezaîrî di salên notî de derdê selefiyên terorîst kişandine û niha bandora wan kemtire liser Sûriye, Iraq, Lîbya û Yemen …hwd. Lewra, heta astekî berçav, serhildanên berdewam yên wana jî aram aram pêşvê diçe. Hêjaye gotinê ye, welatên rojava yên ereb (Tunis, Mexrîb, Cezaîr) niha bûne navendekî grîng ya xebata medenî û hizra felsefî û felsefeya siyasî ya nû jî. Çespandina destûra medenî ji aliyê gelê Tunisê ve belge ye.
Welê… Li vê Iraqa ereb ya bi zora serdema dagirkeriya Brîtanya hatiye pêkanîn ku bi zorê Başûrê Kurdistanê pê hatiye likandin, rewşa civakî û şertûmercên siyasî û hizra raya giştî, heta astekî dişibe rewşa Yemen ê.
İRAQ û DESHİLATGERİYA OLÎ
Li İraqê ji 1958’ê ve bi berdewamî hikûmet hatina guhertin. 16 salin rejîma Seddam herifiye. Ji bilî wê jî raboriyek baş ya edebî û hunerî di jêr bandora nûgerî ya derdorê de hebûye. Lê ji sedsala VIII.ve  ku di İraqa ereb de bi taybetî li Besre û Bexdadê, mu’tezîl (sedsala duyem ya koçî) û Beyt El Hîkme (بیت الحكمە) û hizr û bîrkirina nû li ol û mezheb, hatiye serkutkirin. Heta digihêje niha jî, İraq, bi qasî xwîn têda rijiyaye û azadîxwaz jî têda bi xakê hatine spartin; gellekî ji wê kêmtir, bîr li rizgarkirina civaka ereb ji hizra sedsala naverast hatiye kirin. Ewê hûrgilêyê pirtûka “Dîroka Xwînavî ya Iraqê – Baqir Yasîn” bibîne, matmayî dimîne ji wan hemû kuştingeh û xwînrijiya li Iraqa ereb de hatiye kirin. 76 xelîfe û sûltanên îslamî, tenê li nav Bexdadê hatine kuştin. Ji bilî wan tawanan jî navendên mezhebî Şîe – Sunne yên çeqî mayî ji bo pêşxistina ramana  sedsala naverast ji tevgerên edebî û hunerî gellekî bandortir bûne, belkû ji tevgera siyasî jî ji bo hizra demokrasî û rewşengeriyê. 
Paş herifandina Seddam, ev rastî, derbarê Şîe û Sunne, paş 82 sal ji xebata niştimanî (1921 -2003) û peydabuna partiyên siyasî …hwd. baştir derket ku civaka İraqa ereb, çend nekeloke (nelihev, neguncan), jiber vê li şûna damezrandina hikûmetekî demokrasî, berovajî di hemû hilbijartinan de û nivîsandina destûra pesendkirî ji aliyê gel ve, deshilatdariya şîegerî û sunnigerî kûr kûr derket. Li derveyî siyaseta resmî û kevneşopiya civakî ya van du mezheben de deskeftên balê selefiya xwekujan zêdetir hebû ji xebata çep û demokrat û medeniyan. Destûra herdemî ya İraqê jî tijiye ji hizra îslamgeriya kevnxwaz bi taybetî ya şîegerî.
Ev rewşa siyasî – civakî – mezhebî, heta derdora 15 salên paş Seddam berdewam kir. Lê ji par ve di jêr guherinan û bandora sosyal – medyayê de û jiber berdewamiya serhildanên welatên din bi taybetî gendelî û mijexwurî û dizî kirin di hilbijartinan de her dice xurtirt bûye. Heta wê astê ku navendên darayî yên cîhanê belav kirine ku di 15 salên buhurî de 368 milyar dolarê bi gendeliyê hatiye dizîn, tenê ji bo Brîtanyayê hatiye veguheztin. Ji bilî welatên ereb û derûdor û cîhanê. Êdi ji par ve, narazitî Besre û Bexdad û çendîn bajarên din, hetta Kerbela û Necefa şîeyan jî girtiye ber xwe; xebata neslê serdemê hedî hêdî geş dibe û gîhişt astê serhildana heftiya buhurî ku aşkereye, hêzekî civakî ya nû û bi arasteya siyasî û medenî ya nû ku cûdaye ji xebata siyasî ya tev sedsala buhurî ya İraqe, neslê serdemê daketina meydana xebatê. 
SOSYAL  - MEDYA û ASTENGİYA XWUSAYÎ
Niha astengiyên mezhebî û yasayî û zordariyê, heta rêjeyekî berçav xusiyan e (kevn bûne). Neslê guherînan, cirifker e û daxwaza guherînên berfireh dikin. Xwepêşandan bi arasteya serhildanê tê serpereştîkirin. Diruşma serekî jî dijminayetiya gendelî û daxwaza jiyanekî hêja û dadperwerî ye. 
Kesên gendelkar, liber çavên raya giştî wekî cinewarên wehşî û kirêt tên dîtin.Tenê druşmên gendeliyê li cadeyekî, bese ji bo cadeya siyasî ku serîhilde. Di dirêjahiya dîroka İraqa ereb de qet, çi daxwaziyekî din, bi qasî dijayetiya gendeliyê, dijî hikûmetên xelkê bi bandor nebûye. Gendelkar jî wekî circ xof xwarine di nêv kemînê de firte firte piyên wan e.
Beramber serhildêrên neslê sosyal – medya, ew rêveberên mezin mezin, ew gendelê xwediyê hêza çekdar û deste deste dolar dizîne, ewqasî şermezarê destpîsiya xwe ne, wekî xwefroşên paş serhildana 1991’ê lî wan hatiye, nizanin çi li kîsên 25 dînarî yên cehşîtiya xwe bikin. 
Serhildana niha, tenê bandoriya xwe ya siyasî nabe; belkû rehendê guherînên civakî, hevdemî guherînên cîhangîrî, hetta diçe, di hemû warekî de zêdetir û zêdetir derdikeve; li vir jî qonaxa siyasî ya nû û felsefeya siyasî ya nûgerî, tê rojevê. Felsefeya siyasî ya nûgeriyê jî dê ji felsefeya siyasî ya serdema pêş cîhangîrî û sosyal – medyayê jî cûdatir û bandortir be, ji xulqandina rayekî giştî  ya serdemê û sîstema serdemê û xebata demokrasî – medenî ya serdemê jî. Wiha jî diyare, her di meydana vê xebeta medenî ya hevçerx de û di vê deh sale de hizra demokrasî – rewşengerî ya hevçerx, dê bi ser hizra totalîterîzma rûhî de serbikeve… Hetta di jiyana civakî jî de. Zêdetir jî di warê xebata jiyanê de. Tenê, ev werçerxan jî hêza demokrasî ya civakî pêk tîne û proseya demokrasiyê jî grêdîde bi dadperweriya rastîn. Heta ev werçerxana civakî û siyasî jî li İraq û Kurdistanê bi arasteya rewşengerî û medenî rû nêde, ne mumkune demokrasî, yeksaniya jin û mêr û dadperwerî pêk bê. 
Puknow
Wergêr: Metîn Mihemed
 

Babetên zêdetir

Nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê‬ Mela Bextiyar
2020-11-02 19:08      366 Car hatiye dîtin

Mam.. Azadiya te baş‬ Mela Bextiyar
2020-10-04 20:49      263 Car hatiye dîtin

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye‬ Mela Bextiyar
2020-02-16 20:22      414 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      403 Car hatiye dîtin

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan‬ Mela Bextiyar
2019-12-21 13:22      634 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      376 Car hatiye dîtin

Dawî bi gotara kevn hatî ye‬ Mela Bextiyar
2019-11-07 02:01      415 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      495 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      434 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      415 Car hatiye dîtin



Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan‬ Mela Bextiyar
2018-12-05 13:44      475 Car hatiye dîtin

Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      536 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      462 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      382 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      427 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      437 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      437 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      693 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      523 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      807 Car hatiye dîtin

YNK û destbidestkirina deshilatê‬ Mela Bextiyar
2018-01-11 02:17      522 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      454 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      492 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      492 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      730 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî