Çarîkekê sedsalê ye ku guherînên giştî yên aborî, siyasî, civakî û teknolojiyê, bandora xwe li hemû cîhanê dike. Em dikarin bêjin, paş peywendiyê înternetê û rakişandina hêla înternetê ji bo Kurdistanê (1992-2019), hêdî hêdî guherîn li Kurdistanê jî bi taybetî di metodên xwendin, perwerde, hizra civakî de her wiha di medyaya Kurdistanê jî de tên dîtin.
Ji paş serhildanê (1991) û vir ve, ev yek hatiye rojevê û neslê duyem yê serhildanê jî ber bi durustbûnê ve ye.
33 zanîngeh li Kurdistanê hen e. Bi sedan hezar kes zimanê îngîlîzî û bi dehan hezar kes jî zimanên din yên biyanî dizanin. Kêm hevwelatî hen e, telefonên wan yên destî nebin û feysbûkên wan nebin û watsapên wan jî nebin. Rêyên ji bo rêwitiya derveyî welêt hatine vekirin û bi milyonan kes salane rêwîtiyê dikin û dinyayê dibînin.
Ji 2011’ê ve, bi nav Bihara Erebî ketiye rojev ê, wa qonaxên duyem yên serhildanan; Cezaîr, Lubnan, Sûdan û İraq jî girtiye bergeha xwe. Sloganên xwepêşanderan diyar e ku rengvedanên (encamên) guherînên serdemê ne; di jêr bandora sosyal – medyayê de ne û bi ser çi partî û mezheb û deshilatdariyê de nînin.
Lê... hêj hêzên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, hetta Hikumeta Herêma Kurdistanê jî çarekîkekê sedsaleyê siyaset û deshilata xwe, ligor erkên serdemê neguherî ne. Gendel ne ketine, dengê fire fira mijexuran bilind e, derfetperestî bûye rastbêjî.
Ji wana jî seyrtir û matmayîtir... praniya aliyên siyasî û karbidestan, hêj qonaxa gotara “Ey Reqîb” bi cîh nehiştin e.
Eger pisporek sed gotarên siyasetmedarekî yan karbidestekî di nêv partiyan û hikûmetan de yên di salên bihurî de binirxîn e, bi hesanî dikare biselmîn e ku naveroka gotarên wan yek armanc û yek arasteyê... Ew jî naverok û arasteya gotara kevin ya klasîk e.
Birêzan!
Ji bo xwederxistin ê, neşînin bi dû organan ku axaftinên kevn ji bo we bikin. Kireya otomobîlê nedin, da ku cîhên civînan qelebalix bikin. Evroj, gellek warên (rêyên) din hene ji bo hûn gotarên xwe bigihînin... Bi kurtî dibêjin: dev ji gotarên kevn berdin. Biçin bixwînin, haydar bin ji fêrgehên rexne yê. Bi felsefeya siyasî ya nû xwe perwerde bikin. Teknîkên nû ya medya û perwerdeyê bi kar bînin. Karê we bi wê xelas nabe, simsarên feysbûkê bi kirê bigrin ji bo ku wêne û nûçeyan we belav bikin. Wêne û nûçe ne grîng e. Grîng, ew mijare ku behs dikin. Ew nerînên nû ne ku tînin zimên. Grîng têgîhiştina we ye ji guherînên serdemê û sosyal – medya yê. Wa em dibînin, ew karbidestên li Bexdad û Cezaîr û Lubnan ê, xwediyê simsarên feysbûkê bûn, yan xwediyê hêzên çekdar yên taybet bûn... Yaxûd, teketûlên wan hebûn, wa em çarenivîsa wan dibînin çi bi serê wan hatiye. Da ku ders ji wan bê wergirtin. Lewra, tîkaye... dev ji gotarên şkeft û gotarên kevn ber din... Aqlê we bê pêş... Çunku, aqlê neslê nû li pêş e!
Puknow
Werger - Metîn Mihemed