Sê projeyên bê program!
Paş xemginiyeke zêde di encam de biryra kongreyê hatiye dayîn, konferansên komîte û hilbijartinên mekteb û malbendan jî tên lidarxistin.
Pêş van hilbijartinên lokalî, sê projeyên cûda cûda ji aliyê Encumena Navend û grûpa givaşa kongreyê û mektebên rêxistinê jî ve ji bo peykerê YNKê bi taybetî ji bo serkirdayetiyê ji serê heta xwarê, anîne rojeva gotûbêjê. Axaftina me li ser van projeyan gelleke ku çawa hatine darijtin û tê xwastin, ev projeyên hanê çi armancek taybet li xwe digre. Bila em vê mijarê ji bo kongreyê bi cîh bihêlin ku xweşbextane endamên kongreyê, ewqasî talî û şoriya hevrikiya ne rewa ya destegeriyê (kutlu kutlebazî) tam kirine, bi hesanî reş û spî di nêv projeyan de ji hev cûda dikin. Ya ku ji bo min herî grîng e, heta niha, ne di nêv projeyan û ne li derveyî projeyan de, ne di biryar û raspartinan jî de dûr û nêzik behsa programa YNK û lidarxistina kongreyê di vê serdemê de nehatiye kirin.
Ev YNKya di navxwe û derve jî de rastî gellek pirsgrêkan hatiye û rûdanên çarenivissaz diqewimin, peywendiya beşekî zêde pirsên wê jî bi guherînan heye ku li Cîhan û Rojhilata Navîn rû didin; hemû hikûmet, partî, rêxistinên sivîl, bîrmend û nivîskar mijûlî nirxandina diyarde û derkevtên nû yên serdemê ne ku serdema cîhangîriye. Di vê serdemê jî de sosyal – medya, bûye xem û xwireka beşeriyet ê; lê, YNKyek ku ber bi kongreyê ve diçe (eger bê lidarxistin), mêşa hizra serdemê jî nebûye mêvanê wê. Serûbinê zimanê şoreşgerên jîr yên serkêşê destegeriyê, tenê û tenê, ev in:
-Kî bibe serok yan sekreter?
-Polîtburo tê guhertin yan nayê guhertin?
-Cîgir çawa bên danîn û wê kurê kê bin û ser bi kîjan destegerê bin?
-Çi deste û grûpek di hilbijartinan de serkevtî û binkevtî ne?...hwd.
Bi van axaft û behsan, konferans hatine serkgermkirin û li nik wê jî rûn dan bi dev û lêv, des bi yekûdu paqijkirin jî.
Guherin û peykerê YNKê
Bêguman, çawanî darijtina peykerê serkirdayetî û kesê yekemî YNKê, bi taybetî paş koça dawî ya Serok Mam Celal, hestiyar û grîng e. Lê, beriya wê, bila bê zanîn, peykerê YNKê, piştî kongreyê di bername, felsefe û bîrdozî de dê çawa bê darijtin? Wate:
Gelo di vê serdemê de di nêv pêl pêl guherînên cîhangîrî de pêwîstiya YNKê bi guherînan heye yan na?
Di nêvbera kongreya raborî bo çaremîn kongreyê de guherîn objektîf in, wate: guherîn ne tesaduf in û dîrok, jêrxan û serxanê hemû hikûmetan û dewletan girtiye ber xwe... Hevdem, peywendiyên civakî û çînayetî bi ojektîvî hatine hilgirtin û bandorê jî li ser felsefeya siyasî û rêbaza îdolojiyê dike; madem ku wihaye:
YNK wek partiyekî sosyal – demokrat, jiber danûstanên ramîna sosyalîst û sosyal – demokratan, li ser astê Cîhanê, li beramber rasîzm û popolîzm û lîberalan hêdî hêdî tên meydanê; êdî ji aliyê din ve zêdetir erkê YNKê ye bu hûrgilî û kurî guherînan binirxîne û her beşek û binçîna programa niha, eger ligel guherînên cûrbicûr negunce, divê guherînên têde bê kirin.
-Aşkereye, meydanên siyasetê li Rojava, guherînên piralî bi xwe ve dîtî ye.
-Diyarde û rûdanên nû li Cîhan û Rojhilata Navîn, serî hildan e.
-Nasnameya çînayetî û pîroziyên mezhebgerî û rêbaza bîrdoziya deh salên raborî, li paş man e.
-Sîstema hikumranî ya serdema şerê sar û paş serhildana Kurdistanê jî bî kêrî serdema niha naye.
-Dewletdarî û hikumranî û berjewendiyên cûrbicûr yên aboriyê, jêr û bin bûn e.
-Îdolojî û felsefeya partiyî, bandora xwe ya raboriyê ji dest daye.
-Hetta, xebata rêxistinên sivîl û sendîkayan, gewhera xwe ya klasîk ji dest dan e û niha ENGO (ne hikûmî) dikarin cadeya siyasî bixin tevgerê û rêberiya wê bikin.
-Neslê serdemê, neslê jêr bandora cîhangîrî û sosyal – medyayê ye û qutbûne ji deshilata kevneşopî, siyaset û karîzmayên sedsala bihurî!!.
Guhnedana partiyî!
Di rewşekî guhertinê ya wiha de ku guherîn quncên hemû warên aborî, civakî, siyasî, sîstem û ramîna xelkê jî xistiye jêr bandora xwe; gelo, YNK dikare li beramber wan hemû guherînan bi pişguhxistina partiyî, bêminetiya felsefî û xemsariya rêxistiniyê, biçe nêv kongre û di kongreyê jî de guherînek sivik di çawanî hilbijartina sekreter û serkirdayetiyê de pêk bîn e? Tu bêj e, hizrkirina daxistî ya wiha, ligel guherînên liberçavan ya serdemê bigunce?
Xwandevan, wan hemû diyaloga li ser felsefe û li ser îdolojî; pêla rexneya nû û pêdaçûn bi çemkên (têgîhiştin, hişmendî) raborî; danûstanê hizrî û fikrî yên aliyan û serkirdeyan dixwîne û berhev dike bi van xemsariya siyasî û hizbayetî di nêv YNKê û Kurdistanê jî de. Ewsa tê zanîn ku guherîn li welatên peşkevtî çend kûr û bilez in; lewra di hemû warekî de peşkevtin û serkevtinê pêk tîn in. Her jiber nerîngeha neguhertî ya partî, hikûmetên Kurdistan û İraq û Rojhilata Navîn jî pêşkevtinên mezin pêk nayên; berovajî bi berdewamî asteng û krîzên mezin mezin derdikevin. Serhildanên niha yên İraq, Lubnan û Cezaîrê... hwd. Ji dayikbûyê ew rewşa çeqîmayî ya hikumranî û hîzbayetiye, hetta gendelî û mijexwirî jî encamê çeqîmayîna serkirde û deshilatan e.. Di vê cîhana guherandî de. Derket ku welatên Rojhilata Navîn, tenê bi rûalet (sîma) di vê serdemê de ne.. Lê, regezên wan yên rastûdurust ya ramîn (hizr) û hikumraniya wan, hej di serdema naverast de ye.
Hevîdarim, hinek dem ku di destê YNKê de maye, komîteyekî taybet bi pêdaçûna programa YNKê bê pêkanîn û bi qasî derfet heye, projeyek ji bo guherînên guncaw ji bo programa YNKê di çaremîn kongreyê de amade bikin.. ku ronahiyê bixe ser erkên nû yên YNKê di vê serdemê de.
Puknow
Werger: Metîn Mihemed