Bilêse Cebar Ferman

Fetwaya Dijî Jinê Dijayetîkirina Ol û Jiyanê ye

  2019-12-07 13:30      118 Car hatiye dîtin        Şîrove

Civata Bilind a Fetwayê, li şûna daxwaza cîbicîkirina yasaya dijî ewên sivikatiyê bi jinê dikin di nêv taksî û cîhên giştî de, fetwayê li dijî azadiya jinê û dijî mafên jinê derdixe. 
Li Bexdadê, lêvegerên olî piştevaniya jinan û zilaman dikin li ser daxwazên dadperwerî, azadî û dijyatiya zilm ê.
Li Kurdistanê jî Civata Bilind ya Fetwayê, rûbirû civak û jinê dibe, li bedêla dijî wan hemû zilm û neheqiyan derkeve ku li xelkê tê kirin. 
Li şûna ku piştgriya helmeta rûbirûbûna tûndûtîjiya li dijî jinan, ew bi xwe dibin beşek ji rêxweşker li ber tûndûtîjiyê. 
Yasayên Herêma Kurdistanê û destûra herdemî ya İraqê, maf bi jinê daye ku bijî û ziyanê bi civak û kevneşopiyên civakê negihîn e; lê ev beyannameya fetwakaran berovajî yasayên di praktîkê de û makezagonêye jî. 
Daxwaza min ji zanayên rêzdar yên olî û melayan, vê neheqiyê qebûl nekin û ew li bedêla jinan bibin deng û Civata Bilind a Fetwayê jî poşman bibe ji nivîsa xwe. 
Puknow
Werger: Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir


Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî