Cîhangîriya pir cemserî
Welatên rojava, tenê di warê aborî, ragihandin û bazara azad de ber bi cîhangîriyê ve pêşneketiye. Ligel tev pêşkevtinan, pêşkevtina teknolojiya ceng, eger zêdetir ji warên din nehatibe pêşxistin, ne kêmtir e. Sedem jî zelal in.
Wekî:
Ji aliyekî ve, du cemseriya serdema cengê sar qaş qaş bûye û çend cemserên mezin mezin durust bûn ê û di nêv xwe de li ser berjewendiyên hêzmezinan metirsî ne. Ji bilî Rûsya û Çîn ê, ji aliyê din ve Brezîlya, Hîndîstan û Korya Başûr..hwd. Wate, am di pir cemseriya cîhangiriyê de ne.. Ne tekane cemseriya Fokoyama ku rast derneket!
Zanist û zanyarî, wekî warê herî bi bandor yê jiyan û berjewendî, hatta ji bo zanîna nehîniyên gerdûnê jî, demeke monopolî li çend welatekî nehiştiye, ji pêşkevtina stûnî ve, hatiye guhertin ji bo pêşkevtina asoyî. Wate:
Afirêneriya zanist di hemû waran de bûye pergala (sîstema) pêşkevtina aborî, teknolojî, civakî, çandî, tenduristî, jinge û zanyariyên hûr û rast li ser jiyanê jî. Yek ji taybetmendiyên zanist û zanyariyê jî di vê serdemê de ewe ku bi lezgînî di nêv xelkê de jiber gogil û bi hukmê pêşkevtine sîstema elektronî ve, dikeve ber destê beşekî hişyariya raya giştî û pêgîhandina civakî û pêşxistina aboriya azad. Lewra, beşek ji zanîngeh û navendên zanistî yên cîhanî, zanistên srûştî kirine bingeha metodên xwendinê.
Ligel nemana şerê sar, hevrikiya li ser berjewendiyan, li ser bazara cîhangîrî kur û pir aliye. Hêzmezin (zilhêz) û cemseran li ser navçeyên nifus, bi berdewamî nakokiyên wen digihêje astê bizavdana hêzên zemînî, deryayî, asmanî û sîxuriyê; hemû jî bi propagandaya medyayê dest pê dike..hwd. Jiber ku sîstema cîhangîrî li ser astê cîhan, hêj ligorî hevsengiya berjewendiyan nehatiye bicîhkirin û hêj dewlet bi hêzên hişk û nerm, mijûlî daqurtandina berjewendiyên yekûdû ne. Lewra..
Welatên Cîhanê, deh saleke gellekî zêdetir ji serdema şerê sar, mijûlî kêbirkêya xwe pirçekkirinê ne. Ligorî nerîna wan, bandoriya çekê vê serdemê jî, hetta çekê serdema şerê sar jî, lewaz bû ye.
Koma nakokî û hevrikiyan, li ser berjwendiyan, wiha kiriye ku zêdetir ji caran, budceya leşkerî ya zilhêz û lewazhêzan, sal bi sal bê zêdekirin. Mînak: Çîn 370 milyar $, Awrûpa 320 milyar $ û Amerîka 479 milyar $ di sala 2019’ê de ji bo warê teknolojiya ceng serf kirin e. Ev budceya leşkerî ji bo 2019 ya Çînê metirsiye.. ku hêzmezin di destpêkê de Amerîka bê sînor hesap ji bo wê dikin. Bi taybetî hêza deryayî, çunkî, pirsgrêka herî mezin ya nêvbera zilhêzan, li ser deryaya Başûrê Çînê ye.. ku ji % 30’ê gemiyên bazirganî yên cîhanê ji wir dibuhirin.
“Cî Pî Ês” nîşan şikên!
Cûrbicûriya çek, armancên dûr û nêzîk, wekî yekin ji bo wê. Li praniya welatan, çekên dijwar yên dûrhavêj hen e (ne atome jî), lê, wêranker û ji sedî sed li armanca xwe dipekîn. Mûşek û topên dûrhavêj, an balafirên ceng yên cûrbicûr, bi taybetî balafirên arastekirî yên bê balafirvan, ewqasî bese armancên wan bixin nava “Cî Pî Ês” ê û di metrekî çargoşe de nîşan dişkînin. Pêkana armancê, wekî gagolekî û henekên zarokan lê hatiye. Bê ku pêwîstiya hêzmezinan gellek caran, bi karanîna piyade jî hebe.
Di nêv hevkêşên siyasî yên niha de, di nêv proseya hevrikiya cîhanî, herêmayetî û niştimanî de, bi taybetî astê pêşkevtina teknolojiya zanyarî û teknolojiya ceng, di warê asayîşa neteweyî, aborî û teknîkî de ji bo deshilata zilhêzan li ser astê Cîhanê, gellekî hindik astengî li pêşiya wan, hiştiye. Teknolojiya zanyarî, rehê xwe berdeya piraniya kun û dirzên nehînî yên welatan, hikûmetan, wezaretên berevanî û jûrên daxistî yên leşkerî jî. Kêm, nehîniyên hatûçûna leşkerî, çi ji bo karwanê leşkerî, çi ji bo serkirde û fermandaran, çi ji bo veguhestina çek û tifaqa leşkerî, tên parastin.. Ji hîva destkird bigre, qefla bazên asa, zoma hezaran kamerayan li ser e! Hemû çekekî qedexekirî jî, yan di jêr kontrola hêzmezinan de ye, yan jiber givaşa aborî ya nêvdewletî, rêya durustkirinê lê tê girtin.
Di warê bandoriya teknolojiya cengê jî de, welatên Rojhilata Navîn di vê qonaxê de ne mumkune bikaribin bi ser çekên dijwar yên dûrhavêjê zêde û mezin zalbin, bi taybetî Amerîka û Rûsya..hwd. Wa, Çîn jî diçe rêza wan. Lewra, em di wê baweriyê de ne; her welatek, bixwaze niştiman û netewa xwe biparez ê, wekî Japonya yan Korya Başûr, yaxûd Almanyaya paş şerê duyem.. Hewceye, aştiya nêvdewletî û aşbûna navxweyî bike stratejiya xwe, yan wekî; Sîngapur, Malezya û hinek welatên pêşkevtî yên Başûrê Rojhilatê Asyayê, xwe ji şer û tevlihevî û hevrikiya ziyanbexş dûr bigrin. Beramber vê, projeyên teknolojî, aborî, guherîn di sîstema hikumranî û jiyana civakî de pêş bixin. Ne ku bi rêya gefa ceng (xwe û dostên xwe) yan bi rêya hevrikiya teknolojiya şer, yaxûd bi pêkanîna artêşê, bê xwastin li Rojhilata Navîn deshilatdar bin û bazarê kontrol bikin. Di rewşa herî baş de dê bibin bazara saxkirina çekan.. Welatên Kendavê ku zêdetir ji 150 milyar dolaran rêkeftinên krîna çekan îmze kirine; mînake herî baş, di demêkê de ku Siûdiye sedsaleke, metirsîyek rasterast ne li ser e, lê destwerdaye bi pirsên herêmayetî û tayfegeriyê. Îran jî ku berhemhênerê teknolojiya ceng e, mînakekî din e ku çawa xistine jêr metirsiya herî tirsinak ya givaşa aborî a gurza leşkerî. Di sê dehsalên bihurî de bê rade ziyan gîhiştiya aboriya wê. Di çi navçeyekî nifusa wê jî de îstîkrar tune ye. Di 3 Çileya 2020’ê jî de terorkirina serdar Suleymanî ku ji bo Komara Îslamî a Îranê, fermandarekî bêhempa bû, karîna Amerîkayê ji gurza wêranker (kuşinde) derxist.
Serdem û destkevtê niştimanî
Deskevtê niştimanî ya herî baş ji bo welatên pêşketine, ne ewe ku artêşên xwe pirçek û meşq (rêhînan) bikin. Hetta, ne ew jî ye ku giyane canfedayî yê leşkerî û xwediyê pîroziyan, hetta astê xwekujiyê pêk bînin û bi gij dijmin de bişînin, rewaca vê jî nemaye. Belgeya herî baş jî wêrankirina Qaîdeya Efaxanîstanê û kuştina Bin Ladîn, têkşikandina DAIŞ û kuştina Bexdadî ye.. Berê jî têkşikandin û felişandina Artêşa İraqê li Quweyt û İraqê, heta girtina Seddam di kuna xwe de...hwd.
Paş Cengê Duyem yê Cîhanê, derket ku zilhêz bi teknolojiya ceng, dikarin hemberî dewletan zal bin. Hetta, ji şerê sar û vir ve, xebata çekdarî a gelên zilmlêkirî jî, bayê şoreşgeriya şêstan û heftêyan nema ye. Niha, tev şoreşên çekdarî yên gelên jêrdest di nêv xeleka daxistî ya qurbanî de dizivîrin. Îsraîl, tenê bi warê teknolojiya ceng, karî rê nede Lubnan, Sûriya, Mîsir û Urdinê ku filîstînî yek gundê Filîstînê jî azad bikin. Her bi rêya zanyarî û teknîka pêşkevtî jî, karîn serkirdeyên herî baş yên rêxistinên rizgarixwaz yên Filîstîn, Hemas û Cîhadî Îslamî ji nav bibe. Her niha, Rûsya bi teknolojiya ceng, hindik maye miqawemeta çekdarî a Surîya têk bişkîn e! Çend salek beriya niha jî, tevgera îslamiyan a Çiçena jî ji nav bir û bi mûşekên dûrhavêj, serkirdeyên wan li ofîsên wan, kuşt. Em dizanin, Turkiye, eger jiber teknolojiya pêşkevtî ya NATOyê nebe, gelo dikare 36 sal bê navber, PKKê di xebata çekdarî de li çiyayan sînordar bike.
Deskevta herî baş ya welatan, tenê ewe ku zanist û zanyariya pêşkevtî pêş bixin. Perwerdeya aqil, ji kêmîneyê (çend kesek, grupek) ber bi perwerdeya piraniya aqlê xwendekarên zanîngeh û xwendina bilind.. Belku ji baxçeyên sawayan ve dest pê bikin. Jêrxana aborî û warê pîşesazî ji qalibê kilasîk ber bi modern biguherînin. Jin û zilam bi yeksanî pê bigihînin û tê bigihînin. Samanê welat bikin samanê niştiman û dahatê welat bi pakî bixin xizmeta pêşkevtin û dijayetiya gendeliyê. Çunkû, gendelî, dijminê herî xedar yê navxweye ji bo herifandina navxweyî.
Ew bingeh û erkên hanê di warên aborî, perwerde, pîşesazî û sîstema dadperwerî de, dûr ji aqlê mezhebgeriya kevnperestî û nasyonalîstiya şovenî û çepgeriya bançep (çepgeriya tûndrew), dikarin deskevtên niştimanî pêk bînin; berovajî lasayîkirina hêzmezinan di warê teknolojiya ceng û xwe amadekirin ji bo şerê ne beramber ku encamê wê şikeste. Her wekî me dît û em dibînin!!
Di dawiyê de em dibêjin: kîjan ezmûn (tecrube), serkevtiye, Korya Başûr ku dev ji şer berda û serqalî pêşkevtin û demokrasiyê bû. Yan Korya Bakûr ku nîv sedsale mijûlî kêbirkêya teknolojiya ceng û çekê atomî ye; lê, sîstemekî totalîterî disepîne (ferz dike) û xelkekî hejar bi zordariyê radigre.. Di demekê de ku xelkê wê hêvî dikin, wek hemnejadên xwe yên li Korya Başûr bijîn?!.
Puknow
Metîn Mihemed