Mela Bextiyar

Serhildana berdewam a serdemê enternasyonalîzma rastî ye

  2020-02-16 20:22      425 Car hatiye dîtin        Şîrove

1 - Awirek enternasyonalîstane
Xebata enternasyonalîzmê di naverasta sedsala nozdehemîn de di despêka sermayedarî û pîşegerî û pîşesaziya bixarê de bi damezrandina enternasyonalîzma yekem ku Marks beşdarî têde kiriye û piştre, “Manîfestoya Komînîstiyê” nivîsandiye, bi druşma “Karkerên Cîhanê Yekbigrin!” bûye stratejiya xebata navxwe ya karkeran.
Wê serdemê, heta em digihêjin sedsala bîstem, hevdem ligel pêşkevtina pîşesazî, sîstema sermayedariyê, zulma cînayetî û siyaseta kolonyalîstiyê bi hovane disepand. Lewra, çewsandina çînayetiyê, rehendekî siyasî – navxweyî li beramber deshilata sermayedariyê li çend welatan, anî rojev ê. Bahaneyên teorî û praktîkî jî ji bo wê heyamê hebûn. Bi sedan hezar karker jî li ser astê welatên Rojava,  hevxebat bûn. Partiyên sosyalîst jî di nêv enternasyonalên yekem û duyem de di wan şertûmercan de hevarmanc bûn. Navendên xebata karkeran jî li paytext û bajarên pîşesazî yên Cîhanê, ligorî rewşê diguherîn. 
Paş pêşkevtina sîstema sermayedarî û xurtbûna demokrasiyê û werçerxana teknolojiyê; hevdem bi pêşkevtinên civakî û xebata medenî, em dikarin bêjin: 
Pêla xebata navxweyî a karkeran di warê objektîviyê de hêdî hêdî paşve dikişiya. Paş Şoreşa Oktoberê (1917), nerînên cihê yên bîrmendên marksîzmê li Rûsya, Almanya, Fransa û Îtalya yê, rojbiroj rastî nakokiyan dihatir û di encam de di navê jî de fêrgeha teorî û felsefeya cûda serî hilda. Di encam de Lenîn, şaşiyek pir mezin kir ku bi ser proseya demokrasiyê re baz da û sosyalîstiyê tenê li welatekî sepand (ferz kir). Ku Stalîn jî deshilat girt destê xwe, bi bahaneya metirsî li ser sîstema sosyalîstî û sosyalîzma ferzkirî li yek welatekî heye, bi taybetî di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de êdî enternasyonalîzm û pêla komînistiyê, kirin qurbaniya totalîterîzmê!
Ligorî nerîna min, xebata enternasyonalîzma karkeran, bi qasî di warê praktîkî de di sedsalên 18 û 19’mîn de hat avakirin, di despêka sedsala bîstem jî de hat binaxkirin. Ji wê vir ve, hemû çepên Cîhanê bi dîv ronahiya teoriyê (em jî) ketibûn ku car caran, xwe nêzîkî xebeta navxwe ya karkeran dikirin. 
2 - Cîhangîrî û xebata karkeran
Şerê sar, bi qasî ku berjewendiyên zilhêzan têda dihat dabînkirin,  praniya karkeran, partiyên kominîst yên klasîk û heta astekî gelê azadîxwaz jî ji bo berjewendiyên cemserên şerê sar, dihatin qurbanîkirin. 
Tevgera karkeran ji tevgerekî radîkaliyê ve, beramber siyaseta sazişxwazî (tenazul) a zilhêzan, rêya xebata pîşeyî dît û ji seraba enternasyonalîzmê dûr ket; dibe ji aliyekî ve, ladan û badan di xebata  karkeran ya serdema şerê sar de hatibe sepandin. Li beramber vê, xebata pîşeyî – sendikakarî heta astekî,  şikesta xebata çînayetî a karkeran û paşkoyatiya kominîst – sosyalîstan ji bo Sowyetê, di demokrasiya rojava de qerebû (xisardayîn) kir. Heta niha jî xebata reforma çînayetiyê li şûna qurbaniya bêhûde ya radikaliyê, bala dest e.
Ku serdem ber bi cîhangîriyê ve pêşket, derket ku têza bê sûd û xerab a dawiya sermayedarî û gendeliyê ya emperyalîzmê û di encam de herifandina wan bi destê karkeran, ji bilî teoriyeke ji rastiyê dûr, çi tiştekî din ne bû; lewra, paş bi temamî sedsalekê ji wê têza xerab, sîstema sermayedariyê ne ku tenê şikest xwar, herwiha Awrupaya Rojhilat ya bi navê sosyalîstiyê jî hilweşiya; Çîna Mao Zedûng ku alaya “karker û gelên Cîhanê yekbigrin” bilind kiribû, hawara xwe gîhand sermayedaran û xwe ji jinavçûnê xelas kir; Korya Bakûr di nav xeleka dîktatoriyê de dizîvire; Kubaya Çe Givera – Kostro jî hêdî hêdî ber bi sermayedarî û Rojava ve lenger (singê keştiyê) digre. Li wan welatan û dewletên azadîxwaz yên wek Wiyetnam û Laws jî pêşxistina sîstem û avedanî û aştiyê ligel Rojava, bûye xema sereke.
Cîhangîrî (glabolîzm), heta niha, lûtkeya serkevtinên sermayedariya cîhanî ye. Bi me pesend be an na!
Karker ku di vê serdemê de di warê çînayetiyê de li Rojava mijûlî pêkhateya çînayetiya xwe ye, jiber teknolojî, teknîka robot û sîstema înternetê, rastî guherîna bingehîn hatiye. Dibe ku di nêv 20 – 30 salên bê de xebata çînayetî jî li Rojava, pêkhateya civakî ya nû bixemilîne. Helbet, li welatên paşdehiştî, karker û çîn û texên din di vê serdema cîhangîrî de zêdetir ji sedsala raborî, çend dehsaleke, xebata pîşeyî – sendikayî, pengavên civakî, dadaperwerî û medenî ya piralî dihavêj e. Li beramber vê jî bîrdoziya tûndrew, çi çep û çi rast, dê zêdetir lewaz bibin. Herwiha, populîst û rastgîr jî nikarin, çewsiyan bi koleyatiya sermaye û sermayedariyê bihêlin.
3 - Serhidan berdewam e
Guherina cîhangîriyê, paş cengê sar, valahiyek mezin ya siyasî, hukumranî û civakî xulqand. Çepgir paşve kişan. Nasyonalîst ber bi faşîstiyê ve çûn. Xebata demokratan di astê çarîkekî erkên xwe de nebû. Nivîskar û rewşenbîr, rehendê bûyeran bi piralî ne dixwendin, an di çarçoveya klasîkî ya teng de diman, an beşek ji wana felsefeya xwe ya nezok (stewr) kopi dikirin. Li beramber vê, îslamgeran di 40 salên bihurî de bi taybetî paş şerê sar, bi jîrane çibûn nav hizra raya gişti û bi felsefeya totalîterîzma ruhî, valahiya sosyal – siyasî ya deh salên bihurî, pir dikirin. Hetta di “Bihara Erebî” jî de pêşeng bûn. Hinek ji wana, xwe bi wê pêşengiyê dixelitandin û di wê hizrê de bûn, wekî Îranê, sunneger jî dest ji şerê hikumdariyê bernadin. Bê haydar ji serdema globalîzmê, ji şoreşa teknîkê û ji sosyal – medyayê ku hemû hevkêşa civakî û nerînên wan diguherin e. Wa ji qonaxa duyem ya serhildana berdewam ve, li Cezaîr, Sûdan, Lubnan, İraq, Şîlî, Hong Kong û hwd. nifşên paş şerê sar, wekî nifşên duyem yên serdema cîhangirî û guherinê, hatine meydan ê.
Ev nifşê hanê bi vê rêbaza serhildana berdewam di vê serdemê de qonaxa deshilatdariya îslamgeran bi cîh hişt. Li Sûdanê, îxwanan harî. Li İraqê şîe û sunneyan xistiye bin deshilatê. Li Cezaîrê, partiyên klasîk şerpeze (perîşan) kir. Li Lubnanê, çîna mijexur a deshilatê bi tev pêkhateyên we: şîa, sunne, krîstiyan…hwd, lewaz kiriye. Li Sûriyê jî têkdişkên. Tenê, Tirkiyeya wan ma ye, ew jî, qet neku nikare şikesta îxwanên Rojhilata Navîn vegerîne ser senga xwe, berovajî, eger li ser vê siyasetê berdewam be, Turkiye jî  bi destê îxwanan, dê bi temamî ji demokrasiyê dûr bikeve û serhildan li Tirkiyê despê bike. Îran jî li derveyî çarçoveya wê siyasetê namîne û na be.
Ev serhildanên hanê, kongreya enternasyonîzmê saz nekirine; Marks û Lenînê wan jî nine; partiyan wan ya serkêş nebû ye; serkirdeyê wan yê karîzmatîk nebû ye; rêbaza bîrdoziya xwe diyar ne keriye; lê bi hev re li ser yek zemînê û di heman demê de serî hildane û hetta, sloganên wan, armancên wan, awayê xebat û hemu tiştekî wan, wek hev in. Dadperwerî û dijayetiya dijwar ya gendeliyê jî bûye xema sereke a xebata wan. 
Xebata serhildana berdewam, bi arasteyekî (aliyekî) nû, xwediyê erkê hevbeş û armanca hevbeş û siyaseta hevbeş û çeperê hevbeş e. Madem ku wiha ye:
Serhildana berdewam a dehsala duyem ya cîhangîriyê, serhildana enternasyonalîzma “xebata navxweyî” a serdemê ye; lê, bi rûyê (arasteya) şoreşgerane ya guherîna civakî, li beramber metirsiya mezin ya krîza aborî û pirsgrêkên objektîv yên hukumraniyê. Ne tenê yê karkeran. Pêşbînî dikin di cewhera vê serhildana berdewam de û di germaya bûyeran de stratejiya enternasyonalîzma serhildanê durust bibe û em bi dûr nizanin, ji bo vê armancê jî kongreya hevbeş di nêvbera serhildêran de pêk bê. Rewatiya siyasî û şoreşgerî jî bidest bixe! Ji bilî vê, krîzên aborî yên Rojava jî bigihêjin astê pirsgrêkên civakî û siyasî yên objektîv û lîberalîzma nû û rasîzm jî rastî şikestê bên; bê guman Rojava jî bi dûr nizanin, serhildan, wê demê, înternasyonalîzma rasteqîne (rastî) rehenda cîhanî werbigre.
Puknow 
Werger: Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nameyek ji bo Serokkomarê Fransayê‬ Mela Bextiyar
2020-11-02 19:08      423 Car hatiye dîtin

Mam.. Azadiya te baş‬ Mela Bextiyar
2020-10-04 20:49      273 Car hatiye dîtin

Teknolojiya ceng.. Asayîş û Berevanî nehişt!‬ Mela Bextiyar
2020-01-20 23:27      414 Car hatiye dîtin

Bandora cîhangîrî û Sosyal Medyayê liser serhildanan‬ Mela Bextiyar
2019-12-21 13:22      644 Car hatiye dîtin

Kongre di nêvbera pile û program de‬ Mela Bextiyar
2019-11-26 14:28      387 Car hatiye dîtin

Dawî bi gotara kevn hatî ye‬ Mela Bextiyar
2019-11-07 02:01      425 Car hatiye dîtin

İraq; du felsefeyên siyasî yên ne lihev!‬ Mela Bextiyar
2019-11-02 16:37      473 Car hatiye dîtin


Bîranînekî xembar, serkirdeyê mezin Elî Eskerî‬ Mela Bextiyar
2019-07-08 14:28      509 Car hatiye dîtin

Gelo Seddam faşîst bû? (Bi helkefta salroja rûxana Beas)‬ Mela Bextiyar
2019-04-10 13:33      444 Car hatiye dîtin

Nameyek dostane ji bo HDPya azadîxwaz‬ Mela Bextiyar
2019-04-03 00:47      425 Car hatiye dîtin



Mirina George Bush.. Berheviyekî serdem û serokan‬ Mela Bextiyar
2018-12-05 13:44      483 Car hatiye dîtin

Amerîka û Turkiyeya demokratîk û PKKya terorîst!!‬ Mela Bextiyar
2018-11-14 00:28      547 Car hatiye dîtin

Durêya du cemseriya dijwar, hindik maye hesan bibe!!‬ Mela Bextiyar
2018-09-11 01:10      474 Car hatiye dîtin

Kerkûk û navçeyên qutkirî çarenivîsa me ne‬ Mela Bextiyar
2018-07-14 21:39      390 Car hatiye dîtin

Hilbijartinên Tirkiye; tehn, pîrozbahî‬ Mela Bextiyar
2018-06-26 18:27      435 Car hatiye dîtin

Dawîn paşmayiyên şerê sar û netewa Kurd!‬ Mela Bextiyar
2018-06-18 09:57      447 Car hatiye dîtin

Danûstanekî dijwar û qonexekî metirsîdar!‬ Mela Bextiyar
2018-05-27 02:50      447 Car hatiye dîtin

Rojhilata Navîn ber kîjan karesatê ve?‬ Mela Bextiyar
2018-04-12 16:48      704 Car hatiye dîtin

Berevaniya Efrîn.. Werçerxana federaliyê‬ Mela Bextiyar
2018-02-05 21:23      531 Car hatiye dîtin

Şerê Efrîn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistan‬ Mela Bextiyar
2018-01-21 11:23      833 Car hatiye dîtin

YNK û destbidestkirina deshilatê‬ Mela Bextiyar
2018-01-11 02:17      533 Car hatiye dîtin

Kûrbûna pirsan û metirsiya şer‬ Mela Bextiyar
2017-12-30 21:41      465 Car hatiye dîtin

Çareseriya miaş, yan deyn yan firoştina mulkan‬ Mela Bextiyar
2017-12-26 13:38      500 Car hatiye dîtin

Bihara Erebî ji bo şikest xwar?‬ Mela Bextiyar
2017-12-23 12:46      499 Car hatiye dîtin

Salroja YNKê nirxandin an pesindayîn?‬ Mela Bextiyar
2017-10-05 22:09      741 Car hatiye dîtin

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî