Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana Herêma Kurdistanê kir

  2021-03-07 19:23      231 Car hatiye dîtin        Şîrove
Papa Francis Papayê Vatîkanê, îro (07-03-2021), serdana Herêma Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê li Statdyuma Fransuwa Herîrî, merasîma ayînî ya dîrokî Qedasê, bi beşdariya deh hezar kesan, birêve bir. Papa Francis, 5ê vê heyve gîhiştibû Bexdadê ku di dîrokê de yekemîn papaye ku serdana İraq û Herêma Kurdistanê dike. Papayê Vatîkanê ku 266hemîn papayê Vatîkanêye, di axaftinên xwe de peyama aştî, brayetî û bihevrejiyanê da. Serdana Papayê Vatîkanê ku sê rojan domand, biryare sibê ji Bexdadê berbi Romaya paytexta Îtalyayê vegere. Puknow

Wêneyên Zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî